Nivîsar

Divê Meriv Terbîya Xwe Biparêz e…

Civata me Kurda gelek bi hurmet û bi qîmete, gotinek weha dibêjin, bav û kalên me, ‘divê ku meriv ji mezinê xwere hurmet bigre, biçûkê xwe jî bi parêze’. Civata ku bi hurmet be ew civat roj bi roj bi pêsdikev e, hemû gelê dinê dikarin jê sûdê bigrin. Na heger qîmet û hurmet di wê civatê de nema ew gel ew netewe civata wî seqet dibe…

Lê di cîvata me Kurdan de, gotina rastîyê ku meriv bêje tê gotin teale, divê ku meriv herdem vê rastîyê nebêje, dibêjin ‘ma ev rastî bi serê te ketîye’. Lê wexta ku tê gotina rastî yê, yê himberî te xwe aciz dike, divê ku tu xwe aciz nekî birako!, yan jî ji rastîyê hez nekiro!.

Miletek çend heb xesiyetên wî hene ku karibe bibe miletek; zman, kultir, dîrok û xak, wexta ku yek ji van herçara kêm be, ew gel-milet seqete, dibe hindikayî.

Îca, zman ji bo dan û standinê ku meriv ji hev fehm bike. Lê di nav Kurdan de, wexta ku mezinek meriv amade be û heta ku gotin neyê ser meriv, meriv na peyîve, hurmet nîsandide, ji bo wî mezinî rûsipî, maqûlî.

Kultira me kurdan de, urf û adetên me gelek qenc hene. Tucarî di urf û adetên me de rê nade ku meriv ji yekî xwe mezintir yan jî der û dora xwe re xebera-çêra-siqêfa bêje na de.

Dîroka me kurdan de wextê ku gelê kurd heye ji bav û kalên xwe re çêra-xebera nabe ku meriv bêjin, ji ber ku terbîya civakê rê nade ku tu ji yekî ji xwe mezin tira xebara bidî…

Xaka gelê Kurd xakeke paqij û muxlise, ji vê xakê gelek kesên mêrxas û camêr derketine, yên weke Selaheddînê Eyûbî, Ehmedê Xanê, Mele Ehmedê Cizîrî, Feqayê Teyra, Serefxanê Bidlîsî, Sêx Mehmûdê Berzencî, Sêx Saîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzan û hwd… van camêran herdem civaka xwe, kultira xwe, dîroka xwe û xaka xwe parastine û di gelek wara de jî pistgirîya xebatên hevkirine.

Îca ez bême ser gotinên M. Karayîlan û tahtîdên wî û wan; ez baverim ku bav û dîya vî kesê ku devê xwe lewitandîye û tahtîda xwe kirîye ji birêz Kemal Burkay re, wê ji kurê xwe M.Karayilan re bêjin, ma me te weke kurdekî te mezin kir ma terbîya ku me da te ev bû kurê min, ku tu rabî ji yekî xwe mezin tir xebera bidî. Ez jî bawerim ku M. Karayilan çêr-siqêfên û tahdîtên ku ji birêz Burkay re kirine, ne terbîya bav û dîya wî û ya gelê Kurde.

Terbîya ku M.Karayilan standîye ya sêxê wî Evdila ye. Ji ber ku ev apocitî li welatê me derket hemû urf û adetên me kurdan û kultira me kurdan û dîroka me serobinî hevdû kirine berovajî kirine vê rêxistina tarî û weke gîhayê bîyanî.

Vê rêxistina tarî û bê serûber, ji wextê ku hatîye damzrandin û bi vir de, hemû hêjayên me pîroz yên bav û kalên me serobinî hevdû kirin. Gelî xwendevanan hela bala xwe bidinê, ma meriv ji bavê xwe dîya xwe re, ji apê xwe re, ji xalê xwe re, ji xaltîka xwe re, ji kalikî 70-80 salî re yan jî, ji pîrik 70-80 salî re û yan jî ji metika xwe re û apê xwe re dibêje heval, heval, haval… ev jî xelata vê rêxistina tarî û xapînoke.

Xeber-siqêf ne karê kesên ku civata xwe û urf adetên xwe bizanibe, di civata me kurdan de dijmin jî be, ku bi emir bi temenê xwe mezin be, meriv jêre xebera nade. Kesên ku xebera-çêra dike ji qelsitîyê tê, ne ji mêrxasîyê ye, ne ji terbîya ku bav û dayîka kurda dayê ye, M.Karayilane, terbîya sêxê wî ye, ji ber ku terbîya rêxistina Evdila, ne terbîya gelê Kurde…

Merivê ku xebera-çêra dike binê wî sile yan jî dilê hinika xwes dike selafîyê dike. Tahdît jî birê zulmêye, ez û ez û ne tukesî din. Bavo wexta ku hûn yekî tahdît dikin wî kesî yan hûn nasnakin, yan jî hûn tebîetên sêxê xwe disopî nin.

Wexta ku birêz Kemal Burkay sîyaset dikir û qala mesla Kurd û kurdistanê dikir tu li ser nan digirîya, bila meriv bi bergeha devê xwe bizanibe, dinava civata kurdan de xeber-çêr tistên herî xerabe, bav ê kalan me gotine, ‘sûna xincera rehet dibe, lê sûna xeberan rehet nabe’ . Kurdistan ne malê bavê rêxistina we ya ku dewleta kûr çêkirîye. Xwedîyê Kurdistanê yê rasteqîn-durist yên weke birêz Kemal Burkayê nin û yên weke wî ne û zehmetkêsên Kurdistanê ne.

Ji dev tebîatê sêxê xwe û selafbûna xwe biqerin, gelî sofî û mirîdên apocitîyê. Birêz Kemal Burkay ne tenê ye, gel wî li paswîye û wê herdem wê raya xwe ye rasteqîn û durist bêje, raya xwe berî sala 1980î gotîye li ser we û sîyasta we ye qirêj û ne durist M.Karayilan. Ne ku ev çend mehe birêz K.Burkay hatîye welatê bav û kalê xwe 31 sale ku li dervî welat bû, di van ses meha de raya xwe dibêje li ser apocitîyê ji zûde dibêje.

Ji serî de Sofî û mirîdên Evdila vegera birêz K.Burkay gotin projeya AKP ye, xwedêgiravî Kemal burkay bûye zilamê AKP yê. Îca bav û kalên me gotine ‘seko navê xwe li hevalê xwe ko’. Bav ê kalên me gotine. Heta ku meriv li jiyanê be, weke ferdeke gelê Kurd, divê ku meriv urf û adetên bav û kalên xwe biparêz e. Parastina terbîya bav û kalan erka ser milê me hemû kurdane. Tahdîtên li ser birêz Kemal Burkay bi xurtayî mehkûm û sermazar dikim.

Balkêş e ?
Close
Back to top button