EAS û bûyera Serêkanîyê
Bûyera Serêkanîyê, destpêka pilanekî gelek genî û dijî tevgera Kurd û xweparastina Kurdan e.Gelek ne dur e ku dirok careke dinê Helepçeyeke dinê li Kurdistanê Basura Rojava tomar neke. Ji ber ku Baasîyên Sadamî her li ser kar in. Gelek mixabinî li nava tevgera Kurd da jî alozî berdewam in û sebebê wan alozîyana jî bê guman kiryar û bê berpirsatîya PYD û PKK ye. Eger ku ew wekî camêra kar û erkên xwe yên netewî bi cih bînin, bê guman wê rews bastir û pir bi hêvîtir dibe.
Ji aliyêkê ve her tim dibêjin em pabendê peymana Hewlêrê ne û li jêr banê DBK (Desteya bilind a Kurda) da dibin, ji aliyekî dinê ve terorê li ser kom û rêxistin û civatên dinê yê Kurdan dikin û dibêjin nabe deng û rengekî dinê ji bilî me û çekdarên me hebe û ewên ku dixwazin kar û xebatê jî bikin dibê di bin bandora me da bimînin.
Bûyera Kobanê kustina xuotekî Kurd bi destê PYD rews aloztir kiriye û xepêsandana bi hizaran Kurdên welatperwer li Kobanê li hemberê wan kiryarana, nîsana vê rastîyê ye.
Zengilê serê Kurdkujî û xwekujî di nava mala Kurdan da dengê xwe bilintir dike. Di vê rewsa aloz da dagirkerên Kurdistanê tevgera xwe dilezînin.
Di destpêka tevgera gelên Suryê li dijî desthelatîya Baasê da tevgera Kurd helwêsetek bas girt û hita niha jî bi basî didominin. Tevgera Kurd xebata xwe bi rêk û metodên nerm û astîyane berdewam dikirin. Bi gotinekê dinê nexwastin bajêrê û gundên Kurdistanê bikine armanca bombe û êrisên rejîma Baasê. Nexwastin bajêrên Kurdistanê bêne wêran kirin û Kurd ber bi bombebaranê bikevin û ji Kurdsitanê birevin, koçber bibin.
Bi xasima Peymana Hewlêrê bi harîkarîya desthelata sîyasî û bi teybet rêzdar Mesud Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo berdewam kirina wê rêxebatê tevgera Kurd, hevdeng bûbûn.
Her vê hevdengî û hevxebatîya hêz û rêxistinên Kurd li Basura Rojava, dijmin êxistine nava tevgerekê bê eman. Ew ketine peleqajîya mirinê.
Di destpêka pêkhatina xebata rikeberên rejimî, dijminkarîya tevgera netewî ya Kurda kirin, bi xasima dewleta Tirkîyê dest avête meselê û her di wî demî da li pey hev rewsenbîr û serkirdên tevgera Kurd hatine revandin û teror kirin. Resekujî êxistine nava tevgera Kurd.
Di vir da kiryarên PYD ê û bê berpirsatîya wan av kisandine ser asê dijminan û wan jî pilanên xwe roj bo rojê pêsda birin.
Hita ku hatine roja îro, li bajêrokê Serêkanîyê pilangerîya xwe kirin.
Ertêsa Azad a Suryê, ku sererkanîya wan di bin banê pilangerîya Tirkîyê da ye, kar û xebata xwe didomîne. Her çiqas DYE bi asikirayî nerazîbûna xwe anî ziman û xwast ku rikeberên Suryê rola xwe bi basi bilîyizin û tevgera Kurdan jî hembêz bikin. Loma dîsa civîna xwe kirin û dîsa bi pilanekê li cihê Kurdek, Sûryanîyek danîn. Hevdem li gel wan civînana bi lez Kurdistan kirine qada ser.
Bi askirayî çekdarên wana bi harîkarîya dewleta Tirkîyê ve daketine nava axa Basura Rojava û li Serêkanîyê li hêzên Baasê xistin. Ewan her wusa ew kiryarên xwe li Helebê jî li taxa Kurdan da kirin.
Kurdistan kirine armanca êrisê balefirên cengî û bombe di ser Kurdan da barand, Serêkhnî sewitand. Rev xiste nava Kurdan.
Desta Bilinde Kurdan -DBK daxwazî ji wan çekdarên Ertêsa Azad a Suryê dike ku ji Serêkanîyê derkevin.
Belê ev Ertêsa Azad a Suryê (EAS), ji bo tevgera Kurd ji Baasêyan xirabtir in. Ewan Malkî û Xumeynîyên pêsrojê ne.
Li Kurdistanê cekdarên EAS ne xwastine ku Kurd Ala Kurdistanê hilden. Wan li bajêrên Kurdan li nava malên Kurdan da , ew jî îro bi askirayî li dijî Ala Kurdistanê disekinin.
Ma ev jî bo PYD û hevalbend û hogirên wan ne xeterekê mezin e?
Her çend PYD jî Ala Kurdistanê naxwaze, lê EAS wan rengên wana jî napejirînin.
Tirsa min ev e ku Helepçeyeke din lî Kurdistanê rûbide û Tirkîye jî vê ji xwe ra delîve bizane û ya ku dilê xwe dixwaze bike û hêzên NATOyê û hevpeyan jî bibine harîkar.
Çare her ev e ku Kurd hemû hevdeng bin û paybendê Peymana Hewlêrê bibin.
Bi xasima PYD tevgera xwe bêxe xizmeta netewî û li jêr DBK da tevger bike.
Eger nekin, ew jî wê wunda bikin û gelê me jî wê delive û kesekî bas û dîrokê ji dest bidet.
EAS her îro bûye bela serê tevgera Kurd. Eger Kurd tedbîra xwe negirin, wê zererekê mezin bikin û bê heval bibînin.
Îro wext e û sibê direng e.
Newroz Bawer