EM SEYID RIZA Û HEVALÊN WI BI RÊZ BIBÎR TÎNIN

Seyid Riza sala 1863’an li Dêrsimê, li gundê Lirtikê hatîye dinyayê. Seyid Riza kurê Pîr Seyîd Ibrahim ezana û bawerpêkirekî nasîyar e. Seyid Riza bi dersdarî û hînkarîya mamosta Mehmet Elî Efendî perwerde buye. Seyîd Riza pisti ku babê wî Pir Seyid Ibrahim wefat dike bi malbatî diçe li Axdatê bicih dibe û dest bi pîrîtîyê dike.
Her wekî ku te zanîn, Dersim di dema Osmaniyan da wek navçeyek xweser bu. Mîrayetîyeke bin av û deng bu. Dema ku komara nû a Turk damezra, xweserîya hemu mirekatîyên Kurdistanê hate hilwesandin. Seyid Riza her wekî Sêx Seîd, dixwest ev xweserî berdewam, lê komara nu a Tirkiyê vê rewsê qebul nekir. Lewra kete fikara ku wê Seyid Riza serhildanekî çeke. Rejimê tu berxwedanek li Dêrsimê destpê nekiribû, bi operasyoneke mezin êris anî ser Dêrsimê.
Ya di sala 1937 an de li Dêrsimê encam da, raste rast ‘qirqirin’ û ‘jenosidek’ bu. Bi dehan hezar kesê bêsûc û bêtawan hatin kustin, Her wiha bi dehan hezar kes jî li gor qanuna ‘Qanûna Iskana Mecburi’ hatin sirgû kirin. Necip Fazil Kisakürek di kîtêba xwe de (Son Devrin Din Mazlumlari) dibêje li Dêrsimê 50 hezar kes hatin kustin. Berî çend sala, Receb Tayib Erdogan jî dema behsa jenosîda Dêrsimê kir, gotibu ku ‘li Dersimê di wê salê de 90 kes bi destê rejimê hatine kustin. Receb Tayib Erdogan di wê deme de ji gele Dersimê lêborînê xwest lê tu gaveke giring derheqê vê buyera dijmirovtî ne avêt.
Rejima Kemalist xwestibu Kurdên Elewîyên derdora Dêrsimê ‘tedip’ yanî ‘biedep’ bike. Raporên teftêskarên gistîyên wê deme Abidin Özmen û, I.Tali Öngören û Alpdogan derheqê Dêrsimê de raporên xeter pêskêsî Mistefa Kemal kiribun. Lewra Mistefa Kemal fermana Kurda rakiribu.
Roja 14 Mijdara sala 1937’an; Mistefa Kemal li Elezîzê ji Seyid Riza dixwaze ku beyan bike ku ew posmane û dewa lêborînê dike, lê Seyîd Riza vê yekê qebul nakirîye.
Roja 15.11.1937 Seyid Riza û kurê xwe Husênê Resik digel pênç kesên dî hatine idam kirin.
Berxwedana Dêrsimê berxwedana parastina can û mal û mafên netewîyên miletê Kurd e.
Di wan salan de dewleta Turk li Dêrsimê bi dehan hezar kesên bêtawan û bêsuc kustîye. Lewra lazime dewlet îhtîbara Dêrsîmê bi pasve bide û birîna Dêrsimê bikewîne.
Lazime bizûyî cîyê qebra mezinên Kurda Sêx Seîd, Seîdê Kurdî û Seyîd Riza were nisandan û ihtiram û sîyaneta wan were îade kirin.
Em weki Partîya Maf û Azadîyan bi boneya 83. Salîya idamkirina Seyid Riza û hevalên wî de, hemû sehîdên Kurdistanê birêz û ihtiram yad dikin. 15.11.2020
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan