Divê mirov rastîyê ji bîr neke
Rênas Sütcü
Ku mirov rastiye ji bîr va neke. Di tarix materyalizme da destpêka jiyana sîvîl yanê medeniyêtê ne li ser civaka ku xwîna hev û du dimêje çêbûye.
Bi hev ra parvekirina xwarin vexwarinê ango jiyana komînal mirov wekî mirov perwerde dikir , çêbûye. Jiyana îro hesantir bûyî be jî li çar alî dinyaye sêr û pêvçûn heye. Ji bona zêdekirina perêyên pirr û mal û milk her qolonyalizm berdewam e.
Li welatê me hisyarbûna gêl di destpêka sala sêstî da pêk hat. Û li sala heftî edî li ser qolonyalîzme ango li ser dagirkirina welatê bav û kalan pirtûk û belevok hatin nivîsandin û belavkirin.
Di nav gêl da hewcêdariya rêxistînî pêwîstiya xwe edî dîyar dikir. Piranîya rêxistin û partîyên kû hatin damezrandin û avakirin çepgir ango sosyalist bûn. Dan û standina fikrên nû rewsa ronakbîrîye gûhart û rêyek nû da pêsîya wê. Kar û barên kû li ser zmanê zikmakî wê demê destpêkir û gêsbû.
Mirov êdî li tistan ne wekî berê dinêrî. Felsefa nû edî tesîrek mezin li ser gêl dikir. Li karxanan û fabrîkên wê demê da xwe rêxistînîkirina karkeren welêt edî destpêkirîbû. Rojnameyên mehî û hefteyî bi du zmanan Kurdî û tirkî derdiketin û fikrên nû di nav gêl da belavdikirin. Yek ji wan Riya Azadî bû . Ango Ozgurluk Yolu. Pistî demekê rojnama Roja Welat derket. Bi Kurdî û Tirkî. Îroj mêzedikim hinek nivîskarên Kurd misilman dibêjin sedema rewsa kû îro em tê da ne sosyalîst in .
Keko ev 40 salê kû li welatê me bi fikrên sosyalist tekosîn daye, lê misilmantî 1400 sal e heye malîavano… Kî/ kê sucdar ango tawanbar dikin.
Îro qonaxa kû em tê ra derbaz dibin gelek qomplîkê ye. Di nav alozîyek da ye.
Bi dewlet bûna Kurda li rojhelata navîn da Kurd we êdî bibin xwêdî maf û azadiyan ku îro jê bêpar in. Sernavê vê nivîse ‘ divê mirov rastiyê ji bîr neke.’ De Kurdno hûn jî rastiya xwe ji bîr nekin.
Derkevin kolana di nav gêl da karbikin ,bidin û bistînin. Bila bawerîya gêl bi me ra xurt be. Lê xwêdî derketina civaka sosyalî û kultûrî wê me pêsda bibe.
Rênas Sütcü