Nivîsar

Dîtin û guhdarîkir in…

Munasebata çûna mînî welat di meha adarê de, du sebeb bûn ku ez çûm. Yek jê birazya min li welatê swêd çû ser dilovanîya xwe. Ya dudan jî min gelek dixwest ku ez herim di meha Adarê de, ji ber ku hilbijartinên saredarîyan hebû å ez herim piçikî be jî alîkarîya hevrêyên xwe bikim. Îca mirina birazîya min jî bû sebebek ku tu kesê wê yê nêzîk ji malbata me tunebû, yê herî nêzîk ez tenê bûm, ez bi cenazê wêre çûm welat bajaraê Mêrdînê.

Çend roja li gor urf û adetên welêt teazîya birazîya xwe de li gundê GirêMîra navçeya Nusêbînê hate li darxistin, cenazet li mezarê GirêMîra hate definandin, malbatên herdûyan ji Demira û Altûna û gelek dostên herdû malbatan besdarîkirî taezîyê kirin.

Pistî ku teazîya me bi dawî hat, îca min xwest ku wexteke xwe bidim hevalên xweye partîya maf û azadîyan Hak-Par ê bikim. Li Mêrdînê ji bo Hak-Parê amadekirina belavkirina meteryalên partîyê kir. Pistre jî ji Dîyarbekrê bi konvoyeke me berê xwe da navçeya Kulpê kir, pistre jî hevalên zehmetkêsên partîya maf û azadîyan berê xwe dan Licê û Hênê bûn û meteryalên hilbijartinê belevkirin.

A dinî rojê di 20ê adara 2014 an de, ji Dîyarbekrê konvoya Partîya maf û Azadîya bi serokatîya serokê hêja Kemal Burkay, cîgirê serokê partîyê Aladîn Aras, Resît Delî û seymanê partîyê kekê hêja Derwîs Korkmaz, Sores Zîrek, Salihê Omerî, Haydar Firat û Zekî Ekincî, me berê xwe da Çinarê û li ser rîya ku Dîyarbekrê diçe Mazîdaxê konvoya serokê Hak-Para Mêrdînê û namzetê saredarîya bajarê mezin ya Mêrdînê Abdulmutalip Bilgiçoxlu namzetê navçeyê bajarê Mêrdînê yê artukoxluyê Azîz Sidim, namzetê navçeya Nusêbînê Salih Alper û namzetê meclisa navçeya Nusêbînê Gulbihar Alpergîn û endamê rêvebrerîya Hak-Para Nuseybînê Silêman Alpergîn, li bendî konvoya ko ji Dîyarbekrê bihatina û bi hevre me berê xwe da navçeya Mazîdaxê, konvoya partîyê gîhan Mazîdaxê otobûsa partîyê stiranên ji bo hilbijartinê amadekiribûn lêxisitin.

Em çûn serdana namzeta hêja Dilsah Aras ê li wir dost û hevalên Hak-Parê hatibûn loqala partîyê û ji Mazîdaxê konvoya me berê xwe da Dêrîya Çayê Mazî, ji Dêrikê konvoya me barê xwe da Qiziltepe ser rîya
hevrêsimê, li Qiziltepe serokê navçeya qoserê Dîcle Irmak û Seyîdxan Irmak bi çend erebanve empêsewazî kirin me ji wir berê xwe da, gundê Hêseryê. Berî ku em bighên gundê Hêseryê bibin, teskîlata Hak-Para gundê Hêserîyê bi alaya Kurdî û alayên hak-parê ve em pêsewazî kirin.

Li gundê Hêseryê ku girêdaye Qiziltepeye pêsewazîya me ji hêla endam û dotên Partîya Maf û Azadîyan bi alayên kurdî û alaya Hak-parê hate kirin, heta ku em gîyhan gund û lokala partîyê. Lokala partîyê bi alaya kurdî û alaya partîyê û wêneyê Mele Mistefa Barzanî hatibû xemilandin. Serokê Gistî Partîya Maf û Azadîyan Kemal Burkay li gundê Hêseryê ji amadevanan re axaftin kir li ser hilbijartinan bi kurtayî.

Konvoya partîyê ji gundê Hêseryê barê xwe da qiziltepe û ji wir berê xwe da bajarê Mêrdînê, otobûsa partîyê aporlorê xwe vekir û stiranên kurdî û mersa partîyê lêxist, heta ku em gîyha cem lokala Hak-Para Mêrdînê, dost û hevalên partîyê hatin lokalê û heyeta partîyê ku derketibûn propaxana hilbijartinê pêsewazî kirin, suhbetkirin û pistre jî bi hevre xwarin xwarin.

Êvarê jî li mala namzetê bajarê kevin yê mêrdînê Artukoxlu Azîz Sîdîm li ser daxwaza malbata wî serokê gistî yê partîya maf û azadîyan birêz Kemal Burkay û heyeta ku pêre cîgirê serokê gistî Aladdîn Aras, Seymanê partîyê Derwîs Korkmaz, namzetê bajarê mezin yê Mêrdînê Abdulmutelip Bilgiçoxlu, Salihê Omerî û Soras Zîrek hebûn. Girseyek mirovê Azîz hatibûn û guhdarîya Serokê gistî yê partîya maf û azadîyan kirin û talî jî wêneyên Xatirxwestinê bi hevra hatin girtin…

Gelê herêmê gazinên xwe dikirin, ji partîya asitîyê û demokrasîyê. Namzetên ku ji bo saredarîya mezin ya Mêrdînê û bajarokên dinê û namzetên encûmenan xwe dikrin. Rexnên weha bûn, ji hinik herêmên dinê namzetan tînin ku wan herêma nasnakin û dikin nazmezet û dibin saredar û encûmen, hinikan heq nekirîye ku namzetîya wan hatîye danîn û hwd…

Lê gel jî bûye sofî û mirîd, gazinan dikin, lê gazinên tirsonekî, gazinên newêrekî, gazinên ez bi ser wande herim dibe ku kar nedin min, kes silavê nedin min, min heramo bikin hwd. Dîtin û gudarîkirina gel merivan bêzar dikin, meriv ji wan jî aciz dibe, meriv ji xwere dibêje, vî gelî azadî heq nekirîye, hîn jî ji vî gelî re divê ku bighê azadîya xwe. Azadî ji bo mirovekî ku ew bi xwe mirovê desthiledarîyê ye, berê di destê lesker û komara kûr debû, ana jî ketîye destê Mîtta ku girêdaye hikmê Erdoxane…Îca dewere vî kerî di vî buhirîre derbas bike. Xwedê me bi sitirîne ya rebî…

Balkêş e ?
Close
Back to top button