Nivîsar

DILÊ MIN

DILÊ MIN

Di sînga min de panzde birîn hene!
Panzde kêrên deste res ve xistin dilê min.
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lê bixe…

Di sînga min de panzde birîn hene
Panzde birînên min hatin pêçandin
fena marên res û sîsik va bi avên tarî!
Dixwaze min bixeniqîne Behrares,
dixwaze min bixeniqîne
bi avên bixwîn û tarî !!!
Panzde kêrên deste res ve xistin dilê min.
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lê bixe!..

Di sînga min de panzde birîn hene!
Avitin ber kêran sînga min ji panzde cîyê va,
seh kirin ku wê lênexe êdî dilê min ji kederê,
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lêbixe!!!

Sewitî ji 15 birînên min de 15 agir,
sikîyan di sînga min de 15 kêrên desteres.
Lê dilê min
fena alekî bixwîn lêdixe,
WÊ HER WUSA JÎ LÊBIXE!!

1925

6 ÇILEYÊ PASÎN 1945

Evana dijminê jîyanê ne delalê,
ya avê ku diheriqe,
ya darê fêkîyan,
dijminê jîyana ges pêsveçûyînê ne.
Ji ber ku mirin deqa xwe li enîya wan xist:
diranê pûç, gostê peritî
wê bê hilwesandin ev dezgeha kevn.

Û helbet delala min, helbet,
wê çepilên xwe serbest bade û bigere,
seyran bike bi cil û bergên xwe yên bi rûmet,
bi lîbasên karkeran va
li ser erdê vê welatê xwesik da azadî…

30 ÎLONÊ 1945

Min gelekî bêrîya te kirîye
ji te bîranîn tistekî xwese
fena hêvîyekî ye
weka ku bibihêzî sitrana hêrî xwesik ya dinê
( fena tistekî wusa xwes )
Lê êdî ji min re qîm nakin hêvî,
ez naxwazim guhdarîya sitranan bikim êdî
lê dixwazim sitranan bi xwe bistirêm…

Xwendevanên delal, vê gavê jî wergera sê helbestên Nazim Hîkmet’ê bi kurmancî ji bona we nesir dikim. Hêvî dikim ku ev keda min qayîl bin.Heyanê careka din bimînin di nav asitî û aramîyê de.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button