Erdoxan kurê xwe disîne Colamergê an Filistinê

Îro 67ê rojin ku, hinek girtiyên Kurdên siyasî, jibo heq û huqûq û azadîya miletê xwe ketine birçibûna mirinê. Ez naxwazim li ser metoda birçibûna wana, rast e, an ne rast e analizê bikim. Ez tenê dibejim ku, her camêr nikarê 67 roj birçi biminê. Li canê xwe ra ezîyet bike. Ew insanên ku birçi dimînin, daxwazyên wan çine? Sê daxwazên wan hene:
1-Dixwazin di dadgehan da bi zimanê Kurdî baxiwin.
2-Dibêjin zarokên Kurda, bi zimanê Kurdî werin perverde kirin.
3-Tecrît a li ser Ocalan were hildan.
Gelo Erdoxan an jî mebusêk Tirk di dadgeha kurdistanê beje ‘Ez tirkî bas dizanim, bi zimanek din nikarim xwe ifade bikim. Hakimê Kurd bêje ‘Nabe wele tu mecbûrî kurdi baxiwî.’ Gelo ev kes, wê çi bifikirin û çi bêjin?
Serokwezîrê Tirka Erdoxan, sibe radibe heta êvare, kurda tehdit dike, kufur û heqeret dike û tehdît dike. Tu kes ji Erdoxan ra nabejê tu fasist î, tu zalimkar î tu terörist î. Ema ew sibê heta êvarê gelek gilîyên pis, ji Kurda ra dibêjê.
Erdoxan, her êvar bi zarok û jina xwe ra, li mala xwe da rutinê. Bi heval û hogirên xwe ra di ciyên germ û rehet da dixwe, vedixwe, kêf û henek dike. Êvarê ji dikeve nav cîyên germ radize. Milet birçî ye, feqîr e, belangaz e, talasa Erdoxan nîn e. Dayîkên belengaz û dilsewat qet nayê bîra wî. Li nav nivînên xwe da rehet radize. Sibetirê bi otomobila xwe sîyar dibe, diçe meclisê. Derdikeve ser dîkê, çi tê aqlê wi, dibêje ha dibêje. Milet ser gotinên wî çi difikire, çi dibêje talasa Erdoxanî nîne.
Erdoxan jibo zarokên Bisilman ax û wax dike. Jibo Bisilmanên Filîstînê, sibê hetanî êvarê, dike qareqar û barebar. Qala heq, huqûq û edaletê dike. Gava pirs tê ser Kurda, vêca dibe gurek har erîsê miletê Kurd dike.
Madem jibo zarokanê bisilmanan ax wax dikî, dinyayê gazî hewarê dikî, çima tu zarokanê xwe nasinî hewarîsa wana? Çima zarokên xwe nasînî nav serê Kurdistanê?
Hela zarokên te bila çend roj birçi biminê, kur û keçê te di ser de birîndar be, nexwes bikeve, vêca emê mêranîya te bibînin. Dibe ku tu vêca hal û ehwalên Kurda piçek be jî, fam bikî.
Dê û bavên me, ber çawên zarokanê me hatin kujtin. Berxvanên me yên deh salî, bi mitralyozan hatin kustin.
Di nava sî salan da çil hezar Kurd hate kustin. Hûn hê ji xwîn dirêjînin.
Hestîyê kal û bavanên me, hestîyên sehîdên me di di bin axê da rizîyan. Gund, zevî û daristanên me hate wêran kirin. Wa li zîndanan da dest avîte namûsa me. Wa bi roj û sev girtîyên me ra iskence kir.
Hoooo Erdoxan! zarokên kurda, di bin tankên Tirkan da man. Dibe ku tu vana bîrkir. Lê em tu car vana bîr nakin. Tu evî bas bizani be.
Li Sivasê da we agir berda, zarok, keçik, jin û mêrên me. Ev tê bîra te?
Polêsên we, di zaningehan da, porên keç û lawên me girtin dan ber jop, kulm û peînan. Tê bîra te?
Di Roboskî da eskerên we, miletê me da ber mitralyoz û bonban. Ev tê bira te?
Di salan virda ne jinen kurd, Dayîkên Semîyê ‘Cumartesi anneleri’ li ber derê Lisa Galatasarayê da, ten cem hev. Hele bikeve nava wan jinan. Binhêre ew keç, xort, bav dayîk derheqê te da çi dibêjin. Guh bide wana:
Ew edî ser ne xwazin. Ew asîti dixwazin
Ew meytên, hestîyên kal, bav û zarokên xwe dixwazin.
Ev jinên ku zaroke xwe di bin çawanda wînda kirine, destên wan di pîsîra te da ne. Hûn hinek zarokên me wunda dikin, hinekan dikujin, hinekan jî seqet dihêlin. Qasogiravî tu her roj pênc weqit nimêj dikî, tu dibêjî ‘Ez bisilmanim.’ Ev çito Bisilmanîye ?
Erdoxan ger tu bisilmanî. Ger tu dibejî ‘Ez kurê dayîka xwe me.’ Gûh bide zindanan, guh bide Galatasarayê, guh bide gireva birçîbûnê, guh bide miletê Kurd.
Ger tu wî pirsa Kurdan serast nekî, cîye te cehenem e. Zebanî wê werin te bavêjin sîtila qetranê. An jî bendek bavêjin hustîyê te, di Cehnemê da bigerînin.
Gava ku milet pesnê te didin, çevên te dibiriqê, tu gelek Qurrê û kêfxes dibî. Gava milete me dibêjin ‘Bijî Kurdistan’ veca tu dîn dibî.
Gava Kurd dibêjin ‘Bijî azadî, bîjî pesmerge, bijî gerilla, bijî Kurdistan. Esker û polisên te wekê gurê har, erîsên Kurd dikin. Hele bêje min, tu çima guh nadî Kurda?
Guh bide miletê Kurd. Ger guh nedî, malbata te, partîya te, dewleta te, wê totê newalê be. Emê li ser te weqtek nezik da fatihe bixwînin.
Necla Çamlibel