Festîvala Lales ya Rewsenbîrî ya salane destpêkir

Li Dihokê, Festîvala Lales ya Rewsenbîrî ya salane ku wê du roj bidome, îro destpêkir.
Dengê Azad/Dihok
Festîvala ku bin çavderiya Parêzgeha Dihokê û ji aliyê Bingeha Lalesê ve hatiye amadekirin, Rêberê Êzidiyên Kurdistan û cihanê Mîr Tehsîn Beg, Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, nunerê Serokê Herêma Kurdistanê Elî Singalî, Sewirmendê Serokomarê Iraqê yê di warê karûbarê êzdiyatî Îdo Babasêx, endamên parlamentoya Kurdistanê û gelek rewsenbîr besdar bûn.
Festîval bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo yadî sehîdên Kurdistanê destpêkir.
Pistre bi navê Desteya Bilind ya Lalesê Sêx Semo û bi navê Serokê Herêma Kurdistanê nunerê wî Elî Singalî li ser giringiya vê festîvalê her yek axaftinek kirin. Pistî van axaftinan ji bo wezîrê Perwerde yê niha û Serokê Zanîngeha Dihokê yê berê Îhsan Mihemed Salih re ji bo alîkariya xwendevanên Êzîdiyê re alîkarî kiriye, xelata Bingeha Lalesê ji aliyê Mîr Tehsîn Beg ve hate dayîn.
Di destpêka merasîmê de 3 dengbêj ku yek jiwan jin bû sirûdên dînî xwendin û 4 Qewal ku du ji wan def duyê din jî bilûr lêdixistin, meqamên dînî a Êzîdî pêskêskirin.
Pistî merasîma destpêkê, semînera Mîtrayet di ferhenga Kurdî de ji aliyê Felakedîn Kakeyî, semînera jin di ezmûna azadiyê de ji aliyê endama parlamentoya Kurdistanê Amîna Zikrî ve û semînera madeya 140. bi çi hatî û vemayî jî ji aliyê Mihemed Îhsan ve hatin pêskêskirin.
Festîvala Lalis ya Rewsenbîrî ya salane îro pistî nîvro û sibê jî bi çend panel û semîneran bidome.
Dengê Kurdistan