Nivîsar

Em Birayê Hevin

Dîyare kesên ku birayê hevin, divê ku ji dê û bavkî be. Heta yê ku ne ji dê û bavikî be, dikare dîya wan yek be, lê bavê wan ne yek be. Wêçaxê ji ê wilo re meriv dibêje zirbav, yanî mêrê dîya mero. Lê tucarî zirbavê ku dîya filankes, yan bêvankesî mehkirîye, zarokên jina xwe û yê xwe nake weke hev, hertim bi çavê ne ji malbatêye dinere li wî kurê/keça jina xwe.

Yên ku birayên hevin, mal û milkê bavê xwe, dikarin li hevdû behr-payê bikin. Lê yê ku ne layê bavkîbin, ne wêrisê mal û milkê wî bavî nin.

Îca heger ku meriv lawê apê hevbe jî, meriv dibe wêrisê hev. Ewjî kengî ku apê meriv û zarokên wî kes ji wan neman li jiyanê de, mal û milkên wan bi bira û kurê apê dimîne, ji ber ku herî nêzîk ewana ne, wêrisin.

Testhiledarîya tirkan dibêjin, em û Kurd birayên hevin, tu ferqîya me tune, em hemû hem welatîyên tirkîye nin. Ez dibêjim ev gotinek rij valaye, weke meriv savarikê-birxurikê çêke û bê rûn be.

Na ferqîya me geleke, tirk tirkin, Kurd Kurdin, ferqîya me ew e, heqê û hiqûqê mirovan û gelan çibe ê mejî divê ew be, li tirkî du gel hene, Kurd û tirk, ji ber ku min pêsîyê Kurd nivîsand, ev heqike, ji ber ku berî tirk bêne ser vê xakê, Kurd hebûne, ji ber wê min jî Kurd nivîsand, dibên, ‘lêv ji dirana ferztir e’.

Dînê me yeke, ala me yeke, welatê me yeke zimanê me yeke, tu ferqî di nav mede tune. Evjî dîsa rayedarên tirkan dibêjin.

Bavo çawa ferqa me tune, ligor ku misliman dibêjin, ji vir heta ba mala xwedê ferqya me heye, bi her hawayî. Erê dînê me yeke me qebûlkir. Lê ne ala me, ne zmanê me, ne welatê me, ne jê gelê me û tu tistên me nasibe hev, bi serê sêx Evdilqadirê geylanî dikim, hema em xwe nexapînin, Tirkno û Kurdno!.

Na, desthiledarîya tirkan rast nabêje, zagonek ji xwere çêkirine ku ji xeynî miletê tirk pêve tune, yên dinê hemû tirkin. Heger li tirkî tenê tirk hebûna, ev ser û pevçûnên ku bi sedê salaye têye kirin çîye? Bi dehan soresên Kurdan pêk hatine, bi dehên caran koçberîya Kurdan çêbûne, ev çine tirkno?.

Berî hertistî li tirkîye du miletê sereke hene, yek jê Kurdin, yê dudan jî tirkin û gelek gelên hûrgel hene, weke mînak; Rûm, Ermenî, Sûryanî, Laz û Ereb, evana hemû jî ne ji dê û bavikîne, dê û bavên wan ji hevdû cûdan in. Lê ser û pefçûnên vê herêmê em anîne cem hev, û divê ku em weke cîranan û sirîkan bi hevre bijîn, lê li ser asasê wek hevî.

Û ev hurgelên ku min li jorê navê wan got, hemû dixwazin ku nasnama wan, di destûra komarê de bêye naskirin raste rast. Û diwxazin ji dibîstana serete heta dibîstanên bilind serbest bi zmanê dîya xwe serbest bixwî nin.

Heger em birayên hevbin, divê her tistên me wek hevbe, meriv sirîkê hemû tistê hev be.

Na, heger em ne birayên hevbin, wêçaxê dîyare dibe ku zordestî û zulm têye bi kar anîn, li vî welatî.

Divê ku di zagona komarê de heqê hemû hurgelî û mirovan bi sêweyeke maqûl bêye parastin û têde cîh bigre.

Heger miletê ku li tirkî dijîn, çi tirk, çi miletê Kurd, çi jî hurgelên dinê, heqê wan weke hevbin, li ser bingeha wek hevî, ewçax tu gotin tune ku meriv bêje, em ne birayên hevin.

Lê na hema em birayên hevin nabe, divê gotin û emel-pratîk hevdû bixemilîne, divê ku pratîka gotinan bêye dîyarkirin û bê sopandin.

Erê hemû misliman jî birayê hevin li gor îslamê. Lê ne weha ye, çend komarên gelê misliman hene, li ser xaka vê cîhanê, bi sedan dewletên wan hene, lê yek ji wan naxwaze ku yek ji wan desthiledarîyê li êdinê bike, hemû dibêjin, ’em li vir û xelîfe li bexdê’ dibêjin.

Lê wexta ku mesela Kurdan kete holê, de em birayên hevin, ev çi ser û pefçûne, em jî mislimanin û em li welatê misliman dijîn.

Na, birano! Gelek ferqa me heye ji hev, bi sedê salane ku we em bindest kirine bi van gotinên xapînok û durîtîyê, hûn êdî nikarin me bi xapînin.

We Miletê Kurd perçe- perçe kirîye, we gelek ês û ezab, kustin dardarkin, bi hezaran kustin, koçberî, asimlasyon, we xêr û nîmetên ku ji ser erd û bin erda xaka bav û kaln me tê, we ji xwere heta ana bi kar anîne, em û ‘tirk, ecem û ereb’ tucarî nabin birayên hev, em weke zirbavan in. Binerin bê camêr kurê camêra Seleheddînê Eyûbî Kurdê Mezin dewleteke mezin ava kir, lê wî ne go ev tirke, erebe, yan jî filane, yan bêvane hemû gelê di bin desthiledarîya wî de bûn weke hevbûn, heq û hiqûqê wan, weke hevbû. Hûn hemû misliman vê meselê bas dizanin bê Salehadînê mezin ji bo îslamê çikir . Birayetî û meznahî weke ya Selehedînê Eyûbî Kurdî bû, ne weka ya we ‘ecema, ereba û ya tirka bû’.

Tehmûla we ji navê Kurdî û staranê Kurdî tune, îca çawa em û hûn emê bibin birayên hev, ev ne tu gotine. Ha berî çendakî bê polîsên we li bajarê stanbolê çikirin ji serê xorteke Kurd 15-16 salî bi xwe ji hêla Mêrdînê ye, li zikakê strana ku Ehmed Kaya bi navê (mavî turkusu) dibêje, polîs wî xortê bi navê Jêhat Kaplan dide ber boxsa û lêdanê, bi du ciha pozê-bêvla wî diskîne. Îca bav û kalên me gotinin ‘rîh dibe bihust, lê dijmin nabe dost’ em û van tirkên sovenîst û barbar emê çawa bibin birayê hev, bavo. Bavo weleh tucarî em nabin lawê bavê hav (tirkno), em Kurdin hûn jî xwedê zane bê hûn kurê kêne, dîya we xuyanîye lê bav xwedê zane.

-Li gora îslamê û olên ku hene li ser xaka vê cîhanê, hemû beser ji Adem û Hawan in, hemû ins û cins bavê wan Adam û Hawa ne. Lê weha dîyar dibe ku gelê Kurd ne ji adem û hawa ye. Heger em kurd ji adam û hawa bûna emê heta ana ne bindest bûna, em kurd ji jimbavêne, em û zarokê adam û hawa ne birayên hevin. Heger em birayê hevbûna wê rojik ji roja yekî misliman, ji dervî mislimanên gelê Kurd xwedî li me derketina.

Îca ez weke sexs dikarim navên deh bapîrên xwe bêjim, ku hemû Kurdin û kurên kurdane, tucarî ez lê rast nehatime ku yekî di malbata me de gotîye em û tirkan birayên hevin gotine, rehmetîyê bavê min digot, ev tirkên ku ji welatê asya hatin li serê me Kurdan bûn bele û xaka me dagirkirin, ma kengî emê ji van tirkan xelas bibin digot.

Em û tirkan ne birayê hevin û ne tu tistekî hevin jî. Kesê ku bêjin em û vana birayên hevin, rast nabêjin, wextê xwe bi vê gotina hana dimesînin, derbas dikin. Ezê nivîsa xwe bi gotinek bav û kalê xwe bi dawî bînim, ‘dijminê bav û kalan, nabe dostên lawan’.

***

Sersaxî:

Bi munasebeta ji jiyanê xatirê xwe xwestin, ji nav me koçkirina hevalike me, kekê minî delal û hêja Selahadin Yildiz, çavê xwe li jiyanê girt û ji nava heval û hogirên xwe û malbata xwe koçkir çû cîhana haq.

Bila serê heval û hogirên wî malbatê, gelê Kurd û bi teybetî zarokên wî Dilovan, Nîstîman, Bêrîvan û Serwan sax be, cîhê wî cineta baqî be.

Oxir be, kekê Selahedîn,
Ma te xatirê xwe ji Komkar-swêdê xwest keko
Keko heger te nexwestibe jî, helalê xwes be keko,
Hemû hevalên te yên komkarê xemgînin, melûlin bi koçkirina te ji nav me,
Oxir be kekê Selahadinê Farqînî…

Balkêş e ?
Close
Back to top button