Nûçe

Eskerê Boyîk li Komela pistgiriya HAK-PAR Ewropa pirtûkên xwe dan nasîn

Dr Eskerê Boyîk di 22.05.2016 an da bû mêvanê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa û HEVALTÎ Bottropê. Helbestvan, nivîskar, lêkolînerê hêja her du pirtûkên xwe li besdaran dane nasîn. Naveroka herdu pirtûkên bi navê Bahoz û Tolhildan, dîsa bi zargotina kurdan, ya ku bi kul û kederan, bi ês û azaran va tijî bûn. Dîsa ser, kustin, nefîbûn, talan kirin, ji cîhê kalû bavan revîn, bibû naveroka vê roja ku mamoste dixwast li ser herdu pirtûkên xwe besdaran agadar bike.

Politika zimên ya dagirkeran û hinek gelên ku, li ser axa kurdan jiyan gel kurdan parevedikirin, taybetî jî polîtika di derheqa zimanê kurdî da jî hate rojevê. Polîtikayên farisan, ereban, tirkan, ermeniyan, ezeriyan bi nimûneyan va hatin ser ziman. Nivîskar, zimanzan, rojnamevanên ku besdarî vê civînê bibûn, bi nêrînên xwe yên curbe cur va reng dane civînê. Meriv dikare bêje, ku danûstandinên zanistî hatin mesandinê.

Her çiqas hate cedandin, ku Dr. Esker û mêvan li ser zargotina kurdan, çîrok û romana kurdî bidin bistînein, dîsa jî giraniya sîyasetê kete rojeva rojê. Dema ku li ser sedeman dihate niqaskirinê, bê dewletbûna kurdan dibû pirsa sereke.

Dr. Esker li ser rola zargotinê jî sekinî; got: „Zargotin jî beseke edebiyatê ya giringe, lê belê divê ev heyîna zargotinî derbasî ser kaxezê be. Wekî di yê rojekê unda be here’. Mamoste berdewamî got: „Dewlemendbûna zargotina kurdî ji bo nivîskaran, ji bo nivîsîna çîrok û romanê bihgeheke gelekî giringe’.

Banga mamoste ya rojê jî ew bû: „Bo ku em sûdê ji vê zargotina xwe wergirin, wê pêsta bibin, pêdivî heye, ku kurd zimanê xwe bikin zimanê danûstandinê, nivîsandinê, bazarê. Divê em dev ji zimanê xwe bernedin, wekî di zimanê bihele. Zargotina me yê badihewa here. Hela hê komeleke me ya nivîskaran tune. Ji bo kar û xebatê rêk û pêk jî, pêdivîya Kurdistaneke azad heye. Bê dewlet, em nikarin ji bin vî barî rabin’.

Di navber û di dawiya civînê da helbestvanê hêja, helbestên xwe yên nû ji bo besdaran xwendin. Di rêzên helbestan da jî, kul û keder, komkujî, bêbextiya kurdan ya di nav xwe da, bê welatî û xerîbî hebû. Gava ku eskerê Boyîk bi wê nerma xwe va helbest xwendin, birînê tevaya besdaran tevdan. Wê gave hêsir tijî çavên wî û gelek besdaran bûn, dengê wî lerizî.

Xwendin bi pirs û bersivan va hate dawî. Besdaran pirtûkên Eskerê Boyîk dane imzekirinê. Ji pistî dawîhatina civînê ra jî danûstandinê di navbera mêvanan da berdewam kir.

Mêvanê me ji Wuppertal, Koln, Bonn, Dortmund, Duisburg, Essen, Oberhausen û Botropê bûn.

Dengê Kurdistan

Back to top button