Makale

Elçî, bêwijdanîyan dike û rastiyan vedisêre..

([email protected])

Beriya ku Serafettîn Elçî di malper û rojnameya Radîkalê de ji Ezgî Basaranê re bibêje ku ‘PKKê tenê xayin û îtîrafkarên ji xwe veqetiya dikûje, dest nade mixalifên derveyî xwe’, ew nêrînê xwe di rojnameya Zamanê de anî ser zimên.

Dema ku Elçî ew nêrîna xwe anî ser zimên, di nav siyasetvan û rewsenbîrên kurdan de niqaseyê dest pê kir. Her kesê ku tevgera kurd û PKKê nas dike, xwediyê wîjdan in, raste rast li hemberî ev nêrîna Elçî diyar kirin ku ‘ ew helwesta Elçî bêwîjadiyek mezin û hesabekî sexsî yê kêsperestî û rastî manîpule kirine.’

Wûsa diyar dike ku pistî hevpeyvîna wî ya Radîkalê dê zêdetir ev pirsa niqase bibe û di heman dem de ev helwesta wî dê li ser nasnameya Elçî jî, sirove û lêkolînên nû bîne holê.

Di pirsa we de du xalên girîn hene, ez dixwazin ew du xalan cûda û bi zelalî bersîv bikim.

Mijara yelkemîn nêrînên Elçî yên di derbarê PKKê de ne: Elçî, di destpêkê de dipejirîne û qebûl dike ku PKKê kurd kustine. Ew kurdan, gorî PKKê kurdên xayîn û îtîrafkar in. Yanî gora Elçî, kustina ev kurdên ji aliyê PKKê de xayin û îtîrafkar hatine îlan kirin, rewa ye.

Ez gelek askere dikimn û divê bas bê zanîn ku kustina wan kurdan jî ne rewa ye. Lewra ew kesên ji aliyê PKKê de xayin û îtîrafkar hatine tespît kirin, gelo gorî kîjan hiqûqê û kîjan nêrîne hatiye tespît kirin? Ev mijarek gelek girîng e.

Wek tê zanîn PKKê her rêxistinek û kesek û ktaegoriya civakî ya Kurdistanê xayîn terîf kiriye û dike. Manîfestoya wê ya damezrênêrî di vê mijarê de gelek vekirî ye. Ev manîfestoya jî diyar dike ku PKKê di nav xwe de û ji derveyî xwe gelek mixalîf (hûn van kesan kurdên dilsoz û dozgerên Doza Kurd û Kurdistanê fahm bikin) kûstiye. Ezê van kesan di rêzên jêrin de bi besekî biçûk bi nav bikim.

Wûsa xuya ye ku Elçî, an ji daxûyaniya Ocalanî ya di dadgehê de ne agahdar e, an jî bi zanatî ji bona berjewendiya xwe naxwaze ev daxuyaniya Ocalanî bibîne. Ocalanî bi xwe di dadgehê de diyar kir ku ji 15 hezaran zêdetir kurdên mixalîf ji aliyê PKKê de hatiye kûstin.

PIrsa girîng: Gelo Elçî di vê pirsê de bi gistî nezan be? Bersîva vê pirsê ‘erê’ nîne. Lewra heger Elçî qet tistekî nizanibe, di dema avakirin û pistî avakirina Partiya Girseyî ya Demokratîk (DKPê) de, ew kesên ji DDKDê, Rizgarî û Ala Rizgariyê, KUKê, PDK a Tirkiyeyê, KAWAyê damezrênêr û endam bûn, ez bas dizanim ku bi sedan caran bahsa vê yekê ji wî re kirine. Wî jî ew nêrînan pejirandiye û bi xwe jî di gelek platform û hevpeyvînên xwe de diyar kiriye.

Em vê yekê bidin aliyekî, ew bas dizane û gelek caran Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesud Barzanî û berpirsiyarên Basûrê Kurdistanê yên din, ji wî re qal kirine û di derbarê vê pirsê de rapor nivîsandine û Elçî jî xwendiyê, ku ji aliyê PKKê de 3500 pêsmerge hatine kustin; li Basûrê Kurdistanê gund û pir hatine dinamît kirin.

Dîsa Elçî bas dizane ku pistî sala 1984-an PKKê xwastiye ku berpirsiyarên PDK a Iraqê ya Liqa Yekemîn (Dr. Cercîs û hevalên wî) bi tevayî bikujin: Ew xeteriya ji aliyê endamekî Komîteya Navendî ya PKKê de pistî ku xwe teslîmî partiyê kiriye, desîfre bû.

Em neçin demên berê, beriya vê çend salan li Amedê Hîkmet Fîdan û li Basûrê Kurdistanê Faysal Dumlaci (Kanî Yilmaz) ji aliyê PKKê de hat kustin,

Elçî jî li Tirkiyeyê dijî. Çapemeniya tirk û kurd bi firehî qala ev bûyerên trajîk kir. Îhtîmalek a mezin heye ku çapemenî di derbarê van bûyeran de ji Eklçî jî pirs pirsiya bin û wî jî bersîv dabe.

Divê Elçî ev karên PKKê yên nemirovane bizane. Heger nizane ew tê wateyê ku Elçî siyaseta kurd nake û li Tirkjiyeyê najiye! An jî ji bona berjewendiya xwe, ji rastiyan çav digre û bêwîjdanî dike.

Li Bakûrê Kurdistanê pistî ku Apoyî wek grubek derketin holê û pistî ku bûn partî, rojeva girîng ya rêxistinên Kurdistanê ya nehatiyeguhartî her dem kûstînên PKKê bûne. Ew pirsa ji aliyê rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, siyasetvan û rewsenbîrên Kurdistanê de 35 sal in ku tên nivîsandin. Ew besek serok, qadro, endamên rêxistinên Kurdistanê; endamên PKKê yên mixalîf; pêsengên civatê û endamên partiyên çep yên tirk yên ji aliyê PKKê de hatine kûstin, min di Komîsyona Meclîsê de bi devkî û niviskî ani ser zimên.

Bi deh salan e ku tê nivîsandin ku Mustafa Çamlibel (Riya Azadî), Mehmet Uzun û Alî Kinacik (Têkosîn), Ferît Uzun (Serokê Kawa), Mehmet Çakmak ((TKP), kûstina pênç parçaciyan, Zahît Kaplan (DDKD), bi dehan hevalên KUKê; Ji PKKê: Mehmet Turan, Murat Bayrakli, Suphî Karakus, Zilfî Gok, Enver Ata (Batmanî-Li Swêdê bajarê Uppsalayê), Îzzetin Evcîl, Çetîn Gungor (Dersîmî- Endamê Komîta Navendî- Li Stockhholmê), Evdillah Kumral, Resul Altiok (Bîngolî/Çewlik-Endamê Komîteya Navendî), Parêzer Mahmûd Bîlgîlî (Li Hollandayê), Mehmet Tunç, Mistefa Omurcan û çar hevalên wî, Sahîn Balîç, Mistefa Çîmen, Osman Tîm, Mehmet Çîmen, Mehmet Sener (Batmanî-Endamê Komîteya Navendî-Li Qamisliyê), Sîpan Rojhelat, Kemal Sahîn, Hîkmet Fîdan, Kanî Yilmaz, Eyûp Kemal Atsiz (DDKD-Danîmarka), Mistefa Tanguner (DDKD-Danîmarka), Emînê Wîransehrî (Hollanda-Ala Rizgarî), Remazan Adiguzel (Riya Azadî- Fransa), Ali Aka Gunduz (Riya Azadî- Elmanya); gelek kesên partî û grubên çep yên tirkan; gelek pêsengên civakê yên kurd li Niseybînê, Sîweregê, Hîlvanê, Çolemergê, Dersîmê, li hemû bajarên din yên Kurdistanê hatine kustin.

Min hîn duho raporek amade kir ji reya gistî û çapemenî re rêkir, di vê raporê de bi sedan kurdên hatine kûstin û komkujiyên PKKê tên ser zimên.

Gelo bas e Elçî ji kûstina van kurdan ne agahdar e, lê ji kûstina keça Mala Baksiyan Lamia Baksî jî, xwiska Lutfî Baksî ku ew cîgirê Elçî ye jî, ne agahdar e?

Gelo madem ku Elçî nezan nîne û siyasetvanekî kurd e û di vê merheleyê de seroké gistî ya KADEPê ye, çima van rastiyan vedisêre?

Ev pirsek gelek girîng e.

Dema ku di Zamanê û Radîkalê de nêrînên Elçî min xwendin, ji bona min xerîb nehat. Lewra pistî ku Elçî bû bernamzetê mebûsî ya BDPê di nêrînên wî de guhertin çêbûn. Ew gûhertina gûhertinek xwezayî nebû. Her kurdekî jî ev gûhertina bi awayekî ne asayî binav û terîf kir. Pistî ku bû mebûs êdî bi her wawayî ket bin xizmeta Ocalan û PKKê. Dengê xwe li hemberî PKKê birî.

Sedema vê ya yekem û xuyayî ew bû, ku Elçî ji bona berjewendiya xwe doza xwe firot û teqla avêtibû.

Lewra dema ku jiyana Elçî ya siyasî ji çav bê derbas kirin û lêkolînek bibe, gelek askere tê dîtin ku Elçî ji bona berjewendiya xwe ya parlamenterî Doza Kurd û Kurdistanê dide bin lingan. Wek tê zanîn Elçî dema ku tevgera milî ya Kurdistanê di sala 1974-an de di sertên gelek dijwar de pês diket û xwe rêdixist, ew di sala 1977-an de di partiya Adaletê ya Demîrel de bû mebûs. Pist re CHPê ew kirîn, ew di hikûmeta Ecewît de bû wezîr. Dema ku DKPê ava bûbû, Elçî gelek bi rehetî çû di partiya qesasder ya kurdan CHPê de li Sirnaxê bû namzetê mebûsî. Pist re di partiya Erbakan de xwest ku bibe namzetê mebûsî, ev helwesta wî di nav partiyê de bû pirsgirêkên mezin. Pistî salên 2002-an jî pistgiriya Partiya AKê kir. Heger Partiya AKê ji bona mebûsî pêsniyar ji wî bianiya, wî yê sedî-sed bi kêfxwesî qebûl bikira. Lewra nameya wî ya pesna Teyyîp Erdogan dide, wî wek pêxember dibîne, nîsana vê yekê ye.

Sedema duyemîn jî ew bû ku di hilbijartina gistî de Dewleta kûr ya Kemalîst (Ergenekon û rêxistinên wek wê) ji bona ku PKKê xurt be û Partiya AKê qels bikeve, projeyek çêkir, ku hemû kurd di PKKê de cîh bigrin û li derûdora PKKê bicivin. Ji derveyî PKKê mixalefeta kurd nemîne. Elçî encama vê projeyê bû namzetê BDPê.

Lewra di heman dem de ji bona ku alternatîfek xurt ya kurd derkeve holê, Elçî û hemû grubên din yên kurdan (Bizava Partiya Kurdistanê, KADEPê, Lêgerînê, Tevgera Kurd a Demokratên Soresger) bi hevre xebatek dimesandin. Bi HAK-PARê re jî din av pêwendiyan de bûn. Elçî hîç ji wan terefan nepirsiya, çû bû namzetê BDPê û ew xebata prowake kir.

Mijara duyemîn, hatine Kemal Burkay ya Tirkiyeyê projeya dewletê û hikûmetê ye, an na: Rewsek gelek askere heye ku hikûmet ji bona ku kurdên siyasetvan û rewsenbîr yên li Ewrupayê dijîn vegerin Tirkiyeyê hewil dide. Di vê çarçeweyê de wek kesekî navdar Kemal Burkay jî bala hikûmetê di dereca yekem de dikisand. Lewra ew jî wek serokekî kurdan dihat nas kirin, nivîskar û helbestvan bû. Siyaseta wî jî, ji serî de Tirkiyevî û nerm bû. Heta di demên bihurî de hikumetê din jî daxwaz kirin ku Kemal Burkay vegere Tirkiyeyê, ew venegeriya.

Hikûmetê wek di çapemenî de jî askere bû bi Kemal Burkay re eleqeyek taybet danî. Lê Kemal Burkay di destpêkê de li vegerê germ mêze nekir. Pistî demekê Kemal Burkay qane bû û cesaret wergirt ku vegere Tirkiyeyê.

Ev biryara wî beriya hiljartina gistî bû. Wî ji bona ku spekulasyon nebin, beriya hilbijartinê venegeriye. Lewra wê demê dihat qal kirin ku Partiya AKê dê namzetiya mebûsî teklifî Kemal Burkay bike.

Ez di baweriyê de me ku Kemal Burkay ji bona ku pêsiya van spekulasyonan bigre, beriya vegere Tirkiyeyê diyar kir ku dê siyaset neke. Lê pistî ku vegeriya welêt eleqeyek ji wî re hat nîsan dan û besek hevalên wî yên kevn yên Riya Azadî jî ew qane kirin, Kemal Burkay biryar da ku siyaset bike.

Di vê hercûmercê de eleqeya Partiya AKê ji Kemal Burkay re, vegera Kemal Burak ji aliyê min û ji aliyê gelek kesan de wek projeya hikûmetê hat sirove kirin. Lê pistî ku Kemal Burkay diyar kir ku projeyeka wî taybet û mezin tune ye, amade ye ku di HAK-PARê de siyaset bike, ev nêrîna gor baweriya min pûç bû.

Ji aliyê din de siyaseta Kemal Burkay ya Partiya AKê li hev kirin, girêdayî Tirkiyevî bûna wî ye. Wek tê zanîn beriya 12 îlona 1980-yî jî Kemal Burkay û hevalên wî pistgiriya CHPê kirin. Mimkune ku di vê çerçeweyê de pêweniyên wî û hikûmetê dom bikin.

Kemal Burkay wek tê gotin pistî ku vegeriya Tirkiyeyê û girêdayî helwesta hikûmetê helwesta wî li hemberî PKKê nehat guhertin. Kemal Burkay bi dehan salan e ku PKKê rexne dike û diyar dike Ocalan mirovê dewletê ye.

Her çiqas dem-dem girêdayî hesabên siyasî di ev helwesta wî de gûhertin çêbibin jî, nêrînen wî yên esasî nehatin gûhertin. Dem-dem xwest ku bi PKKê re tîfaq bike. Loma jî bi salan rexneyên xwe yên li hemberî PKKê dan rawestandin. Dema hat Tirkiyeyê jî, li hemberî PKKê helwesta wî gelek nerm bû. Loma jî çû Serokê Saredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr ziyaret kir. Baydemîr jî, li rûyê wî ew bi awayekî gelek ustatî rexne kir.

Di helwesta wî ya nerm de tîfaqa hevalên wî bi BDP/PKKê re jî rolek dilîst.

Amed, 06. 02. 2012

Ibrahim Güçlü

Back to top button