Nivîsar

Divê mirov car caran dilê xwe li ser zmên bigêrîne.

Divê mirov car caran dilê xwe li ser zmên bigêrîne. Divê mirov pak be rast be û qenc be. Ne wisa ye.? Bila meriv bikaribe vekirî tistên ji dil eskere bike. Alman dibêjin’ Herz auf der Zunge tragen’ .
Wayê çend rojin li ser medyaya sosyal nivîsa kek Arîf Sevinç ji alîye terefter û alîgirên HAK-PARe û ji alîye rêvebirên Partîyê tê niqaskirin û nirxandin. Sedema vê nivîsê ne evê ku Kek Arîf biparêzim ji xwe ev xwe dikarê biparêzê.
Ger êndamêkî partîyê bi eskere û ji dil va daxwaza xwe nêrînên xwe û ditînên xwe li ser rewsa partiyê ku îro tê ra derbaz dibê bînê zman ev tê wê watê ku dixwazê partî pêskeve.
Mirov ku îro li kar û xebatên hemû partîyen eskerê mezê dike herkes bi awakî karê xwe dimesîne. Gor dezgeh û îmkanên xwe. Ême dizanin dezgeh û îmkanên me kut in. Lê kadr û êndamên vê partîye mirovên doza riya azadîyê nin. Him li dervayî welat û him jî li hûndîrî welat bîr û bawerîyek xurt diparêzin. Bona wê yeke jî dîtin û nêrînên kek Arîf bona serketina doza me giranbûhane. Bi niqasên vala neherîminin. Dîsa di partiyek da dibe ku du , sê qenet hebin. Ev wê partîye dewlementir dike. Ev qenetên partiyê dijî hevdu kar nakin. Ji ber ku berjêwendiyên partiyê rê nade tu kesî ku dijî hev kar bikin. Eksî wê parçebûne. Her alî vê yekê dizanin. Loma jî li nirxandinên hevdu , rexneyên hevdu bi xosbinî qebuldikin.
Rexnê bi du alî tê karkirin . Rexneyên ji bona hilwesandine û rexneyên ji bona ku xurttirîn avabûnê. Heval û dostên nivîsa kek Arif ku xwendine dibînin ku mabesta nivîse ji bona xurtbûna partiyeyê.
Elbet hevalên me dizanin rexne çiyê, nêrîn û dîtin çîye . Bila min biborînin. Lê rê nedin ev xêrnexazên partiya me çi li hûndir çi li derva. Keda me herkesî kêm zêde di vî karî da heye. Heyfê ku hevalên me ku di vê tekosînê da rû spîkirine bikevin qirika hevdu û keda bi hezaran kesî pûç û vala bikin.
Daxwazya min dawîye eve ku roj kî pêstir dest bikar be. Bikaribin li kûçê û kolanên Amedê û bajarên din da di nav gêl da kar bikin . Bijî HAK-PAR.
Êndame komîta revêbirina HAK-PAR Avrupa
Adnan Sütçü.

Adnan Sütçü

Balkêş e ?
Close
Back to top button