EV QONAXÊ NU DIVÊ ÇAWA WERE XWENDIN

Her wekî tê zanîn, van rojan, Miletê Kurd di qonaxeke giring de derbas dibe. Nêzîkî sî salan PKK serê çekdarî kir,bi hezaran keç u kûrên welat hatin kustin, gund kavil bun, mal wêran bun, jiyan di nav xwîn u xwêdanê de, vekisîya hetanî van rojan hat. Lê sed heyf u mixabin ku, gelê Kurd, hê, bi tevayî, jî nîrê bindestîyê rizgar nebuye.Heyf ku ewqas ked u emeg, berhewa çû, ewqas ewladê Kurd, di bahara temenê xwe de, jîyana xwe ji dest dan.
HAK-PAR, ji roja ewil u hetanî îro , bê sekin u seqar, got ku serê çekdarî xesarê dide tevgera Kurd. Sedem vê yekê, lazime çek bi herhal, werin rawestandin, siyaset were serkar u astiyek seranser were pêkanîn. Lê di wan rojên dijwar de, kesî bi gotina HAKPAR’ê nekir, ser bi hemu malxirabiya di gel xwe re, dewam kir.
Çawa ku xuya dike, îro, tarîxê me mafdar derxist. Hate dîtin ku ser, ne çareye.
Iro, qonaxek nû dest pêkirîye. Dewlet u PKK bi hevre di sêwirin ku, ka gelo biçî awayî ser rawestînin u çekan beralî bikin.Partiya Maf u Azadîyan HAKPAR, pistgirîya vî qonaxî dike u divê ku rojek zûtir, ser ji pêsîra welat veqete.Lazime ku were zanin, HAKPAR, pistevanîya xebata çek rawestandinê dike u eger di vî qonaxîde, erkek bikeve ser mile HAKPAR ê , ew hazire bîne ci.
Lê, rawestandina ser u lihevhatina Dewletê u PKK ê nayê wê manayê ku pirsa Kurd bi vê yekê, wê çareser bibe. Lewra mesala lihevhatina Dewlet u PKK’ê,tistek din e, mesela çareserkirina maf u azadîya Kurdan, tistek dine.
Ser raweste jî, dema ku Kurd negêjin mafên xwe yên netewî u demokratik, mesela Kurdan ji holê ranabe.
Helbet seknandina ser, rê li ber xebata azadî u wekhevîyê vedike.Lê,hetanî hemu mafên Kurdan neyên nasîn, Kurd nagêjin armanca xwe.
HAKPAR rêya çareserkirina pirsa Kurdî, di federesyoneke demokratik de dibine u ji bo vê armancê dixebite.
HAKPAR, alîgirê yekîtîya gelê Kurd e. Pês hemu tistek, lazime Kurd bibin yek u xwedî li maf u azadîyên xwe derkevin.
HAKPAR ji bo geyistina vê armancê, hewceyê pistgirî u alikarîya we ye.Di van rojên manidar de , em dibêjin dest bidin destê hev, ji bona ku Kurd serkevin u bigêjin azadî u wekhevîyê..
Hîvîdarim ku Kurd ,vê carê bi mirazê dilê xwe sa bibin.
Ji bona xatirê vî qonaxê nu,lazime rojên borî, beralî bibin u cehd u xebat, wergere ser rojeva îro.Buyer u got u bêjên rojên borî her yek di dema xwe de bi cî man.Divê em berê xwe bidne pês. Divê kurd pêvajoya vî qonaxê nu,yani rojeva îro bi dil u can xurt bikin.
Di hevdîtin u hewildanên astî anînê de,bê guman HAKPAR jî terafeke e.Lewra Kurd tenê ne ji alîgirên PKK pêk hatiye.Xencî PKK, biçuk-mezin çend hêzên din yê Kurd jî hene. Dewlet eger astîyeke dirêj dixwaze u divê bi yekcarî pirsa Kurdî çareser bibe, wî çaxî lazime hêzên Kurd yên ji derveyê PKK jî,jibîr neke.Bêguman civata Kurd jî her wekî hemu civatên dunyayê, civatek pirreng u piralîye.Sedem vê yekê, lazime hemu deng u rengên Kurdistanî neyên jibîr kirin.
PKK, pistî sî salan dev ji xebata azadî u rizagarîyê berda. PKK ji alîyê Apo ve hatibu damezrandin u iro disa bi destê Apo tê belavkirin. BDP , Qendîl u liqê Ewrupa ne bi serê xwe u ne jî, bihevre; nikarin li himberî qerarên Apo rawestin. Helbete gelek terefdarên BDP u PKKê hene ku ji vî qonaxê nu, ne qailin.Lê ji destê wan tu tistek nayê. Heye ku di rojên pês de, birek ji hevalbendên berê yên PKK, ji rêxistina xwe a kevin veqetin.Yan rêxistinek nu damezrînin, yan jî bi dilsarî dev ji sîyasetê berdin.
Cara ewil e ku dewlet jî , dixwaze ku xwe ji bin vî barê giran derîne.Lewra gavên binirx davêje. Kurda,îro, fersendek bas bidest xistine, lewra divê pistevanî were kirin.Lazime ev fersend nereve. Divê bê sert u qeyd çek werin binax kirin u serê çekdarî kuta bibe. Jiyan,aram bibe, siyaset were ser zemînek demokratik u astîyane. Eger siyaset geyîste asteke normal u aram; wê deme rêya gengesî u lêkolînan jî vedibe.
Eger weftên birewer, ramyar u ronakbir u sîyasetmedar li ser çareserkirina pirsa Kurdî dest bi xebateke wêrek bikin, wî çaxî bêguman rayeke gisti çêdibe.Evcar divê qedrê raya gistî jî were girtin, li gor helwestên Kurda ev mesele çareser bibe. Ev yek gelek giringe.Lewra her dem mecalên wiha bikeys nakevin desta.
HAKPAR lazime ji bo rojên pês xwe amade bike.Wisan xuya dike ku wê erkek mezin bikeve ser HAKPARÊ.Sedem vê yeke lazime ji do têkustir u têrtir, rêxistin were xurt kirin ku sax bide hemu aqarên welat.
Rojên xwes, li pêsin u li benda me ne.Dem e,ku Kurdistanek aza u dilsa were ava kirin, Kurd jî, wekî hemu miletên dinyayê serbilind u serfiraz bijîn.
Ew roj, ne dûr in.
Latif Epözdemir