Nûçe

Ebdilhemîd Derwîs, bi besdarîya sedan însanên Kurdistanî li Berlinê hat bi bîranîn

Sekreterê Partiya Pêsverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Derwîs, bi besdarîya sedan însanên Kurdistanî hat bi bîranîn

Ji bo koça dawi ya Sekreterê Partiya Pêsverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Derwîs, di roja 27.10.2019 an da li payîtexta Almanya, li bajarê Berlînê, civîneka serxwesîyê hat lidarxistin.

Civîn, di awahîya KOMKAR-Berlîn,’KURDISTAN HAUS’ (Mala Kurdistan), salona bi navê ‘EHMEDÊ XANI’ da pêkhat. Salon, bi ala Kurdistanê û bi wêneyên Ebdilhemîd Derwîs ve hatibû xemilandin.

Civîn, di saet 14:30 ta saet 19:00 berdewam kir û bi sedan însan besdarîya civîn de kirin.

Li gel nûnerên partîyên Kurd û Kurdistanî, kesayetîyên Kurdistanê jî di civînê da besdar bûn. Civîn, bi destêrojnamevan Mexîm hat birêve birin û bi rêzgirtina Ebdilhemîd Derwîs û hemû sehîdên Kurdistanê destpêkir.

Pasê, çend wêneyên Derwîs, li gel bi sîyasetmedarên Kurdistanî, wek Mam Celal, Mesud Barzani, Kemal Burkay, Nêçîrvan Barzani, Fuad Mehzun û kesên dî hatin nisandan.

Di destpêkê da, bi navê rêxistana Berlîn ya Partiya Pêsverû ya Kurd li Sûriyê, Zeredest, peyama partîyêpêskês kir. Pasê nûnerên Yekitî Nistimanê Kurdistan, Zahar Xosnav, bi navê KOMKAR-Berlîn Unal Yardimcî, nûnerên PDKS-Yekiti, bi navê ENKS, Husên û bi navê Partîya Sepêla Azad Abdulselam û her weha çendkesên ku bi wî ra heval û hogirtî kiribûn, axiftin.

Axaftina dawiyê bi navê malbata Derwîs, Dr. Hemîd Derwis kir û spasdarîya xwe ji bo hemû besdaran kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button