Nûçe

Enfalkirina 8 hezar Barzanîyan hat bîranîn

Hewlêr – Li goristana sehîdên enfalên Barzanîyan, merasima 30.mîn salvegera cînosayda Barzanîyan ji alîyê wezaretasehîdan û enfalkirîyan ve û bi hevkarîya serokê yekeya îdarîya deverê û rêkxistinên civaka svîl li devera Barzan bihê sazkirin ku dê tê de berpirsên pile bilindên hikûmî û hizbî û mêvanên bîyanî amade bin.

Berevan hemdî birêveberê gistîyê wezareta sehîdan û enfalkirîyan û serokê lijneya amdekara salvegerê ragihand, ku armanca serekîya zîndûkirina evê yadê, hildana rûpeleke din a res a tawankarîya rejîma Beisî ya ji nav çûyî ye ku di 31/07/1983 de li dijî xelkê bêtawanê Barzan li komelgehên Behrike û Qostepe û Herîr bi enfalkirin û kustina 8000 nûlaw, law û zilam û pîrên Barzanî encam de û ew berev bîyabanên basûrê Iraqê birin û bi zîndî çalkirin.

Beevan Hemdî teekzî jî kir ku ev bîranîne dibe peyamek bo hemû cîhanê ku ew tawana ku li dijî gelê Kurd hate encamdan, tenê bo ewê bû ku ew xelk Kurdin û nawçeya Barzan jî hemêse nawçeya sores û berxwedanê bûye û gelê Kurd jî hîç demekê evê tawanê ji bîr nake.

www.peyamner.com

Dengê Kurdistan

Back to top button