Nûçe

Divê 16´ê Adarê bibe roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî!

Divê 16´ê Adarê di qada navdewletî de,
bibe roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî!

Werin em roja 16`Adarê li Ewrûpayê jî saet 9 de, ji bo bîranîn û rêzgirtin li sehîdên Helebçeyê; li kar dibin, li dibistan û zankoyê dibin, her li ku bibin, du deqîqe kar rawestînin.

Îsal li ser karesata Helebçê 24 sal derbas bû. Xelkê Helebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikirin. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd res dibû, çîçek û kulîlk ajdidan, sala nû û jiyana nû destpêdikir. Lê rûnistîvanên bajarê Helebçeyê hizira wî nedikirin ku di cejna Newrozê de, rejîma fasîst ya Saddam, li ser Helebçeyê, bi balefiran wê jahrên kîmyawî bibarîne.

Rejîma Beas ya dîktator a Iraqê di 16ê Adara 1988´an de bi çekên kimyawî bajarê Helepçeyê bombebaran kir. 5000 kal û pîr, jin û zarok Kurdên sivîl di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyawî hatin kustin. Bi deh hezaran jî birîndar bûn, bi hezaran Kurd ji cîh û warên xwe koç kirin. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan jî mirin, zad û zewî jî sewitîn. Bi kurtî jiyan li Helebçeyê bi tevayî hate kustin. Li gor rapora rêxistina WHO´yê, heta nuha 43.753 kes mirine, 61.200 kes jî seqet bûne.

Gazên kîmyawî cara yekem di dema belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de, di sala 1920´an de jî bi fermana Fermandarê Îngiliz Winston Churchill li ser Kurdan hatibû bikaranîn. Îngilîzan dixwestin desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn bidomîne. Churchill, Kurdan wek ‘Esîrên ne medenî’ bi nav dikir û li dijî wan, bikaranîna gazên kîmyawî gelek normal didît. ‘Esîrên ne medenî’ rûnistîvanên herî kevn yê Mezopatmyayê ku medeniyetê li dinyayê belavkiribû.

Churchill, di sala 1920´an de, gazên kîmyawî yên wek; Phosphours bombs, war rockets, metal crowsfeet (to maim livestock), man- killing shrapnel, liquid fire delay-action bombs li ser Kurdan barandibû.

Mixabin ku parêzvanê bikaranîna gazên kîmyawî Winston Churchill, bi hinceta ‘hostatiya wî ya li ser dîrok û biyografîkê’, di sala 1953´an da Xelata Edebiyata Nobelê girt. Ev yeka di dîroka însaniyetê de rûpelek res û sermezariyek mezin vekir!

Pistî Hirosîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herî komkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car bû ku rejîma fasîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bikaranîbû û bi sedan Kurd pê kustibû. Lê Helebçe bû dilopa dawî…

Lê, hemû qesasên Kurdan wek Winston Churchill nehatin xelatkirin. Rejîma Beas ya Iraqê hat rûxandin û li Iraqê sîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên jî hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê çekên kîmyawî Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî ) di roja 25.01.2010´an de li ser biryara Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê ve hat îdamkirin.

Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê, di 28´ê Sibatê 2010 de karesata Helebçeyê wek jenosîd qebûl kir.

Helebçe, birînekî kûr û êsekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Ew birîn û êsa mezin, tenê dikarê bi azadbûna Kurd û Kurdistanê ve bê pêçandin.

KOMKAR.eu, di 24emîn salvegera bîranîna sehîdên Helebçeyê de, wan bibîrtîne û ji Neteweyên Yekgirtî, ji hemû dewletên dinyê daxwaz dike ku rê nedin Helebçeyên nû!

Em wek Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz dikin ku tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovayiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

16.03.2012

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu

Dengê Kurdistan

Back to top button