Nûçe

Federesyona Komelên Kurd li Danîmark cil û berg ji pênaberên Singal û Kobanî re sand

Pistî karêsata li Singal û Kobanî, Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) jî, ku KOMKAR-DK jî yek ji endamê wê ye, wek gelek rêxistinên kurdan li Ewropa kete nava tevgerê û bi pistgirîya hêzên sîyasî ên kurd li Danîmark ji bo pênaberên kurd dest bi danheva alîkarîyîyê kiribû.

Di roja 29.10.2014’an de FKKD’ê trimbêlek (TIR) cil û berg ji Encûmana Nîstimanî a Kurd li Sûrîyê (ENKS) ji bo pênaberên Kobanî li Bakurê Kurdistanê sand. Ev TIR bi rêya Dünya Engellileri Dernegi bi armanca ku bikevê destê ENKS’ê hatibû sandin, lê li gumrika Adana’yê rayedarên Tirk dest danîbûn ser cilan û pirsgirêkên mezin derxistibûn û nexwestibûn wan cilan teslîmî kurdan bikin. Trimbêla cilan tam 18 rojan di gumrikê da mayibû asê û ev yek jî bê guman ji alîyê aborî ve li ser FKKD’ê nêzîkî 100 hezar kr. bûbû mal. Lê di dawîyê de pistî ku gelek lêpirsîn li ser hat kirin, rayedarên Tirk mecbur man ku vê trimbêla cilan teslîmî kurdan bikin û ew cil jî pistre bi rêya ENKS li pênaberên Kobanî li Suruc û Riha’yê hatibûn belav kirin.

Di roja 08.01.2015’an de jî FKKD’ê trimbêla duwemîn li ser navê Dezgeha Xêrxwazîya Berzanî ji bo pênaberên Singal û Kobanî li Basûrê Kurdistanê sand. Hêvî ewe ku ev trimbêl bê pirsgirêk bigihê Basûrê Kurdistanê û ev alîkarî jî di vê dema zivistanê de di demek nêzîk de li pênaberan bê belav kirin.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

Dengê Kurdistan

Back to top button