Nûçe

Duzgün Kaplan ‘HAK-PAR li ser xeteke netewî bi namzetên saredariyan li 81 cihan dengên we dixwaze’

Serokê Gistîyê HAK-PARê Duzgün Kaplan konferansa xwe ya duyemin di 03 Adarê 2024ê da “Kurd û Hilbijartina Kurdistana Bakur ya 31ê Adarê” li bajarê Bottropê komela HEVALTÎ Almanyayê hat li darxistin.

Moderatorîya konferansê Tekin Tîmar û Necla Çamlibel kirin.

Konferans ji aliyê birêz TekînTîmar ve hat vekirin. Birêz Duzgün Kaplan pistî deqeyek rêzgirtina ji bo hemû sehîdên Kurdistanê, di axaftina xwe ya Kurdî de bi kurtî li ser van mijaran rawestiya.

Serokê Gistîyê HAK-PARê Duzgün Kaplan derbarê hilbijartinên herêmîyên li Tirkiyeyê de nirxandineke kurt kir û diyar kir ku pergala hilbijartinê neheq e, medya di bin yek destdariya hikûmetê de ye, çend kanalên televîzyon û rojname di bin kontrolê de ne. Ya partiya sereke ya opozisyonê û ku hemû medya ji HAK-PARê re girtîye balkisand.

Wî da zanîn ku ji bo kampanyayên hilbijartinan çavkaniyek darayî ya pir cidî pêwîst e, li Tirkiyê tenê pere ji xezîneyê ji bo çend partiyan hatiye dayîn û HAK-PAR û partiyên mîna wan jî ji xezîneyê tu alîkarî nedane. Wî diyarkir ku HAK-PAR di vi ya bû bi partiyên xwe dî bûdceyên mezinên hilbijartinan re bi derfetên pir kêmre hevrikiyê bike.

Düzgün Kaplan her wiha diyarkir ku tevî her tistîwan li 81 parêzgehan namzet nîsan dane û ji bo daxwazên re wayên gelê Kurd bigihînin herêman di nava têkosîneke bê hêvî de ne. Em ê bi sîara ‘Em bi feraseta saredariya welatparêzî û bi parastina nirxên xwe yên neteweyî bajarê xwe bi hevre bi rêve bibin li qadan bin. ‘Em ê daxwazên rewayên gelê xwe bi lehengî bînin ziman.

Dûzgûn Kaplan jî xebatên welatparêzên Kurdên ji bo hevkariya hilbijartinê wiha anî ziman; Her wiha anî ziman ku ewji her welatparêzekî pistgiriyê hêvî dikin.

Konferans pistî axaftina Duzgün Kaplan, bi pirs û bersivan berdewam kir. û damezrînerên partiyê Yilmaz Çamlibel bi sohbetek germ berdevam kir.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Dengê Kurdistan

Back to top button