EIN LÄCHELN – KENEKÎ – YOW WIYAYIS
EIN LÄCHELN
(Gedicht eines unbekannten Autors des 17 Jahrhunderts)
Ein Lächeln kostet nicht, aber es gibt viel. Es macht den reich, der es bekommt, ohne den der es gibt ärmer zu machen. Es dauert nur einen Augenblick, aber die Erinnerung bleibt manchmal für immer.
Niemand ist so reich, dass er ohne es auskommen kann und niemand so arm, dass er nicht durch ein lächeln reicher gemacht werden könnte. Ein lachen bringt glück ins Haus, fördert den guten willen im Geschäft und ist ein Zeichen für Freundschaft.
Es gibt dem Erschöpften Ruh, dem Mutlosen Hoffnung, dem Traurigen Sonnenschein und es ist der Natur bestens Mittel gegen Ärger. Mann kann es nicht kaufen, nicht erbetteln, leihen oder stellen, denn es so lange wertlos, bis es wirklich gegeben wird.
Manche Leute sind müde, dir einen lächeln zu geben. Schenke ihnen deines, denn niemand braucht ein lächeln nötiger als jener, der keines mehr zu geben hat.
KENEKÎ
( Ev helbest ya nivîskarekî nenas e û di qurna 17 de hatîye nivîsîn )
Kenekî bê pere û belasê, lê dikare yekî sa bike. Kê ku wê bigre pê dibe bextewar û qet nûxsanî jî nagehêje xwedîyê kenê. Tenê qasê nêrîneka çavan waxta wî ‘ wê digre, lê hîn caran heyanê roja mirinê dimîne di bîra mirovan da.
Tu çiqas dewlemend bibî jî nikarî bê kenekî hanê bijî û çiqas neçar bibî jî dikarî bi kenekî bibî serfîraz. Kenekî weha wê xêr û xwesîyê bîne nava malê, kar û barê te da bereket û dikare bibe destpêka hevaltîyê.
Ev kena ji kesên qefilîyayî re jîrtîye, ji kesên xemgîn re hêvî, yên dilsar re jî tava rojê tînin ku, ev dijî serêsîyan dermana xwezayî ya herî base. Meriv nikare kenekî bikire, bi parsê jî ji dest nakeve, nikarî ji yekî dêyn bikî, an jî bidizî, ji ber ku ev kena tenê gava bi dilbe dikare sa bike mirovan.
Hîn kes henin teralin, nikarin kenekî bidin te. Tu ji bona kesên hanê weka xelatekî pêskês bike kena xwe, ji ber ku di ruyê erdê da tu kes qasê wan teralan hevceya kenekî weha nîne. Ev kes xwedîyê tistekî hêja nînin ku bidin xelkê.
………………………………………………………………
YOW WIYAYIS
( Ina helbest ‘ sîîr yê yow nuskar nenas a û di seserrê 17 de nûsîyeya )
Wiyayis ko merdim pê sa bên, bîe pere û belasî. Kam ko yow wiyayis bîg pê ben zerrwes û qet zerarê xwi zî wayêr wiyayis rî çînika. Têyna hendê yow çim ci estis waxtê yi ‘ yey gena, la ray esta wiyayis naterîn kî vîr di monen heyanê ruejê mêrg bîyer.
Ti çond zengîn bibî zî, honc neskên bîe wiyayis naterîna bicuy û çond neçar bibî zî eskên pê guretis wiyayisa bibî serfîraz. Wiyayis naterîn xêr û wesî ona zerrê kêy tu, kar û gurê tu di yeqbal rind û eskena bibo destpêk embazê.
Awi wiyayis gebseyan ken jehat, hêvî ken zerrê xemgînan, zerrveseyon rî zî tîjê ruêj on ko awi zî derman tabîat yê zaf qîmet berzo. Ço nesken wiyayis naterîn bêrn, pê parsîya zî destnikuen, neskên dêyn zî bîk çoy ra, nîyen diznayis zî, têyna halag wi zerro wes ra bîyer dayis kî sa bikir.
Tay merdim gebsê, yi neskên yow wiyayis zî bidî çoy. Ti wiyayis xwi merdim naterîn rî sê yow xelat pêskês bik, çunke rî na dinya di merdim naterîn zafîyer çoy muxtac yow wiyayis naterîn nû. Merdim naterîn wayêr teway nî ko bid sar.
Xwendevan û wendox Zimanê me yên delal, min ji bona we ev helbesta jorîn ji zimanê Elemanî wergerand bi Kurmancî û Dimilîyê. Hêvîdarim ku pê qayîlbin. Heyanê careka dinê bimînin di nav xêr û xwesîyê da.
Suphi Aydin