Nivîsar

Ev qonaxê nu divê çawa were xwendin

Her wekî tê zanîn, van rojan, Miletê Kurd di qonaxeke giring de derbas dibe. Nêzîkî sî salan PKK serê çekdarî kir, bi hezaran keç û kûrên welat hatin kustin, gund kavil bun, mal wêran bun, jiyan di nav xwîn û xwêdanê de, vekisîya hetanî van rojan hat. Lê sed heyf û mixabin ku, gelê Kurd, hê, jî nîrê bindestîyê rizgar nebuye. Heyf ku ewqas ked û emeg, berhewa çû, ewqas ewladê Kurd, di bahara temenê xwe de, jîyana xwe ji dest dan.

HAK-PAR, ji roja ewil û hetanî îro, bê sekin û seqar, got ku serê çekdarî xesarê dide tevgera Kurd. Sedem vê yekê, lazime çek bi herhal, werin rawestandin, siyaset were serkar û astiyek seranser were pêkanîn. Lê di wan rojên dijwar de, kesî bi gotina me nekir, ser bi hemu malxirabiya di gel xwe re, dewam kir.

Çawa ku xuya dike, îro, tarîxê me mafdar derxist. Hate dîtin ku ser ne çareye.

Iro, qonaxek nû dest pêkirîye. Dewlet û PKK bi hevre di sêwirin ku, ka gelo biçî awayî ser rawestînin û çekan beralî bikin. Partiya Maf û Azadîyan HAKPAR, pistgirîya vî qonaxî dike û divê ku rojek zûtir, ser ji pêsîra welat veqete. Lazime ku were zanin, HAKPAR, pistevanîya xebata çek rawestandinê dike û eger di vî qonaxîde, erkek bikeve hazire bîne ci.

Lê, rawestandina ser û lihevhatina Dewletê û PKK ê nayê wê manayê ku pirsa Kurd bi vê yekê, wê çareser bibe. Lewra mesala lihevhatina Dewlet û PKK’ê, tistek din e, mesela çareserkirina maf û azadîya Kurdan, tistek dine. Ser raweste jî, dema ku Kurd negêjin mafên xwe yên netewî û demokratik, mesela Kurdan ji holê ranabe. Helbet seknandina ser, rê li ber xebata azadî û wekhevîyê vedike. Lê, hetanî hemu mafên Kurdan neyê nasîn, Kurd nagêjin armanca xwe.

HAKPAR rêya çareserkirina pirsa Kurdî, di federesyoneke demokratik de dibine û ji bo vê armancê dixebite. HAKPAR, alîgirê yekîtîya gele Kurd e. Pês hemu tistek, lazime Kurd bibin yek û xwedî li maf û azadîyên xwe derkevin.

HAKPAR ji bo geyistina vê armancê hewceyê pistgirî û alikarîya we ye. Di vê roja piroz de em dibêjin dest bidin destê hev, ji bona ku Kurd serkevin û bigêjin azadî û wekhevîyê. Hîvîdarim ku Kurd vê carê bi mirazê dilê xwe sa bibin.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button