Du pirtûkên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin wesandin

Du pirtûkên nû yên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin wesandin. Pirtûk ji alî mamosteyê dersên zimanê kurdî Haluk Öztürk ve hatine amadekirin û di nav Wesanên APEC de derketine. Herdu pirtûk ji bo sagirdên dibistana pêsîn polên 1-3 ne.
Ji van ‘KURDÎ-Kurmancî’ rêzmana kurmancî ya ji bo zarokên dibistanê yên polên pêsîn e. Ew seranser ji gelek wêneyên rengîn û ji 64 rûpelan pêkhatiye. Spartinên wê hêsan û berbiçav in, sagird dikarin serbixwe bixebitin.
Pirtûka duwem ‘Heywan-Deftera Temrînan 1 ‘ materyaleke fêrkirina navên heywanan e, herwisa jî ji bo pêsxistina sîyana xwendin û nivîsandinê ye. Pirtûk bi bergekî rengîn e û ji 24 rûpelan pêkhatiye . Wêneyên gelek heywanan ji bo ku sagird bi xwe birengînin hatine nexsandin.
Herkes dikare pirtûkan ji malperê Wesanxaneya APEC sparis bike.
Navnîsan ev e:
info@apectryck.se
www.apec.nu/forlag
Dengê Kurdistan