Nûçe

Du pirtûkên nû

Em pîrozbayîyê li nivîskar Ezîz Gerdenzerî dikin

Wesanxana DOZ-ê, pirtûka nivîskarê kurdê êzîdî Ezîzê Gerdenzerî; ‘Hezkirina Qedexe’ û pirtûka nivîskarê danîmarkî H. C. Andersen ‘Çîrok û Serpêhatî’ bi zimanê kurdî; wergêr Ezîzê Gerdenzerî, çap kiriye. Herdu pirtûk jî birêkûpêk û bi dîzayneka bas hatine pêskês kirinê.

Ezîzê Gerdenzerî yek ji helbestvan û nivîskarê kurd yê ji Ermenistanê ye. Ew doktorê bizîskê ye, lê beriya her tistî xebata wî ya bingehîn afirandina berhemên wêjeyî bûye. Ji sala 1960’î destpêkirî, gotar, helbest, çîrokên wî di dezgehên kurdî yên ragihandinê de tên çap kirinê. Heta niha pirr helbest, sê roman û sê sanomeyên nivîskar çap bûne. Ji sala 2002’an ve nivîskar li Danîmark dijî û ji sala 2005’an destêkirî ew berhemên nivîskarên danîmarkî wergerînê zimanê kurdî. Hinek ji wan berheman di rojnameyên çandî, hunerî, wêjeyî yên kurdî de hatine wesandin (komkar.dk, avestakurd.net, Rêya Teze, http://www.kurdistan.nu/rojanu/index.html û hwd.).

H. C. Andersen ‘Çîrok û Serpêhatî’ bi zimanê kurdî; wergêr Ezîzê Gerdenzerî, Wergêr bi xemxurî û bi hostatî xebata xwe kiriye. Destpêka çîrokan li gorî adetê çîrokbêjiyê ye û wek destpêka orîjînalê dertê. Pasê bi zimanekî zelal û bi karanîna hunermendîya zimanzanîyê qise tê berdewam kirin. Bi hêsanî çîrok tên fehmkirinê û xwendinê. Xelasîya çîrokan jî birêkûpêk e. Bi nêrîna me werger yên wêjeyîne. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku di zûtirkê de em ê berhemên H. C. Andersen bi kurdî bixwînin û pê kêfxwes bibin.

Di pirtûka nivîskar ‘Hezkirina Qedexe’ de, romana bi navê ‘Solên Zêrîn’, du novêl û çendek serpêhatî û çîrokên nivîskar cîûwar bûne. Babetên vê pirtûkê cûrbicûrin; merivhezî, evîndarî, azadîhezî, demokratî û dilovanî ye. Romana ‘Solên Zêrîn’ di derheqa hezkirina keça general û lawê gundîkî feqîr de ye. Herdu jî xwendekar û soresgerin. Xort çekê hildigirê û derdikevê çiyê. Keç li bajêr de dimîne. Herdu jî dibin sahidê pirr bûyerên balkês… Nivîskar di her berhemeke xwe de tov û toximê merivheziyê, hevalheziyê, qenciyê, xêrxwaziyê di dilê xwendevanê xwe de diresînê.

Em bi dilgermî nivîskarê hêja û endamê komîta rêvebir a Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark pîroz dikin û hêvîdarin ku di zûtirekê de em ê berhemên wî yên nû û wergerên wî yên ji berhemên kilasîkên wêjeya danîmarkî li ber çavan bibînin.

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark

Dengê Kurdistan

Back to top button