Nûçe

Filma Kurdî ‘Kilama dayîka min’ li Sarajevo xelat stand

Derhênerê kurd Erol Mintas xelata fîlma here bas ya festîvala 2o:mîn ya Sarajevo stand.

Fîlma ‘Kilama dayîka min’ serpêhatiyeke xembar û bi dilsewat ya pîrejineke kurd e, ku li taxeke Stenbolê bi hesreta vegera gundê xwe dijî. Trajediya bi mîlyonan gelê kurd ku di salên 90-î de ketibû navbera du agiran û ji neçariyê welatê kalûbavan terk kirîye dewam dike. Li ser jiyana koçberî û xerîbîya kurdan li metropolên tirkan berhemên hunerî û çandî roj bi roj zêdetir dibin. Di saya van xebatan de rewsa sîyasî, çandî ya kurdan bêtir dikevin ber bala cîhanê.

Wek tê zanîn fîlmeke derhêner Erol Mintas a din jî ‘Bûtîmar û Berf’ bû ku xelat standibû.

Dengê Kurdistan

Back to top button