Emîndarê gistî yê GfbV Tilman Zulch: Netewa Kurd dewletêk serbixwe heq kirîye

Emîndarê gistî yê Komela Gelên Di Bin Xeterê Dê (GfbV) Tilman Zulch, netewa kurd dewletêk serbixwe heq kirîye.
Hevepyvîn: Seyîdxan Kurij
Emîndarê gistî yê Komela Gelên Di Bin Xeterê Dê (GfbV) Tilman Zulch 25ê Tebaxê de bi nameyek hemû parlementerên Almanya kir kû birayara xwe ji bo parastina Kurdîstanê bidin.
GfbV 1ê Îlonê roja diseme Li Berlînê çadirek danî kû bala raya gistî biksîne li ser rewsa kurdan. Wekû tê zanin Tilman Zulch qasî 40 salê dostê kurdanê û her roja teng ya kurdan de pistgirîya wan dike. GfbV serî de li ser rewsa Surîyê û Rojavaya Kurdîstan û Sengalê ji xebata ragihandinê û lobî dike. Em li ser rewsa Rojhelata Navîn bi birêz Zulch va bi telefonê axifîn.
Çend sala li Rojhilata Navîn pir tevlihev e, gelo sebebên vê tevlihevîyê, vê serê navxweyî çi ye? Di Rojhilata Navîn de çi dibe?
Rewsa Rojhelata Navîn ya niha disibe rewsa Ewropa ya berê serê cîhan ya yekemîn û dema herdû serên cîhan. Nijatperestî û fanatîzma olî bu sebeba pirsgirêkên ne çareserkirî yên civakî, polîtîk û aborî. Alîyek de sovenîzma nîjadperestî û nefreta dijberê neteweyên din, alîyek din de bê toleransbûn, nebûna demokrasî û fanatîzma olî tevgerên ûsa fanatîk î tundrew diafirîne. Ew tevger civatê dikin parçe parçê û dibin sebebên ew teqandina civakî. Ji ber ew rewsê gelên heremê û bi taybetî zî netew, ol û mezhebên curbecûr yên ne serdest zirarên pir mezin dibînin.
Hin analîst ew pevçûna mezhebî bi serê 30 salî ya Ewropa va didin ber hev.
Raste ew serê navbera sunî û sîîyan piçêk disibe serê 30 salî kû ji 1618 heta 1648 li Ewropa ajotibû. Ew ser esas serek navbera mezhebên fileyî Protestan û Katolîk bû. Lê pistra piranîya dewletên Ewropa tev li vê serê bûn. Sebebên ser kirina dewletan ji mezhebî zêdetir sîyasî bû. Divê nayê bîrkirin kû ew ser bu sebebê gelêk jenosîd, gelkujî û kerasetên mezin. Tenê ji birçîbûnê û nexwesîye sed hezaran însan mirin. Ez gûman dikim ew serê kû 400 sal sunva li Rojhelata Navîn di navbera sunî û sîîyan pêk hatîyê gavek zu bi dawî were.
Ez dixwazim werim li ser rewsa Kurdîstan. DAÎS li Surîyê û Iraqê ser dikir. Usa xuya bû kû enîyek din dijî kurdan veneke, lê niskava eris bir li ser Kurdîstanê, bi taybetî ji ezidîyên Kurd. Hûn ew kiryarên wan çawa dinirxînin?
DAÎS rêxistinek olî ya fanatîk e, ew ji di nav rêxistinên cîhadîst tên hesibandin. Li gor çavkanîyen wan, ew dixwazin li ser erdê bi hukmên Kuran desthilatdarîya xwe bi cîh bikin. Belê DAÎS çend salê li Surîye ser dike. Ew li Surîyê qaso dijî rejîmê, dijî Baas ser dikin, lê her cîhê kû digrin hembera gel dest bi terorê dikin. DAÎS li Surîye bi taybetî dijî gelên ne bisilmanên sune wek ezidî, suryanî, nuseyrî, elewîyên tirkmen, ermenî, duezî û yên din terorek hovane pêk tîne. Ew dixwazin hemû gelên heremê kû xwedî bawerîyan cude ne, ango ne bisilmanin bikujin, têkbibin û bi zorê ji heremê derxînin. Ji ber kû li Sengalê kurdên ezidî dijin, DAÎS berê eris bir li ser Sengalê, lê gava bikaribe hemû Kurdîstanê dagir bike.
Hinek analîst dibêjin ji ber kû serokê Kurdîstan birêz Mesûd Barzanî behsa serxwebûna Kurdîstanê kir û Parlemento ji bo referandumê biryar girt, DAÎS ew eriskirin pêkanî dakû ber bi plana serxwebûna Kurdîstanê bigre.
Li heremê dijî kurdan cepheyek nîjatperest, sôvenîst û paswerû heye. Dema Baas û berê Baasê qasî nîv mîlyon kurd hatin kustin, hemû Kurdîstan hat hilwesandin û aborîya kurdîstan hat weran kirin. Pistî azadbûna Kurdîstan hilbijartinên demokratîk pêk hatin, parlemento hat damezirandin û hikumet hatin damezirandin. Kurdîstan berê statuyek otonom , pistra ji statuyek federal bi dest xist. Li Kurdîstanê sîstemek pir partîtî ya demokratîk pêk hat, aborîyek netewî ges bu, di warên aborî, civakî, çandî avadanî de pêsketinên pir ber bi çav pêk hatin. Bi kurdan va hevra gelên din yên heremê wek ermenî, suryanî û trukmen ji azad bûn, ewdikarin bi zimanê xwe dibistanan vekin, wesanên radyo, Tv, rojnameyan biwesînin. Ango Kurdîstan ji bo heremê bû mînakek demokratîk.
Pistî girtina Misul ji alîyê DAÎSê edî de fakto parçe bu, yêkitîya dewleta Irak nema. Rêvebirên Kurdîstanê ji bi cîh anîna maddeya 140 û serxwebûna Kurdîstan anîn rojevê. Ew tistek normal bû. Wek hemû neteweyên dinyayê mafê netewa kurd ji heyê kû çarenusa xwe xwe bi xwe tayîn bike. Wan salên dawî de li Balkanan, Kafkasyayê gelêk cîhên din bi dehan dewletên nû hatin damezirandin. Kurdan xwedîbûna dewletek serbixwe heqkirine, lê dibe kû ji ber sbebên taktîkî îlan kirina dewleta Kurdîstan ji bo demek pasva were avêtin.
Wekû tê zanin hemû dewletên heremê û hemû dewletên ereb dijî dewleta kurd in. DAÎS ji bi tundî dijî dewleta kurde. Ji ber wê pêwendîya gengesî kirina dewleta kurd û erîsên DAÎS bi hevra heye.
Em werin li ser polîtîkaya Almanya. Hûn polîtîkaya Almanya ya Surîyê çawa dinirxînin.
Li Surîye dijî dîktatorîya Esad û rejîma BaaS serîlêdana gelên Surîye, tevgera demokratîk rewa bû. Lê pistra alîyek de terora BaaS ji alîyek din de terora grubên îslamîst yên fanatîk destpê kir. Divê serî de Almanya û hemû dewletên rojawa pistgirîya tevgera demikratîk ya gelên Surîye bikiriba. USA ji hemû dewletên rojawa ji ew xeletî kirin.
Niha divê pistgirîya asurî, keldanî, ermeni, turkmen, durzî û kurdên kû li Surîyê dijin were kirin, ew werin parastin.
Divê hembera sîvîlan sîdet karanîn were sekinandin, hemû hêzên dijberên rejîmê yekîtîya xwe pêk bînîn, hemû hêzên dijberê rejîme, bi taybetî ji PYD cîhên bin kontrola xwe de mafên mirovan bin pê nekin, azadîya çapamenî û ramanî garantî bikin. Divê ne tenê eris birina Essed, eris birina hemû hêzên din ji li ser gelên sîvîl were asteng kirin. Divê hemû alî mafên kurdan yên xwe îdare kirinê, mafên mirovî yên asurî- Aramîyan, fileyan, ezidîyan, elewîyan û durzîyan garantî bikin.
Rewsa Surîye pir tevli hev e, lê ji aram bûna heremê, ji bo parastina gelên heremê divê rejîma BaaS were hilwesandin.
Almanya qasî 60 salê çekan nasîne heremên kû krîz heye, tevlîhevî heye, lê niha dixwazê çekan bisîne Kurdîstan. Hûn guherîna vê polîtîkayê çawa dinrixînîn?
Alamanya her tim çek firotine heremên tevlihev. Almanya çek difirot Tirkîyê, Irak, Îran û dewletên din kû tê de jenosîd pêk hatin. Tirkîye ji çekên Almanya dijî kurdan karanî Îran û Irak ji. Di sala 1970 an de raketten Panzerên Cobra ji alîyê Messerschmitt-Bölkow-Blohm’ (MBB) ji bo Baxdat hatin sandin. Di sala1987 an de fîrmayên almanya Karl Kolb und Pilot Plant li Iraqê endustrîya çekên kîmyevî ava kirin. Bi ew çekên kîmyevî li Halepçeyê komkujî pêk hat û bi henzaran gundên kurdan û asurî ‘ keldanîyan hatin xira kirin,bi henzaran kurd hatin kustin.
Rêxistina we GfbV çi dike pozîsyona we çi ye?
Nêzikî 40 salê GfbV di çar parçeyên Kurdîstanê de ji bo mafê mirovan kar dike. Me her tim ew çar parçeyan de binpêkirina mafên netewî yê kurdan û mafên etnikî û mirovî yên ezidîyan û fileyên asurî ‘ keldanîyan qeyd kirin, raport amade kirn û anîn rojeva raya gistî ya navnetewî. Me komkujî û koçberbûna kurdan, vala kirina gundên kurdan yê Iraqê, teqîp kirin, kustin û koçber kirina kurdan li Tirkîye, Îran û Surîye bi çapkirina hest kîtêban, kovara xwe Pogrom, civînên çapamenîyê û hevpeyvînan, anîn rojeva Ewropa. Me nunerên kurdan dawetê Almanya kirin, me ji bo kurdan çalakîyên pistgirîya mirovî pêk anîn, me ji bo nûva avakirina gundên Kurdîstana Basûr alîkarî kir.
Me diji çek firotina fîrmayên Almanya ya Iraq û dewletên din karû xebat kirin, me li ber dadigehên Almanya gilîya ew fîrmayan kirin. GfbV ji bo kurdên Kurdîstana Basûr xebatên dîplomatîk ji kirin.
Ji destpêka sêrê navxweyî li Surîye heta îro GfbV bê westan ji bo alîkarîya gelên Surîye yên kurd, ermenî, asurî-keldanî, tirkmen û durzîya çalakîyên xwe dîdomîne. Em li Almanya karên ragihandinê ji bo rayagistî, karên dîplomatîk dikin. Em qampanyayên alîkarîya humanîter pêk tînîn û ew alîkarîya maddî dibin li Surîye ji bo gelên Surîye belav dikin. Em bi sîstematîk bi pirsgirekên penaberan va mijul in. Em hewl didin kû hemû dewletên Ewropa zêdetir penaberan qebûl bikin. Ew hewl didin kû ji bo çareserkirna pisrgirêka Surîyê konferansek navnetewî pêk were û li vir ne tenê rejîm û dijber hemû gelên ne ereb û hindikayîyên olî, zimanî û çandî ji werin temsîl kirin.
Ji destpêka kareseta Sengalê vir va me destpêkir, heman karên ragihandinê, dîplomatîk û çalakîyên din ji bo gelê Sengalê ji dikin.
GfbV di 25ê tebaxê de bi civîna çapamenî ji bo hemû parlementerên Meclîsa Federal ya Almanya nameyek sand kû ji bo çek dayîna Kurdîstan erê bêjin. Sernivîsa nameya ûsa ye, Li hembera gefên wehs yên barbarên sedsala 21. An divê herema Kurdîstan ya pirolî û pirnetewî tenê neyê histin’. Ew hemû dewletên rojawa daxwaz dikin alîkarîya ezidî, sebek, tirkmên û fileyên heremê bikin, ango çekan bidin Dewleta Federal ya Kurd kû bikaribê gelên heremê dijî ew barabarên 21. An biparêze.
Em ji Almanya daxwaz dikin kû ji bo sekinandina gelkujîya ezîdîyan, fileyan û hindikayîyên din çalak be û ji bo parastina gelên sîvîl alîkarîya çekan û alewên din yên xwe parastinê bisîne. Dîsa ji bo gelê kû cîh û warên xwe teriqandine li çîya qampan dijin alîkarîya humanîter were kirin.
Wezîrê dervê yê Almanya Frank-Walter Steinmeier dijî serxwebûna Kurdîstan tê û tê îddîa kirin ku gava ji bo kurdan çek were sandin, ew dikarin bi alîkarîya ew çekan serxwebûna Kurdîstan pêk bînîn. Em ew îddîa red kirin û ew argumentê sas dinirxînin. Ji ber kû hikumeta navendîya Iraq ne desthilat e û bê hêz e, divê ji bo parastina gelên sîvîl divê hêzên parastina ya Kurdîstana Iraq werin çekdar kirin.
Pistî genosîd û zordarîya salan ya li ser kurdan Almanya pistgirîya serxwebûna Kurdîstan bike.
GfbV ji bo ku ew daxwazên xwe bigîhîne raya gisti di 1ê Îlonê de li Berlînê çadirek vekir û li vir çalakîya xwe didomîne.
Not: Besek vê hevpeyvînê bi tirkî malpêra Rûdaw’ ê de hat wesandin.
Çavkanî: http://rudaw.net/turkish/interview/26112014
Dengê Kurdistan