Dr. Qasimlo di 25mîn salvegera sehîdkirina xwe de li Hewlêrê hate bibîranîn

12ê Tîrmeh a 2014
Bi mebesta 25mîn salvegera bîranîna sehîdkirina Dr. Qasimlo, ji aliyê Komîteya karûbare PDKÎ li Hewlêrê ve merasîmek hate lidarxistin.
Dengê Azad/Hewlêr
Merasîma ku ji aliyê Komîteya Karûbarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ li Hewlêrê ve hatibû amadekirin, Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî, Endamê Deftera Siyasî a PDKÎ Rostem Cehangîrî, Sandeyek ji Nûneretiya Hewlêrê a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, sandên ENKS, PWD, PDK, KOMALA, Partiya Komunîst a Kurdistanê, YNK, Tevgera Goran, Sazûmanê Xebat, Partiya Rizgarî a Kurdistan, gelek rewsenbîr û siyasetmedarên Basûrê Kurdistanê, Parlamenterên Kurd Parlamentoya Iraqê û Parlamenterên Kurdistanê besdar bûn.
Rêûresma rêzgirtina Dr. Ebdulrehmanî Qasimlo bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo yadî sehîdên Kurdistanê ve destpêkir.
Pistre bi navê Komîteya Karûbarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Mihemed Salih Qadirî xêrhatinekî germ bo hemû besdarvanên merasîmê kir û got Dr. Qasimlo ne tenê ji bo PDKÎ, belku hemû tevgerên azadîxwazên Kurd û Kurdistanê nirxeke mezin bû.
Di merasîmê de bi navê Deftera Siyasî a PDKÎ, Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî jî gotarek pêskês kir.
Rêzdar Hesen Serefî di gotara xwe de balkisand ku Dr. Qasimlo kesayetiyeke mirov dost û edaletxwaz bû û ji ber van taybetmendiyan ji aliyê rejîma Îranê û bitaybetî di sexsê Xûmeynî de biryara qetilkirina wî hate dayîn.
Rêzdar Hesen Serefî di berdewamiya gotara xwe de weha got; ‘Dr. Qasimlo, di dema referandûma ku pistî rûxandina rejîma pasayetî a Îranê hatibû lidarxistin, digot, ev referandûmê bê adaletiye ku mafê neteweyên dî yê Îranê têde cih negirtiye. Niha pistî 25 sal qetilkirina wî em dibînin ku hemû dîtinên wî rast derdikevin. Dr. Qasimlo heta roja dawî li Kurdistanê ligel pêsmergeyên xwe bû. Lê ji ber astîperestiya xwe çû Viyana. Dewleta Awistiryayê jî bi awayekî pistgiriya qetilkirina wî kir. Ger dadgeha Viyanayê wekî dadgeha Almanyayê bibûya, heta niha rejîma Îranê hatibû cezakirin.’
Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî di dirêjahiya gotara xwe de weha axivî; ‘Baweriya Dr. Qasimlo ew bû ku Kurd yek neteweye û axa wan Kurdistan e. Ji ber vê yekê Dr. Qasimlo ne tenê milkê PDKÎ, milkê hemû xelkê Kurdistanê bû. Qasimlo herwisa di wê baweriyê de bû ku Kurd di her parçeyekî Kurdistanê de xebata xwe bi xwe birêvebibin û divê parçeyên dî yê Kurdistanê destlêwerdanê parçeyekî dî nekin. Dr. Qasimlo, pistî rûxandina Yekîtiya Sovyetê, bîra Sosyalîst Demokrasiyê di nav PDKÎ de peyrew kir û wê demê rûbirûyê gelek rexneyan hat. Lê niha em dibînin ku hemû ew aliyan bîrî sosyalîst demokrasiyê wek peyrew girtine. Dr. Qasimlo destê milletê Kurd çû lê belê her wekî me behs kir gelek nirx ji bo milleta xwe hist. Pistî 25 sal terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, xebata neteweya Kurd li Rojhilata Kurdistanê qet ranewestiya ku ev jî nîsan dide ku rejîm bi vê karê terorîstî negihistiye armancên xwe.’
Rêzdar Hesen Serefî di gotara xwe de destnîsan kir ku rejîma Îranê li ser bîrî Siî, mezhebî û Wilayeta Feqih durust bûye û got; ‘Rejîm, bawerî bi guherankarî nîne, bawerî bi bîrî xelk jî nîne. Xebata rejîm tenê ev e ku têk bidin neku durust bikin. Niha Sûriyê, Iraq û Afganistan berçav e.’
Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ gotara xwe weha bi dawî anî; ‘Em PDKÎ, di 25 saliya qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de hemû alî pistrast dikin ku em, rêya ku Dr. Qasimlo nîsan dabû, kar û xebata xwe berdawam dikin.’
Rêûresma 25mîn salvegera bîranîna sehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi xwendina gelek sirûd û helbestan bi dawî hat.
Di merasîmê de herwisa ji aliyê PSK, PDK, YNK, Mesrûr Barzanî, KCK, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Wezîrê Rewsenbîrî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, KOMALA, Sazûmanê Xebat û Partiya Rizgarî a Kurdistan jî peyamên xwe sandin.
Peyama Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK weha ye;
Sehîd Dr. Qasimlo Nemir e
Xwisk û Birayên Hêja,
Tekoserên Peyrewên Rêbaza Pêsawa Qazî û Dr. Qasimlo yên PDK Îranê
Em di 25mîn salvegera bîranîna Dr. Qasimlo di sexsê wî de hemî sehîdên Kurd û Kurdistanê û yên azadî û demokrasî bibîrtînin û carek dî jî wê terora li ser wî ya rejîma cinayetkar û terorîst a Komara Îslamî a Îranê rûres û sermezar û mehkûm dikin.
Gava ku dewleta Îranê ev karê terorîstî bo qetilkirina Dr. Qasimlo pêkînayî; wesa hizir û fikir dikir ku hêz û îradeya berxwedana PDKÎ diskêne û xebata azadîxwazî ya gelê Kurd bi dawî dike. Lê belê gelê Kurd û PDKÎ û hevçeperên sehîd Dr. Qasimlo her zû bo dost û dijminan nîsan da ku xudan îradeyek ji pola ne û heta roja serkeftinê çeperên xwe vala nakin û li ber xwe didin. Û ev sîreta Dr. Qasimlo ya digot; ‘Wefadariya mezin bo sehîdan, dirêjî pêdana xebata di rêya wan de ye’ selimandiye.
Xebata azadîxwaziya gelê Kurd roj bi roj xurttir dibit. Rêvingên riya azadiyê alaya azadiyê dest bi dest bilind dikin. Dr. Qasimlo di nav dilê me da dijît û dê herdem zindî bit. Lê belê Komara Îslamî a Îranê bi vî karê xwe yê çepel û teniya res ya bi navçavên xwe ve her roj mehkûm dibit û di nava qeyranan de digevize.
Di 25mîn saliya sehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî de em wan bi rêzdarî bibîrtînin, careke dî bang li karbidestên hikûmeta Nemsayê dikin ku erkê edaletê bicih bînin û daxwaz ji hemû rêxistin û saziyên pêwendîdar bi mafê mirov dikin ku ji bona mehkûm kirina van cinayetan di asta navnetewî de kar û xebat bikin, pist bidine gelê Kurd.
Nemirî û serfirazî bo Kurdan
Sersorî û neman bo dagirkeran
Her bijî Kurd
Her bijî Kurdistan
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Nûnertiya Hewlêr
12-07-2014
Dengê Kurdistan