Nivîsar

Em sond bixun bibin pêsmergê dewletbûna welatê xwe.

Niha di jiyana gelê kurd da rojne dîrokî ne. Gerekê em xwe bextewar bibînin ku sedê vê dema pîroz in. Welatê me berbi serxwebûn û dewletbûnê diçe.

Pêsyê me bi axin û keser hatine, derbaz bûne, dagerkiran tenê bi zimanê çek û sîlihan, bi kustinê, wêrankirin û talankirinê, bersîva wan dane.
Neyar û dagerkirên Kurdistanê, dîrokê da, çi wesîtî hebûye Kurdistanê da pêk anîne.

Îro jî heçar perçê Kurdistanê da wesîtiya wan berdewan e!
Kurdistana bê dewlet, bê xwedî, bê hêz tu cara jî xezeb û zulma wan xilas nabe!

Kurdno bifikirin wê wa kuda here?
Rojekê gerekê dewî vê rezîlyê bê?

Ji wan netirsin! Heçar perçê Kurdistanê da jî gelê Kurd ji neyarê xwe bi hêztir û xurdtire!

Dewletbûn ji koletye, bindestyê, bêmafiyê, rezîlyê xilazbûna gelê Kurd e. Ew welatê kurda da dewî anîna neheqyan, komkujyan, wêranyan e.
Min temamya jiyana xwe xerîbyê, penaberyê da derbas kirye, min lingê xwe jî hê navîtiye Basûr, hukumdarya Basûr ji bo sexsê min tu tist nekirye, ew û mediya xwe qet derheqa min û karê min jî nizanin jî… Lê her kurdekî sîrhelal, ew li ku be, çi hali da be, çi olê û girêdayî kîjan hêzê be, gerekê rind zanî be, bo ji vî halê koletyê, xerîbiyê, rezîlyê, hebs û zindanên dagerkiran xilazbûna wî, zarok, malbet, gel û civaka wî tek rêk heye, ew Dewletbûna Kurdistanê ye.

Îro jî em dagerkiran ra dibêjin: „ Li vê dinya merdane da cî me teva ra heye, werên em bi asîtî, biratî, xatir ji hev bixwezin, dewî vê dijîtî, neyartiya nav gelên xwe bînin.

Nava xweda baxçê cînartiya qenc, dostanyê, alîkaryê, evînê daynin.
Lê hûn dibînin cînarên me, birên kurda yê bawaryê, ewên bi dewr-zemana xûna gelê me xwerin e, îro weke gura dîn û har bûne, hewara xwe dinyayê dadixin, hêwarze qalmeqalm hewar gazya wan e, çek-sîlihê zulm dikirin, lêne gelê Kurd, çi bi kurdî ye bisewitînin, biqelînin, tune bikin…
Biratya me naxwezin, koletya me dixwezin.

Kurdno, ku em dîsa Kole nemînin rabin em bi hevra, li van rojên pîroz sond bixun, bibin pêsmergê Serxwebûna welatê xwe-Kurdistanê:

ÎRO EM DEWLETA XWE ÇÊKIN!
SIBÊ WÊ DERENG BE!

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button