Nivîsar

EM ÇIMA BINDEST IN? ‘ 5

Pêsnot:

Nivîseke min a bi çar bes û bi navê ‘Em Çima Bindest in’ , ku di sala 1977 da, ango 20 sal berê di rojnama HÊVÎ da bi navê Ferhad Can derketi bû û her usa jî di pirtûka min a teze AVZEM’ê da cî digre, çend roj berê di malpera min a face’yê da bes bi bes hat wesandin. Nuha min beseke teze lê zêdekir û vê besê li jêr pêskêsî xwendekaran dikim.

* * *

Xwendevanên delal, pistî salên 1997 jî kar û xebata me ji bo yekitiyê nesekinî. Hîn di payîza sala 1997 da ji bo sekinandina ser û avakirina pêvendîyên bas, ango ji bo asitiyê di navbera PKK’ê û partiyên Kurdistana Basûr (PDK-Iraq û YNK) me li Ewrûpa înîsîyatîfek çêkir (Înîsîyatîfa Kurd li Ewrûpa). Li ser banga me çend partî ji Kurdistana Bakûr û ji parçên dinê (ji Rojhilata Kuristanê û Rojavayê (Besa Sûriyê) hatin ba hev û komiteyek saz kirin, ji bo raya gistî beyan derxistin, ji her sê partiyan ra (PDK-Iraq, YNK û PKK) name sandin.

Komîta me di Adara sala 1998 da derbazî Sûrîyê bû. Li Samê me Ocalan dît, pist ra, ji bo dîtina serokên partiyên din, me xwest derbazî Kurdistana Basûr bin. Lê mixabin Sûriyê rê neda me; ji ber ku ji vê kar û xebatê ne kêfxwes bû. Malûm e, dewletên dagirker dixwazin Kurd serê hevdu bikin, lê naxwazin li hev bên.

Pir ne borî, li dawîya sala 1998 Ocalan ji Sûriyê hat derxistin, çend meh sunda li Kenya hat girtin û teslimî Tirkiyê bû. Pistî wê tistên ku bûn raya gistî pê zane. Ocalan teslimi dewleta Tirk bû, ket xizmetê û PKK’ê jî ew rûresî qebûl kir. Dewleta Tirk xwest bi riya Ocalan û PKK’ê, tevgera Kurd bi temamî vemirîne.

Hingê min wek Serokê PSK gazî hemû rêxistinên welatparêz kir, piçûk-mezin, çi partî, çi komele, çi rewsenbîr, me got: ‘tevgera Kurd li Bakûr di xetereke mezin da ye. Werin em hêza xwe bikin yek, alternatîfekê çê bikin. Da ku gel bê hêvî nebe, hêza gel di rêyeke rast da bimese’.

Pistî banga me li Swêdê, li Elmanya û li gelek welatên din civîn çêbûn. Li dawîyê li der welat ‘PLATFORMA KURDÊN EWRÛPA’, li hundur welat jî HAK-PAR çêbû.

HAK-PAR, wek partiyeke legal, demokrat, welatparêz projeya yekitiyê bû. Me hewl da ku hemû Kurdên welatparêz; çi sosyalîst, çi sosyal demokrat, çi lîberal, çi îslami, hemûya bînin ba hev û bi yekitiya wan hêzeke mezin çêkin. Bona vê yekê, Partiya Demokratî û Asitîyê (Demokrasi ve Baris Partisi-DBP) ku li welat di destê hevalên me da bû û kitlewî bû, dikaribû bikeve hilbijartinan, me ew jî feda kir, ango fesih kir, ji bo xatirê yekitîyê.

Lê mixabin, dîsa jî gelek kes ne hatin, tevî yekitiyê ne bûn, jê dûr man. Hinek jî hatin, lê zû bêzar bûn, tist mane kirin û çûn.

Wana, yan ji kar revîn û bi serê xwe man, yan jî bi usûlê feodalî, çend kes li dora xwe komkirin, her yekî ji xwe ra kozikek çêkirin, dilê xwe pê xwes kirin.

Lê mixabin ew kes tim û tim behsa yekitiyê jî dikin!

Xwendevanên delal, hal û mesele bi kurtî ev e!

Cardin dibêjim, kesî qasî me ji bo yekitiya hêzên welatparêz kar û xebat ne kiriye. Di vî warî da serê me bilind e.

Bi raya me, îro di tevgera Kurd a Kurdistana Bakûr da du xet hene. Yek ya PKK’ê ye û bi rastî ew ne xeteke welatparêz e. PKK ta ji destpêkê rêxistineke taseron e. Berê bi destê dewleta Tirk hat çêkirin û dijî tevgera gelê Kurd ya Bakûr hat karanîn. Pistra ket xizmeta Sûri, Iraq û Îran jî. Kara wê ji van dewletan ra, zirara wê jî tim ji Gelê Kurd ra bû. Îro jî usa ne.

Xeta din ya HAK-PAR’ê ye. HAK-PAR projeya yekitiyê bû ji bo hêzên welatparêz. Îro jî usa ne û ji hemû kesên dilpak û welatparêz ra vekirî ye. Yên ku duh ne hatine bila îro werin; yên ku hatine lê maneyek dîtine û çûne, bila kerem kin, dîsa werin.

Berî hertistî jî divê em bi bîr û bawerî, bi dil û can kar bikin, da ku gelê Kurd bikisînin nav refên HAK-PAR’ê. Insanê me îro ji her demî zêdetir rastiyê dibîne.

Yekitî bi vî awayî çê dibe, ne bi avakirin û zêdekirina kozikên piçûk.

3 Gulan, 2018

Kemal Burkay

Balkêş e ?
Close
Back to top button