ENCAMA REFERANDÛMA 25’Ê ÎLONÊ, KILÎLA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YE

Ji pistî herdu serên cîhanê sitatûya erdnîgarî a sîyasî ya cihanê hat guherandin. Kolonyalizm li gelek cîyên cîhanê têk çû, imparatorîyên hikimdarê wê cihana kevnar yek bi yek hilwesîyan. Ji wan imoaratorîyan bi dehan dewletên nû peyda bûn, ku piranîya wan bê ser û pevçûn bûne xwedî desthilat û qedera xwe bi destê xwe va tayin kirin. Ew dewletên bermayê imparatorîyên qedim yên cîhanê niha endamê sazumana NY (Neteweyên Yekbûyî) ne. Hinek ji wan bune endamê Yekitiya Ewrupa. Her yek jî wan jîyaneke serbixwe û serfiraz dimesînin.
Hinek dewlet jene, ku di wî qonaxî da û her wiha bi biryara hêzên emperyal, bûne xwedî dewlet ku nifûsa wan hingî bajarekî Kurdistanê ye, lê îro bûne desthilatdar di pirsgireka qedera gelek miletên sereke, qedîm û mezin tayin dikin. Bêgûman serxwebûn û azadî mafê her miletêkî ye.
Di vê qonqxê da, tenê Kurdistan ji serxwebûnê bêpar ma. Ew yek jî li alîyekî, Kurdistan hate dabes kirin û di nav çar dewletên rojhilata Navîn da hate parve kirin. Dewleta îran hê di sala 1639’an de perçeyekî Kurdistanê xistibû bin bandora xwe. Mixabin ku Iraq û Surîye hê dewlet nebûn. Hêzên emperyal ew kirin dewlet û wek xelat ji bo her yekî parçeyekî Kurdistanê peskes kirin. Komara Tûrkîyê jî, nû hatibû ava kirin û parçeyê herî mezin jî kete bin desthilata Komara Tûrkîyê. Çar dewletên ku Kurdistan di navbera wan da hatîye dabes kirin, yek ji wan jî, bi ser û hêza xwe a serdest va Kurdistan bindest nekirîye. Lê hêzên emperyal ew kirine xwedî desthilata parçeyên Kurdistanê. Ew dewletên ku niha parçeyên Kurdistanê di bin destê wan dane; bi hemê hêz û karînên xwe va li ber xwe didin ku Kurdistan azad nebe.
Ew sazûmana dijberî Kurd a cîhanê, di serdema nû da, vekisîya. Lê di bin çavederîya hêzên emperyal da, vê carê jî sazumaneke herêmî hate ava kirin, ku îro wek sazûmana dijberîya Kurd a Rojhilata Navîn tê nasîn ku serkêsîya vê sazûmanê Îran û Turkîya dikin. Kurd miletekî qedîm, runistevanê vê herêmê ne û hezaran sale di welatekî da dijin ku navê wî Kurdistan e. Welatê Kurdan be rizayê Kurdan hatîye parçe kirin. Nifûsê Kurdistanê hingî pêncî û du dewletên serbixwe yên cîhanê ye, lê Kurdistan hê jî bindest e.
Heyf û mixabe ku Miletê Kurd vaye sed sale li benda statûyeke sîyasî ye.
Helbet miletê Kurd jî, sedem ku xwediyê mafên rewa ye, heqe ku qedera xwe di çarçoweya statuyêke siyasî da kivs bike û welatê xwe wek welatekî azad idare bike.
Di sala 2017 yan da, bi sedem ku dewleta Îraq erkên xwe yên yasayî beramber bi basûrê Kurdistanê neanî cî, Kurdan qerar dan, ku bi gelpirsîneke gelêrî (referandum) ji gelê Kurdistanê bipirsin, ka gelo vê rewsa heyî dixwazin yan dewleteke serbixwe dixwazin. 25’ê Îlona sala 2017 yan ev referandum pêk hat. Gelê Kurdistanê ji seda 93 erênî kir, ku ‘dewletek serbixwe’ dixwaze. Her wiha ew navçeyên Kudistanê den ku bi hikumeta merkezî a Iraqê va girêdayî mane, ewan jî bi piranî erênî kirin, ku bi hikumeta herêma Kurdistanê va werin grêdan.
Ev encam, wek rojeke pîroz hate nirxandin di dîroka Kurdistanê da.
Lê dijminên Kurdan, bi hevdengî va encama referanduma ku bi sêwazeke demokkratîk hatibû çê kirin, nepejirandin, rêz li encama referandûmê negirtin. Neyarê Kurdan ji vê biryarê gelek tirsiyan û nerihet bûn. Ji bona ku encama referandûmê birêve neçe, anku rê li Serxwebûna Kurdistanê were girtin, hewlên mezin nîsan dan. Çi ji deste wan hat kirin. Li desthilatdariya Kurdistanê û a Serok Barzanî eskere tehdît kirin û heqaret kirin. Pasî ji, ji bona ku Kurdan çavtirsî bikin, tedbîr, qatên leskerî yên hevpar çêkirin. Basûrê Kurdistanê bi her alî va dorpêç kirin û rê û derge girtin, seferên balafiran qedexe kirin, bi kurtasî bi sêweyekî dijminane gelê Kurdistanê avêtin nav astengîyên mezin. Lê feyde nekir, miletê Kurd got: “bê minet’ û li ber xwe da, geyîste van rojan. Miletê Kurd carekê biryar daye, wê Kurdistaneke serbixwe were damezrandin. îro be, yan jî, sibê be, êdî dinya alem dizane ku wê dewleteke Kurdistanê a serbixwe çê be.
Lazime di vê serdema nû da, miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind bike, bi gêjîne civaka navnetewî û her wiha û bi pêsîra hêzên emperyal bigre, ji bo dahatiya xwe, doza statûyeke sîyasî bike. Miletê Kurd di vê serdemê da, vê rewsa dabeskirî bi hîç siweyekî qebûl nake û ji bo vegûherandîna vê qedera res li ber xwe bide, ihtiraza vê rewsa nerewa bike.
Xweshalim ku bi rêbaz û rênîsandarîya, serwerê Miletê Kurd Cenabê Mesûd Berzanî, li derveyê welat NAVENDA KURDÊN DÎYASPORAYÊ (Navenda Revena Kurd li Derve) tê ava kirin. Bêguman ev hingaveke gelekî giring e. Ji mafê çarenûsîya Kurd û Kurdistanê xebateke gelek bi nirx û hêja ye. Em wekî HAK-PAR’ê, bi hemû hêz û karina xwe va, pistgir û pistevanê vê navendê bin û ji bona damezrandin û xebata Navenda Kurdên Dîyasporayê çî wezife bikeve ser mile me, em hazirin ku encam bidin.
Bêguman encama referandûma 25’ê îlonê, kilîla serxwebûna Kurdistanê ye.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR dibejin ku 25 ‘ê îlonê navê cejneke nû ya netewî ye di dîroka Kurdistanê de. Navê vê cejnê di ayende da bêguman wê bibe ‘Roja Biryara Serxwebûna Kurdistanê’
Sedhezar car pîroz be ev roja qedirbilind û pîroz.
Her bijî vîn û îrade û rêbaza gelê me yê Basûrê Kurdistanê.
Silav li Kurdistana serbixwe û demokratik.
HAK-PAR yar û yarîderê Navenda Kurdên Diyasporayê ye.
HAK-PAR çaverê û dilxwazê Kurdistanek serbixwe ye.
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan