Di zimanê kurdî de tîpên erebî û latînî
Ziman bo netewe Kurd, xezîneya helê mezin e. Ji ber ku dîroka gelan bi ziman tê parastin. Gelê Kurd jî heya niha piranî zimanê xwe bi gotin parastîye. Pistra bi tîpên wîneyê hatîye parastin. Gelek zimanzan û nivîskarên Kurd xwestine ku alfeba kurdî amede bikin. Gor rewsa wê demê zimanzanayên Kurd jî nekanîne ku bi tîpên latînî an jî bi tîrên erebî yekser bidomînin.
Wek mamosta Giyo Mokriyanî alfeba wîneyê wesandîye, di dest pêka sala sêstan de wiha gotîye:’Ev alfeba ya kurdayî kevne ji 2800 an bi kar hatiye. Heya roja îro ev hewldan ranewistine.’Pistra Melê Cezîrî û Feqê Teyran bi tîpên erebî û farisî dest pêkirine. Zimanzanê mezin Ehmedê Xanî jî bi tîpên erebî nivîsandîye.
Mîr Celadet Bedirxan di sala 1919 an de alfebayek bi tîpên latînî amede kirîye. Lê belê ev alfeba pêsta neketîye û di cîyê xwe de bê deng maye.
Di sala 1920 an li Ermenistanê kurdan bi zimanê kurdî dibistan vekirine. Wan jî bi alfeba ermenî bikar anîne. Ronakbîrê mezin Ereb Semo di sala1927 an dît ku alfebaya Lazo ne bo zimani kurdî ye. Bo vê yekê Ereb Semo alfebayek li gor zimanê kurdî danîye. Alfeba navbera kurdan de cîyê xwe digire û rojnama Riya Teze bi vê alfebayê hatîye wesandin.
Mîr Celadet Bedirxan di sala 15. 5.1932 an kovara’Hewarê de bi tîpên latînî hêjmara yekê wesandîye. Ev alfeba bi tevayî bo zaravên Kurdistana Bakur û kurdên Sovyeta berê heya niha kar tê. Alfeba mir Bedirxan di sala 1919 an de pêsde neketî bû. Pistra bi alfeba mîr Celadet Bedirxan gelek mirovan nivîsandine, Cgerxwîn,Osman Sebî û Nûredîn Zaza .kovar û pirtûkên bi zimanê kurdî wesandine.
Li Kurdistana Basûr zimanzanê Kurd Tewfîq Wehbî bi tîpên erebî dengên kurdî bo zaravên kurmancîya navîn kar anîye.Eve di despêka sedsala bîstan de bû. Heya niha ev alfeba Tewfîq Wehbî bi tîpên erebî li Kurdistana Basûr û Kurdistana Rojhelat berdewame.
Belê, tîpên erebî û tîpên latînî di vê rewsê de ketine navbera jîyana kurdan.
Niha jî car caran li Konferansan besdar ji siyasetmedaran dipirsin. Gelo çima di zimanê kurdî de du tîpên ji hevdû cûda hene ? Bo pêsta çûhîna ziman wakû asteng nîsan didin.Wakû çareser jî tîpên latînî pêsnîyar dikin.
Ez bawar dikim ku çareser bûna tîpan , bi pêsta ketina ziman va girêdayî ye. Azad bûna zimanê kurdî jî ne çare serî ye û hevca bûna ziman pêvîste. Bi rastî karekî giran û dirêj e.