Nûçe

Em bi malper û bi navnîsaneke nû wesana xwe didomînin

Wek tê zanîn, ev demek e, vekirina malpera me li Tirkiyê ji xwendevanan re hatiye astengkirin. Heta nuha jî, dema xwendevan li ser navnîsana malperê ditikînin, notekî ‘Serokatiya Telekomunikasyonê’ dibînin. Li wir tê ragihandin ku li gor biryara ‘Dadgeha Cezayên Giran ya Istenbolê’ ya roja 04.08.2011-a, malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin..

Malpera Dengê Kurdistan ya ku ev 12 sal in, siyaseta xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê dimesîne, hinek der û doran aciz dike. Di zemanê vê biryara astengkirinê de, vegera Kemal Burkay wek sedemekî bi taybet xuya dibe. Ji ber ku nûçe û nivîsên li ser vegera Kemal Burkay û eleqeya mezin ya ku ji Burkay re hat nîsandan, di malpera me de bi awayekî fireh cîh girt û digre. Loma ew dixwazin bi astengkirineke weha pêwendiyên gel ji malperê qut bikin.

Îro li Tirkiyê sazûmana edaletê hîna jî wek yek ji astengên herî mezin li dijî azadiya ramanê tevdigere. Sazûmana kevnare dixwaze bi rê û metodên pasdamayî bigihêje armanca xwe.

Zordest û neyarên gelê kurd ji bîr dikin ku, îro, di dewra teknîka înformasyonê da, pêsîlêgirtina ragihandinê ne çare ye, ne jî mumkun e!

Ew qedexeya ku li ser malpera me heye, wê hîna çiqasî dewam bike em nizanin, loma me pêwîst dît ku em bi navnîsaneke nû ya web-ê malperê belav bikin. Navnîsana malperê ya nû www.dengekurdistan.nu ye.

Malpera Dengê Kurdistan ya ku 12 sal in di wesangeriya kurdî de xwedî ciyekî taybet e, wê ji vir sûnda jî bi helwest û biryar riya xwe bidomîne.

TÊBINÎ:
-Em hêvîdar in hemû malperên dost û welatparêz lînkê malpera www.dengekurdistan.nu di nav lînkên xwe de biwesînin. Em ji nuha ve spasiyên xwe pêskêsî wan dikin.

Dengê Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button