GAVEK BER BI PÊS, DU GAV BER BI PAS (*)

Marsa mehterê, rast yan derew, dibêjin ya Tirkan e: Du gav ber bi pês, gavek ber bi pas. Ez di sikê da me. Ji ber ku Tirk, berî hatina van deran, li çol û bêrîyên Asya Navîn koçerên xwedê bûn. Ne senet, ne çand, ne zanyarî. Tenê suwarîyên bas û hosteyên tîr avêtinê bûn.
Ewana çi girtin ji gelên Êran û Anadol û Erebîstanê, ji faris û Kurd û Ereb û Ermen û Grêkan girtin. Felsefe û siêr û mînyatûr û avadanî û muzîk û govend û gelek tistên dinê.
Lê dibe ku ew marsa mehterê bi rastî jî ya wan be. Meriv li bajarvanîya dinyayê, li senet û fen û zanîn û mirovtîye dinêre û li vê zulm û zordestî û har û hovîya wan dinêre û dibêje rast e, ev rengê rêvaçûnê gorî wan e û hîn ji serê wan zêdetir e! Du gav ber bi pês, gavek ber bi pas.
Lê hûnê bêjin, ma Faris û Ereb ji wan çêtir in? Har û hovîya Saddam û meleyên Êranê ji yê wan sunda dimîne? Rast e, sunda namîne. Di rîya merivtîyê da xelk pêsva diçe, ew pasva diçin.
Van rojana li rojnamên Tirkan dinêrim û sas û metel dimînim. Tu dibêjî hela dîn bûne, har bûne. Bi hêrs û rik û qîrîn û zirîn in.
Sebep çi ye? Ma hûn nizanin sebep çi ye? Sebep Dewleta Kurd e. Li Kurdistana Basûr (cenûb) gelê me federasyon êlan kir. Biryara xwe da û got, em li Kurdistana Iraqê dewleteke federal çê dikin, eger Ereb jî razî bin, em dikarin wek bira bi hevra bijîn.
Himber vê biryarê, berekîva hukma Bexdayê ya zordest, berekîva jî Tirkîye û Êran gelek aciz dibin. Çima? Ma heqê Kurdan tune ku dewleta xwe çêkin? Ma em zarokê jinebîyê ne?
Serda jî, ev dewleta federal di nav çarçuva Iraqê da û wek parçekî ji wê dimîne. Ma Tirk û Êran çima ewqas aciz dibin?
Lê derdê wan malûm e. Ew gelek bas dizanin ku, otonomî be, dewleteke federal be, eger Kurd carê dest bi îdara welatê xwe kirin, carê bi siklekî resmî heq stendin, êdî rê ji bo rizgarîya temamîya Kurdistanê vedibe.
Em derdê wan, kula wan bas fêm dikin. Lê ewqas jî ne dihate bîra me. Me digot di nav wan da merivên demokrat û pêsverû jî hene, dijî zordestîya hukumetê derdikevin, dibêjin pirsa Kurdî heye û tenê bi darê zorê safî nabe.
Mesela merivek wek Îlhan Selçuk, ku ta ji berê da dijî fasîyê bas ser dike, pêsverû ye, heya çep e jî. Lê di pirsa Kurdî da tim serhisk û sovîn bû. Pistî 12 Êlonê piçek guharî bû. Carcaran navê Kurdan hildida û sîyaseta dewletê rexne dikir. Em jî sa dibûn û me digot, herhal hisê wî hate serê wî, camêrî di pirsa Kurdî da jî zincîrên mêjîyê xwe sikand!
Lê hêyf, sed carî hêyf! Îro em dinêrin ku tu guhartin tune. Ne Selçuk, ne jî yên dinê. Tu dibê hisê wan ji serê wan çûye. Hemû bi hevra, wek koro dijî Kurdan agir dibarînin.
Yê vana ne wek marsa mehterê ye jî, yê vana gavek ber bi pês, du gav ber bi pas!
Di navbera çep û rastê wan da ferq ne maye. Ku dor hate pirsa Kurdî, biger ku tu di nav wan da demokratekî bibînî. Hemûyan sûrê xwe kisandine, êrîs dikin. Tistan dibêjin meriv sas û metel dimîne.
Dibêjin ev dewlet totik e, karê împeryalîstan e. Selçûk dibêje, “komara mûzê ye”, wek ku waxtekî li Amêrîka Basûr dihatin çêkirin.
Lê nayê bîra wan ku, Kurd jî dixwazin azad bin, xwedî dewlet bin. Nayê bîra wan ku Kurd, ev du sed sal e, ji bo rizgarîyê ser dikin û di vê rê da bi sedhezaran, mîlyonan sehîd dan. Nayê bîra wan ku, îro ev dewleta federal li Kurdistana Basûr, berhema serê man û nemanê ye, ku bi salan e dajo û tê.
Lê Selçuk jî, Mûmcû jî, Sîrmen, Kirca û hemû kolonyalîst û sovînên din jî bila bas bizanibin: Milletê Kurd ne esîra du ye. Dîroka me ji ya wan deh carî kevintir e. Me li vê dîrokê gelek dewlet çêkirine. Di çand û bajarvanîya dinyayê ya berê da para me mezin e û em ji vê yekê serbilind in.
Me bo azadîyê bedêlek mezin daye û hîn jî didin. Azadî heqê me ye, dewlet heqê me ye.
———————————————-
(*) Ev nivîs cara pêsin di sala 1992 da, ango 24 sal berê di rojnama hefteyî AZADÎ’da bi navê Ferhad Can çap bû. AZADÎ li Istembolê derdiket. Ferhad Can yek ji navê min bû ku di ware nivîsandinê da bi kar dianî. Pistra, di sala 1995 da, tevî nivîsên dine di pirtûka bi navê Gula Çile di nav Wesanên Deng da, li Îstembolê çap bû.
Babetê nivîsê, avakirina dewleta Kurdî ye. Gelek balkês e ku ev pirs îro, ango 24 sal sunda jî dîsa di rojevê da ye û li ser gelek gengesî çêdibe. Li vî welatî îro jî gelek kes ‘çi siyasetmedar, çi rewsenbîr û nivîskar- bi siklekî federalî be jî dîsa dijî dewleteke Kurd in û wê wek parçebûna dewlet û millet dibînin. Hin kes jî dîsa bi navê çepitî û pêsverûtiyê, dewleta Kurd wek berhem û dûvikê împeryalî nîsan didin û dij derdikevin…
Ango ew nexwesîya kevn berdewam e… Sovyêt parçe bû jê bi dehan dewlet derketin, Yugoslavya parçe bû jê 5-6 dewlet derketin, kesî dengê xwe nekir, heya kêfa wan hat; lê dema dor tê Kurdan kevneperest û ‘soresgerên’ hemû dinyayê radibine ser piyan, dij derdikevin, dikin hela hela!
Ev çi mesele ye gelo, yekî li me nifir kiriye, çi?!.
Lê îro balkesîyeke dinê heye ku ew hîn ecêptir e: Hin Kurd ku heya duh dewleteke cuda û serbixwe, heya Kurdistana mezin a yekpare dixwastin, goya ji bo wê ser dikirin, îro dewlet mewletê naxwazin, heya bi siklekî federal be jî… Heya otonomî jî naxwazin, dibêjin tistên hanê ji bo Kurdan ne lazim e!
Lê dîsa di destê wan da sileh heye û carina ser dikin, welat dikin nav ser û sewatê, Kurdan koçber dikin! Wek îro, çawa Cizîr, Nisêbîn û Diyarbekir-Sûr û gelek bajarên dinê xirab dikin û xelkê bê mal û bê war dihêlin…
Ango him ji bo Kurdan tistekî naxwazin, him li gund û bajarên Kurdan agirê ser dadidin!..
Ev çi mesele ye, gelo, yekî li me nifir kiriye, çi?!.
17 Sibat-2016
Kemal Burkay