Di tarîyê de ronahîya findê
Di dîroka miletan de parti û rêber hene. Lê belê, di dîroka miletan de partî û rêber heta qêyametê namînin. Ew tên û diçin, lê welat û milet tim li ciyên xwe ne. Bo vê yekê Kurdistan û miletê Kurd jî tim li ciyên xwe ne.
Di qada siyasî ya Kurdistanê û Tirkiyê de partiyeke kurdan a ku hîna nu hêdî hêdî ji alî gel ve tê naskirin heye; HAK-PAR.
Di meha Adarê de helbijartin hebû. Partiyên mezin û piçûk ketin helbijartinê. Ji wan partiyan yek jî HAK-PAR bû. Di dema helbijartinê de AKP,CHP,MHP û BDPê mij û dûman derxistin û bi hevdû ketin. Li hinek ciyan serên hevdû kirin û peyvên xerab bo hevdû gotin. Ji ber ku ewna partiyên tûj û bihêz bûn.
Gelo ez di vê rewsa mij û dûman de bo HAK-PARê çi bibêjim? Bi rastî ‘Partiya Maf û Azadiyan’ di tarîyê de mîna findê ronahî dida der dora xwe. Ez bi derketina vê ronahîya findê dilsa bûm. Ji ber ku qirêjayî li ber qirikê bû.
Em dizanin ku ronahîya findê daxwastina federasyon bû. Va daxwastina jî bo Kurd û Tirkan rast e, realîst e û wekhevî ye. Lê belê xwe nîsan dide ku piranîya kurdan û tirkan di vê rewsa mij û dûman de pêsîya xwe nedîtine. Jê re waxt dixwaze ji bo ku ev ronahî mestir û gestir be.
Partiya Maf û Azadiyan, 52 hezar deng girtîye û ev bo rêkxistinke weha jî ne kêm e. Pêsiya HAKPARê vekirîye. Ya herî pêwîst bi xwe bawarî ye û berdewamiya aramîyê ye û domandina xebatê ye. Ev jî serketinê bi xwe ra tinin.
Daxwaza min eve ku alîgir û dostên Partiya Maf û Azadiyan li pas dengên xwe bisekinin û bi endamên HAK-PARê ra daxwastina federasyon bo gelan serbixinin. Endamên Partiya Maf û Azadiyan jî bi dil û can wan alîgir û dostên xwe nas bikin û bi wan ra bixebitin. Sistema federasyonê astî, azadî, biratî û wekhevî ye. Piraniya gelê Tirk dikane vê daxwazê maqûl bibîne û heta pistgirîyê jî bike.
Ez bi xwe jî alîgirê HAK-PARê me û endamên Partiya Maf û Azadiyan ra serketinê dixwazim. Rêya dirêj û xarûxur de revîn anjî bi lez çûyîn dawîya bas nade. Rastbînî, îstikrar, xebateke xurt û sebir wê ronahiya Partiya maf û azadiyan gestir bikeç