EFRÎN
Bajarê dorbera xwe bi darê zeytûn û çîya
Çawa ku xelkê me dibêje, binê xetê da warekî
Cîhekî aram di nava hêsînahîyê da bê xem
Mîlyonekî zêdetir nistecî, zarok, kal û cîwan
Dijîyan bi hevra di nava sîn û sahîyan da
Hinek ji wan tî û birçî, yên din neçar, belengaz
Helbet merivê dewlemend jî hebûn di nava wan da
Axir em çi bêjin hîn kes bi mal û milk, yên din bê rizq û debar
Xelkê vê bajêrê ji xwe ra hilîbilîya jîyana rojane de bûn
Heyanê çendekî rojan di bîra dagirkeran de nebû ev bajêr
Lewra di nava kar û barê xwe da bûn, bê gûmana ser
Xelkê vê bajêrê li benda bûharê bûn, ya jîyanek aram
Hêvîya roja Newrozê, azadî û serbestîyê de bûn ew
Hema di carekî de hêrs ket Sultanekî serxwaz
Wî kir qêrîn û wêrîn, fermana wêrankirina bajêrê da!
Neha bûyê donzdeh roj û sev pevçûne li ser bajarê Efrîn
Bi heftê du teyaran, hezaran tang, top û lesger
Mirinê dibarînîn ser ev bajarê xwesik û rengîn
Di gundekî Efrînê de jinikekî pîr,hestê salî wusa qise dike;
Herkes çû, bê min kesek li vir neman yawrûm, ezê çi bikim?
Her roj li ser me da dikin gimo, gimo, gimo, gim.
Bombe dibarînin, xirabe kirin wan her der.
Ne kehraba heye, ne gaz, tenê mame di nava tarîyê da.
Xelkê bajêrê revîyan çûn, nikarin canê xwe xelas bikin.
Kesek min tune, tenê Xwedê heye yawrûm ezê çi bikim?
Tenê Xwedê heye, kesek nîne li vir,
Tenê Xwedê heye kesek nîne li vir…
Û fermandarê kustinê, wêrankirina bajarê wan jî;
Fena jina pîr ya hestê salî wusa dibêje bi sev û roj
‘ Tenê Xwedê heye kesek nîne xên ji wî ‘ dibêje!
Gelo ev Xwedê çira wusa bêdenge herdem dijî zordaran?
01.02.2018, Hamburg
Xwendevanên delal, welatê Ukrayîne wayê fena bajarê Efrînê tê wêrankirin û giregirên vê dinyayê jî ji dûrve temase dikin. Çawa ku gotinekî mezinên kurdan dibêje: dengê tufengê ji dûrve xwes tê. Ser, kustin, talan û destdirêjî li ser namûsa xelkê bi hevre girêdayîne. Ev zulim û zordarî vê zemanê da kesî bawer nedikir ku bibe. Xelkên medenî wusa dizanîyan ku merivatî êdî ji ev torê hovitîyan dûre, lê me dît ku ev bawerîya me xeyale û herdem hîn kes dikarin tufanan ser xelkê de bibarînin. Hêvîya me dîsa jî mirovin, ger ew hisyar û zana bin dikarin dawîya serê bînin li rûyê erdê da! Ez dijî ser û zulmê me, lewra ji bona hemû gelan asitî, serfîrazî û jîyanekî bextewar dixwazim. Heyanê careka dinê bimînin di nava asitî û aramîyê da!
Suphi Aydin