Nivîsar

Fitwek ji fitwê- fermanên komkujiyên Êzdiyan

Eger kurd bixwezin bibin yek, ji bo pêsîrojê amintiya xwe li hev bînin, gerekê berçevkê olî ji ber çavê xwe hildin, rûpelên dîrokê vekin û xeletiyên pêsiyan nîsanî ewleda bidin.

Ebû Siêrd El Îmadî. Navê wî, yê kurdîyî esil Ehmed bûye. Lawê Mistefa, ji kurdê Amûdiyê. Sala 896 a (1472) ji dayîk bûye, 86 sala jiyaye. Li nav dewleta Osmanyê da gîhîstîye derecê pir bilind. Bûye Miftîyê Sultanên Osmaniyê: Sultan Qanûnî, pasê jî bûye Miftîyê Sultan Slêmanê Duyemîn. Hozan û sayîrekî dema xweyî naskirî bûye. Bi gilîkî navdarekî wê demê bûye.

Her kes bi emelê xwe tê bîranîn. Karê qenc bi sêkirandin, bi rem û xwesyê tê gotin, para xiraba nifir û nelet in. Xwezya min li wî kê bi hizkirin tê bîranîn.

Dîrokê da ev evd bi FITWA û neyartîya dijî Kurdên Êzdî eyan e. Ewi fitwa (fermana) qirkirna Kurdên Êzdî daye, yanê ji aliyê Musulmana va kusina evdên Êzdî di ferzên ola Îslamê helal kirye.

Fitwa wî da wa tê gotin : « Yê wan (Êzdîyan) bikuje xazî ye, yê bi destê wan bê kustin sihîd e ( yanê wê carekê va here buhustê). Serkirin dijî wan,cihad e. Ew li ser wan mezintirîn cihad e û sehdeke hêja ye, ji bo ew (Êzdî) ji kafira kafirtir in. Kustina wan (Êzdiyan) her çar mesheba da ( Henefî,Qadirî, Sefehî,Hembelî) helal e. Cihad li ser wan ji îbabeta dînî jî xêrtir e. Ji hev qetandina wan, pirt û belavkirin û kustina wan û serokên wan, ji erkên olî ne ( ferzên dînî ). Di vê demê da hakim û welî (yê dewleta Osmaniyê) gerekê destûrê bidin xelqê û alîkar bin di serê dijî wan (Êzdîyan) da. Xwedê xêra wan qebûl bike û wan ra alîkar be. »

« Ji bo wan heq heye mêrên wan (Êzdîyan) bikujin, keç-pîrekê wan hêsîr bikin û li bazarên Musulmana da wek hêsîrên hemû kafiran bifrosin. Herweha wan heq heye keç-bûk û jinên wan jî xwe ra bivin… »

Eva perçekî biçûk e ji wê biryarnivîsa komkujiya Kurdên Êzdî bi destê miftîyê Kurdî « Xwedênas» . Ez nizanim wî « oldarê gewre » Xwedênasyê, axret-îmanê, di nav da jî ji ola xwe bawar kirye? Dijwar! Ew çi Xwedênasye, ku bi xûna evdên bê sûc-gune, kushtina zaroka tê nivîsar û bingeha wê qirkirin, ji holê rakirin, talankirin û hêsîrkirina evdên ne wê bawaryê ye…

Miftî sayîr bûye jî, ha! Helbestvan. Eyan e, ku sayîrê esil xwedyê dil û hestên here qenc, here nazik û here merivhiz in. Tu tistê vê fitwayê di Xwedênasyê, olê û heqyê ra nîne. Eva berdrwama wê armanca dûr û dirêj e, ku hela çend sedsal berê (dema êrîsên xelîfên Ereban) dagerkirên Kurdistanê, yê civakî û ruhî, fikirî bûn, hazir kiribûn û xwe ra kiribûn kar, armanc, ku bi destê olê ( ji bo destê sûr wan nikaribû) bikaribin gelê kurd par-par bikin, ji bingeha wêye kevnar biqetînin, bêtifaq û bêrûmet bikin, ziman lê bidine bîrkirin û bi destê Kurda Kurda ji holê rakin, di nav xwe da bihelînin (çawa anîne li serê gelek netewan).

Ev nivîs (fitwa) vî miftî ya oldarekî sade û sexsekî nîne, usa jî fikira dîndarekî ji hesîsa olê korbûyî nîne, ew qirarnivîsa dewleta Osmanyê ye bi destê miftîyê wê dewletêyî herî bilind, yê eslê xwe va Kurd hatiye nivîsar.

Ez bawar im, ku ev fitwa ya ewlin nîne, ji bo gelek komkujî û fermanên qrkirnê yê giran berî wê jî li Kurdên Êzdî rakirine. Pey ra jî gelek oldarên bi eslê xwe kurd fitwê wa dane û bûne xweyên qirarnivîsên komkujyê dijî evdên Êzdî.

… Û çiye ecêb? Komkujîya Kurda bi destê Kurda dihate kirin. Ewqas bûyarên rese bi zulm, Kurda anye serê Kurda, ku aqara aqilê merivê normal da cî nabin.

Ji pey fitwê wa ra Kurdistanê da dest bi xûnrêtinê dibû. Kurd ji bo ‘axret-îmana xwe’, bo herin Buhustê, li ev diqelibîn dinya ji hevra dikirin doje, Kurdistan ser û binî hev dibû. Bira li birê dibû dijmin. Heyîtya hev heram, kustin û talan kirina hev helal kiribûn. Birayên Êzdî û Musulman sûr zikê hev ra dikirin. Erf-edet, rê û rizmên netewyê, yê berê dihatin heramkirin, bîrkirin, zîyaret, ocax û heykelên kevnar e pîroz kavil dikirin, kitêb û nivîs disewitandin. Heta goristan jî disêlandin. Tistên nû jî zû nediketn serê evdên sade. Nikaribûn zimanê roja ‘heser-neserê’ fêrbûna. Çiqas jî duea-dirozgê nû bi zimanê nû bûn, zimanê Kurdîyî sîrin cîyê xwe nedida tu zimanî…

Ziman tenê wek ruhê hevgirtinê ma û îro jî dimîne.

26.08. 2014

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button