Haber

Em ê bi serbilindî û kêfxwesî pêswaziya rêzdar Mesûd Barzanî bikin

Em bi navê sazî û dezgehên xwe, bi rêzdarî xêrhatin û pêswaziya tekoserê doza neteweya kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û sandeya kurd dikin ku dê di 16ê Çiriya Pasîn de bi serdaneke fermî bên Amedê.

Ev serdana dîrokî û qedirbilind ku dê li vî bajarê qedîm bê kirin, ne serdaneke ji rêzê ye. Lewra, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yekem car e ku bi sêweyeke fermî serdana bajarê me dike. Hun jî dizanin ku pistî eskerebûna hatina rêzdar Barzanî, di nav hemû kurdan û bi taybet gelê Amedê de cos û kelecaneke mezin peyda buye.

Wek tê zanîn, ev serdan di wext û rewseke gelek girîng û hesas de pêk tê ku li seranserê Rojhilata Navîn pêsî li guhertinên ciddî hatiye vekirin û herweha, ev herêm dê ji nû ve bê vesazkirin. Gelê Kurd jî, bi taybet Birêvebiriya Herêma Federe ya Kurdistanê di pêvajoya vê vesakirinê de aktor û xwedî roleke girîng e

Nermbûna pêwendiyên Emerîka û Îranê, hevdîninên rayedarên Tirkiyeyê û Hikumeta Navendî ya Iraqa Federe, rewsa Suriyeyê û PYDê, pêvajoya ‘asîtî û çareseriyê’ ya li Tirkiyeyê û hwd. aktorên herêmê mecbûr kirine ku her yek ji xwe re li ser xeteke nû hevalbend û hevpeymanên nû peyda bike.

Ji ber vê yekê ye ku ev serdana rêzdar Barzanî serdaneke ji rêzê nîn e. Ligel aliyê wê yê dîplomatîk aliyê wê yê siyasî, aborî, dîrokî û çandî jî heye. Bi taybet ji bo Gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê ev serdan, serdaneke gelek watedar e. Herweha, em di wê baweriyê de ne ku bi vê serdan û hevdîtina rêzdar Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê birêz Receb Teyîb Erdogan dê pêwendiyên Tirkiyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bighîne radeyeke stratejîk.

Wek tê zanîn, rêzdar Barzanî jî yek ji aktore siyasi ya pêvajoya ‘asîtî û çareseriyê’ ya li Tirkiyeyê ye ku ev salek zêdetir e tê mesandin. Em di wê baweriyê de ne ku rêzdar Barzanî, rola xwe ya di vî derbarî de jî bi cîh bîne û ji bo encamwergirtina ji vê pêvajoyê, bi pistgirî û pêsniyarên xwe asoya birêz Erdogan ya derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de firehtir bike.

Ji ber vê yekê ye ku em vê serdanê, ji hemû aliyan ve wek serdaneke dîrokî dibînin û hêviya me ew e ku hemû aliyên siyasî yên Kurd jî, di vê çarçoveyê de nêzîgahî li vê serdanê bikin û li ser vê esasî binirxînin.

Elbet tisteke din jî heye; dibe ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan vê serdanê wek amûreke siyasî jî bikar bîne û bixwaze ji bo hilbijartinên herêmî ji vê serdanê sûd werbigire. Lê, divê bê zanîn ku helwesteke bi vî rengî jî, dê tistek dîrokbûnî û giringiya ve serdanê nede windakirin.

Wek sazî û dezgehên kurd, em ê bi hatina tekoserê doza neteweya kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û sandeya kurd ya bajarê Amedê ku ji bo hemû kurdên li dinyayê wek kela serhildan û berxwedanê tê dîtin, gelek kêfxwes û serbilind bin.

Bi salv û Rêz.. 14.11.2013

Partiya Maf û Azadiyan
HAK-PAR

Dicle Firat Diyalog Grubu

Dengê Kurdistan

Back to top button