Fehmi Demir komela kurdên Încovê li Danîmark zîyaret kir

Cîgirê Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Fehmi Demir, serdana Komela Çand û Pistgirîya Încovê kir.
Bi pêwana ku besdarî konferansa li ser Pirsa Kurd û Makezagona li Tirkîyê, ku ji alîyê komela KOMKAR-DK ve di roja 20.05.2012’an hatibû amade kirin, bibê, cîgirê serokê HAK-PAR’ê Fehmi Demir li bajarê Kopenhagê bû. Bi vê wesîleyê Fehmi Demir di êvara 19.05.2012’an de li gel çend heval û dostên KOMKAR’ê, Komela Çand û Pistgirîya Încovê li Danîmark (Danimarka Yeniceoba Kültür ve Dayanisma Dernegi) li bajarokê Ishøj’ê zîyaret kir.
Fehmi Demir û mêvanên pê re bi sêweyekî pir germ hatin pêswazî kirin û zîyaret jî di nava sohbet û atmosfêreke germ de 2,5’an berdewam kir. Li komelê zêdeyî 50 încovî/kesên ji Încovê amade bûn û pêswazîya Fehmi Demir kirin. Hêjayî gotinê ye ku Fehmi Demir bi xwe jî ji Încovê ye û ew kesên li wir hemû gûndî û nas û dostên wî bûn. Ji ber wê jî taybetmendîyeke cûda a vê zîyaretê hebû.
Pistî bixêrhatin û halxwesîyê li ser pirs û daxawaza mêvanan û birêveberîya komelê Fehmi Demir bi gelemperî qala sîyaseta HAK-PAR’ê û rewsa sîyaseta kurdan kir û dîtin û nerînên xwe anîn ziman. Di nava axaftina xwe de Fehmî Demir got ku ew wek HAK-PAR daxwaza federesyonê dikin û ev yeka di bernameya partîya wan bi xwe jî de hatîye nivîsîn. Herweha destnîsan jî kir ku divê zimanê kurdî jî li Kurdistanê bibê zimanê fermî, nasnameya kurdî bê nas kirin û hemû mafên kurdan bên dayin.
Fehmi Demir herweha di nava axaftina xwe de qala rewsa li Basûrê Kurdistanê jî kir û ew bilind nirxand û got ku pêwîste ku hemû kurd li vê statûya li Basûr xwedî derkevin û pistgirîya wê bikin. Ji ber ku zîyaret di nava sohbetê de derbas dibû, bersiv jî her li gor pirsan dihatin dayin.
Pistî bêhnvedanekê Metin Kara li ser navê komelê agahî dan Fehmi Demir û got ku komela wan gelekî çalake û heta niha gelek çalakîyên hêja pêk anîne. Metin Kara herweha destnîsan kir ku halê hazir di komela wan de perwerdeya zimanê kurdî û tirkî bi pistgirîya saredarîya Îshøj tê dayin, perwerdeya folklorê, perwerdeya muzikê û çalakîyên ji bo jinan têne kirin. Ji bilî vê jî her sal besdarî festîvaleke mezin li saredarîya Îshøj dibin û çand û kultûra kurdî didin nîsandan. Ji hêla din ve jî dîsan her sal sahîyeke/festîvaleke mezin li dar dixin, ku zêdeyî 1000 kesan tê de besdar dibin. Herweha di bin sîwana komelê de fondeke cenazeyan jî damezirandine û bi gistî zêdeyî 300 malbat endamên komela wan hene. Di dawîya axaftina xwe de Metin Kara anî ziman ku gelek projeyên wan bi rê de ne û ew niha di nava amadekarîyan de ne ku di nêzîk de taximekî futbolê jî di bin navê ‘Yeniceoba Spor’ damezirînin û çalakîyên xwe hê bêtir berfireh bikin.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
Dengê Kurdistan