Nivîsar

Di sedsalîya peymana Sy-Kes Picot de, pêsnîyazên dehatû yên rojhilata navîn û Kurdistan

Her wekî tê zanîn, Kurd gelê here kevnê cînisênê rojhilata navîn in. Dîroka Kurda a nivîskî, digêje heta 7-8 hezar salên rabirdî. Ew erdê ku gelê Kurd li serî dijî navê xwe Kurdistane. Ev erdnîgar ji gelek medenîyet û saristanîyaran re mêvandarî kirîye. Kurdistan cara yekem di sala 1639 an de, bi peymana binavê ‘QESRA SÎRÎN’ di navbera Osmanî û Sefavîyan de, ji bakur ber bi basur ve hatiye du parçekirin. Parçekirina duyem jî, di wextê serê Cîhanî a yekem de, bi destê dewletên emperyalist (Ingiliz, Fransa, Rusya) bi peymana SY-KES PICOT Kurdistan buye çar parçe. Ev parçekirin û parvekirin bey riza û îradeya Kurda b idarê zorê pêkhatîye.

Peymana SY-KES PICOT, di dema serê yekemê Cîhanî de, roja 16 ê Gulana sala 1916’an, di navbera Ingiltere û Fransa de, sedem payê kirina wan erd û axên ku dibin bandûra Osmanîyan dene, peymaneke ku bixef hatîye erênî kirin. Bi vê peymanê sînor, li gor bazarkirinên dîplomatîk, sîyasî û leskerî, ne li ser binyatek esasî, l êli gor xwestekên wan dewletan hatin kivsekirin. Ev yek bu sedemê wan kêse û pirsgirekên ku îro di rojhilata navîn de henin.

Îro li cihanê û li rojhilata navîn ku welatê me jî dinav deye, pêvajoya guhertinan berdewame. Tekosîna gelê Kurd, bi sikênandina zincîrên kolonyalîzmê, vê sazuman û statûkoya heyî, dixe asteng û zehmetîyan. Ew pergala ku berî sedsala maf û berjewendîyên emperyalist racav dikir, hildiwese. Peymana SY-KES PICOT êdî bêkar û betal buye.

Di qonaxê xwenûkirina rojhilata navîn de, gelê Kurd jî, roj bi roj zêdetir nêzîkê heq û azadîyên xwe yên xwezayî, netewî demokratîk dibe.

Em wekî PARTÎYA MAF û AZADÎYAN, di serî de li gelê Kurd û her wiha bang li hemu hêz û derdorên ku alîgirên guhertin û demokrasîyêne dikin ku, li himber rabirduya ‘kiret û xwîndar’ ji derfet, mecal û fersendên guhertînan sûd bigrin û îstifade bikin; da ku em bikaribin, bi hevre, dest bidest, jîyanek dadwer, astyane û nûjen ava bikin.

Divê were zanîn ku hetanî pirsa Kurdistana çarperçekiri û pirsa maf û azadîyên gelê Kurd ku jimara wî nêzîk 50 milyonaye, bi rêbazek dadwer çareser nebe;ne qabile kul i navçe astî pêk were.

Em, li du xwesteka dagîrkirina Musilê a ji alîyê rêxistina terorist a DAÎS’ê ku pistre ji xwest Basurê Kurdistanê û bajarê Rojavayê Kurdistanê KOBANÊ dagir bike, her wiha ev rêxistina terorista ku di serî de dixwaze Kurdên Êzîdî , gelê Ereb û Tirk û derdorên ku xwedî bawerîyên cudane tevbikûje, bi dijwarî sermezar û riswa dikin. Em pistevanîya tekosîna Hikumeta Federal a herêma Kurdistanê û hêzên berxwedêr yên li Kobanê dikin û ji bo serketinan wan pîroz dikin. Em peymana DIHOKÊ a ku di navbera hêzên rojavayê Kurdistanê de hatibu çêkirin, gavek bas û berhemkar qebul dikin.

Li Îraqê, êdî, Kurd û Sîe û Erebê Sunî, ne qabile ku wekî berê bihevre bijîn. Ya ku lazime ji bo Îraqê avêtina xîmek konfederalîye. Li Surîyê, tenê bi çûyîna ESHED û guhertina rejima wî, her tist safî nabe. Ya ku ji bo Surîyê jî lazime, federasyoneke demokratike ku ji Nuseyrî, Sunî, Durzî û Kurdan pêk hatIye. .

Pirsa Kurd û Kurdistanê bi du rêyan çareser dibe. Yan dewletek cûda û serbixwe yan jî, federasyonek wekhev û demokratik. Eger gelê Kurd bixwaze ku bi gelên cinar re, pêkve bijî, seklê vê sazumanê federasyonek demokratik e. Em wekî HAKPAR, vê yekê dixwazin. Em bawerin ku ev yek li navçe bi mafê hemu gelane.

Pirsa Kurd li Turkîyê jî, pirsek serekeye. Lewra divê ku Turkîye dev ji pergal û sazumana berê bedre û pergalek nu ava bike. Lazime ji nuve bi siwazek Ademî-merkezîyet avahîya dewletê were guhertin. Federasyonek li navçeyên kurdnisîn were çêkirin û li ser erda Kurda Kurdistanek federal çêbe.

Hewceye ku, zimanê Kurdî jî, li gel zimanê Turkî, bibe zimanê duwem yê fermî. Hînkarî û perwerde bi zimanê dayîk were çêkirin. Zimanê Kurdî di hemu wrên jîyanê de bi serbestî were bikaranîn. HAKPAR dixwaze ku pirsa Kurdî, bi sêwaz û rêbazek astî û demokratîk were çareser kirin. Dijwarî û sedadî tenê ês û azaran zêde dike. Divê ew rê werin terk kirin. Hêvîya mine ew e ku, pêvajoya guhertinên ku li Turkîyê û li Rojhilata Navîn didomin, bêpayan bimesin û ev pêvajo, li dawîyê jiyanek ewle û azade li du xwe bînîn.

Bi dxwazîya ku sedsala 21’an bibe sedsala Kurdan.

Têbînî:Ev gotar di kokteyla BASS Nûçe a k udi roja 21. 02. 2015’yan de pêk hatibu de, ji alîyê Siracedîn Sari ve hatîye pêskês kirin.

Siracedin Sari
Endamê MeclIsa Partîya HAKPAR’ê

Siracedin Sari

Balkêş e ?
Close
Back to top button