Dr. Sukru Guler: Bo alîkariya koçberan pere ji cilûbergan bastir in

Pistî karesata Sengalê ji Almanyayê sandeyeke Komeleya Bijiskên Kurd li Almanyayê ji bo alîkariya gelê Sengalê çû Basûrê Kurdistanê. Em li ser gera wan bi endamê vê sandeyê Dr. Sukru Guler re peyivîn. Dr. Sukru Guler di heman demê de serokê KOMKARê ye jî.
Rûdaw: Hûn dikarin behsa gera xwe ya li Kurdistanê bikin?
Dr. Sukru Guler: Gava em pê hesiyan ku li Sengalê ew komkujî pêk hat û gelê me cih û warên xwe terikandin, koçber bûn, me wek Komeleya Bijiskên Kurd li Almanyayê (KPKA) ji Kongreya Bijiskên Mezopotamyayê alîkarî xwest. Di nav hefteyekê de ji Almanya, Brîtanya û Swêdê em 10 doktorên kurd çûn Amedê. Me li Amedê serdana qampa koçberan ya Sumerbankê kir ku li vir 400 kes dijîn. Me 19ê Tebaxê li Amedê bi bihayê 6000 derman kirrî. Pirraniya wan pereyan KOMKARê dabûn me, qismek jî me ji berika xwe danî ser.
Em panzdeh kes di 20.08.2014ê de çûn Basûrê Kurdistanê. Em 10 bijiskên ji Brîtanya, Almanya û Swêdê, 3 hemsîre, 1 dermanfiros û 1 sosyalekonom bûn. Ji bilî wan, sê rojnamevanên televizyona almanî ZDF û serokê Meclîsa Navendî ya Almanyayê jî bi me re bûn. Li ser sinor serokên Daîreyên Tenduristiyê yên Duhok û Zaxoyê pêswaziya me kirin. Em heman rojê çûn qampa Zaxoyê ya Derebûnê. Li vir bi qasî 31.500 koçber dijîn.
Rewsa koçberan bi gistî çawa ye?
Li gor agahiyên serokê Daîreya Tenduristiya Duhokê, li herêma Duhokê 1, 2 milyon koçber hene. Hejmara nistecihên Duhokê bi xwe yek milyon e. Edî hûn bifikirin rewsa çawa ye. Tenê pistî komkujiya Sengalê 630.000 koçber hatine derûdora Duhokê. Pirraniya wan Êzdiyên Sengalê ne, lê di nav wan de Mesîhî, Tirkmen û Ereb ji hene. Erebên ku ji terora Malikî û DAISê reviyane jî hene. Wan însanan her tistê xwe pas ve histine û hatine, wan tenê canê xwe xelas kirine. Ew destpêkê li derve radizan, lê pistre di dibistan, stadyûmên sporê, daîreyên fermî û qampan de hatine bicihkirin. Pirraniya qampan ji niska ve hatine avakirin.
Li heremê 110 erebeyên nexwesan hene, ji wana 84 erebe 24 seetan kar dikin. Bilez pêwistî bi 10 ambûlans û 64 erebeyên nexwesan heye. Pêwistî bi tonan derman heye. Li Duhokê di depoyan de derman nemaye. Ji bo kirrîna dermanan pêwistî bi 15 milyar Dolar heye.
Me her doktorekî rojane li 250- 300 nexwesan dinêrî. Di hefteyên destpêkê de li Duhokê bi qasî 70.000 kes hatin tedawîkirin, 122 nexwes hatin ameliyatkirin.
Niha pirraniya koçberan di qampên Derebûn, Xanikê, Sariya, Bacîde, Kendala, navenda Zaxo, herema Baadrê û Lalisê dijin. Gelek koçber jî di dibistan, nexwesxane, stadyûmên sporê û daîreyên fermî de dijîn. Hinek malbatan bi xwe cih ji xwe re ava kirine û te de dijin, an jî li cem mirovên xwe dijîn.
Niha havîn e û dibistan girtî ne, koçber dikarin di dibistanan û çadiran de bijîn. Lê gava dibistan vebin û zivistan were, ji bo koçberan konteynerên têkuz lazim in. Tenê derfetên Hikûmeta Federal ya Kurdistanê têra avakirina wan konteyneran nake, divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê jî alîkariyê bikin.
Hikûmeta Kurdistanê erkên xwe bi cih tîne?
Hikûmeta Kurdistanê bi hemû derfetên xwe hewl dide ku alîkariya koçberan bike û pirsgirekên wan çareser bike, lê pirsgirêk pirr in, hêza wan têrê nake. Ew karesata wisa ji niska ve were serê kîjan dewletê jî, zû bi zû nikare ji binê derkeve. Van salên dawî hikûmeta navendî ya Iraqê jî para Kurdistanê ji budçeyê nedida. Ji ber wê ji tengasî hene. Lê niha hikûmeta nû hat damezrandin, ez hêvî dikim para Kurdistanê were dayîn. Wê gavê derfetên Hikûmeta Kurdistanê jî zêdetir dibin û wê bikaribin bastir alîkariya koçberan bikin. Barê Hikûmeta Kurdistanê pirr giran e, ji ber ku 5-6 milyon nistecihên wê hene, herwiha 1,2 milyon koçber jî hene, ew barekî giran e.
Li Ewropayê cûrbecûr qampanyayên alîkariyê hene. Ew qampanya çawa dikarin bi rekûpêk werin organîze kirin? Kurdên Ewropayê çawa dikarin bastir alîkariyê bikin?
Niha Hikûmeta Kurdistanê wê pereyên xwe ji Hikûmeta Iraqê werbigire, pêwîstiya bi cilûbergan û tistên din namîne, lewra ew li wê derê bastir dikarin werin pêydakirin. Kurdên Ewropayê dikarin bi rekûpêk pere berhev bikin û bisînin. Lê ya herî pêwîst xebata siyasî ye. Divê li Ewropayê bi rêkûpêk karên dîplomatîk û lobî werin mesandin. Divê em hewl bidin ku dewletên Ewropayê alîkariya siyasî û aborî bikin, çekan bidin Hikûmeta Kurdistanê. Hikûmeta Kurdistanê dixwaze ji bo tayînkirina çarenûsa gelê kurd referendûmekê pêk bîne. Divê em ji dewletên Ewropayê, ji partî û dezgehên sîvîl yên Ewropayê daxwazê bikin ku ew pistgiriya referendûmê bikin û encama referendûmê bipejirînin.
Niha Hikumeta Almanya çekan disîne Kurdîstan, hûn vê biryarê çawa dibînin?
Em vê biryara Hikumeta Almanya dipejirînin. Em her tim dijî sêr bûn, em naxwazin pirsgirêk bi sêr, bi pevçûn û bi çekan werin çareser kirin. Lê niha ji ber kû kurd bikaribin xwe biparêzin, hewecetîya wan çekan heye. Em dixwazin pesmergeyên Kurdîstan ji bo parastina gelên Kurdîstanê xwedîyê çekên giran û modern bin.
Wekû tê zanin Partîya çep û Kesk diji biryara Hikumeta Almanya tên, wek KOMKAR bi salane bi ew partîyan va pêwendîyen we hene, hûn wî warî de çi karên dîplomatîk dikin?
Belê raste mixabin herdû partî kû wek dostên kurdan tên hesibandin û bi sedan endamên wan yên kurd hene, bi hezaran rayên kurdên Almanya distînin, dijî çek sandina Kurdîstan derketin. Lê serokê hevbes yê Partîya Keskan Cem Özdemir di hevpeyvînek xwe de pistgirîya biryara Hikumeta Alamya kir. Li ser wê me ji bo birêz Özdemir nameyek sand û me ew pîroz kir. Emê biçin serî lê dana wî. Me 12ê Îlonê de li Berlînê buroya wê de serî lêdana parlementerê Partîya Çep Ulla Jelpke kir. Ulla Jelpke demek berê çûbû sê parçeyên Kurdîstanê gerêk pêk anî bu. Me wê daxwaz kir kû dewleta Alamnya ji bo ava kirna qampan alîkarî bike û pistgîrîya referanduma Kurdîstanê bike. Me birayar wan ya dij derketina çek dayîna Kurdîstan ji rexne kir. Ulla Jelpke got, gava gelê Kurdîstan ji bo serxwebûne biryar bide, emê pistgirîya ew biryarê bikin. Emê hefteya dahatî de bi Parlementere Partîya Çep Dr. Gregor Gysi hevdîtinek pêk bînîn.
Wekû tê zanin wezîrê karên dervê yê Alamnya Frank-Walter Steinmeier(SPD) demek berê çu Kurdîstanê, lê vegerê de ragihand kû ew diji serxwebûna Kurdîstanê ne
Belê, rastê lê Alamnya polîtîkaya xwe ya dervê hêdî hêdî diguherê. Lewra Almanya qasî 60 salê çekan nasîne heremên aloz, lê niha ji bo Kurdîstan ew biryara xwe bin pê kir. Me ji bo berdevkê polîtîkaya dervê ya SPD Dr. Rolf Mützenich nameyek sand û daxwazên kurdan anîn ziman. Emê demek nêzi va pêra pêwendî daynin. Hemû dewletên Ewropayî dîtin kû tevgerên îslamîst yên tundurew ji bi hemû dinya xeterin û heremê de hêzê herî demokrat, xwedî toletrans kurd in. Lewra di derheqa pirsgirêka Kurdîstan de dîtinên wan niha erenî ne.
Yekitîya Doktorên Kurd li Almanya
Doktorên Kurd qasî 30 salê bi navê Yekitîya Doktorên Kurd li Almanya çalak in, lê ewana di sala 2011 ande bi navê Komela Piziskên Kurd li Almanya -Verband kurdischer Ärzte in Deutschland” fermî komelek ava kirin. Ew komel ji alîyê dewleta Almanya fermî wek komelek civakî hatîye pejirandin. Komele serbixwe ye, girêdayîya tu parttî an ji rêxistinê sîyasî nîne, ango dezgehek sîvil e. Komela Piziskên Kurd li Almanya bi armanca alîkkarîya tendurîstî ya kurdên Kurdîstan û Almanya hatîye damezirandin. Komela tenê xebatên mirovî dike, ne xebatên sîyasî.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Rudaw
Dengê Kurdistan