Nivîsar

Gaveke jîr

Di destpêka sedsala bîstan de dewleta Birîtaniya bi alîkaiya Hesen Albena li dewleta Misrê rêxistina biraderên misilmanan damezirandin, û li nav pirên dewletên erebî û li nav çend dewletên ne erebî jî ew bû hêvî û dayikek ji hemû rêxistinên biraderên misilmanan re, ji wê çaxê ve û ta dema me ya niha, ev rêxistin li gelek dewletan bibûn partiyên rêzanî, di parlemanan de endamên wan hebûn, û nîvîsgeh û çalakiyên wan jî hebûn, û armancên wan ew bûn ku desthilatdariyê li wan dewletan bikin, wan didît ku ev ji wan re mafekî rewa ye, û ji bo vê armancê li gelek dewletan karên çekdarî jî kirine.

Ev rêxistin li gelek dewletan timî cihê gûmanan bûn, û bi mehna ku ew li ser ewlehî û aramiya van dewletan kesin hestiyar û tirsyar in, endamên wan timî di bin çavên saloxger û ewlehiya van dewletan de bûn, û pirê çalakvanên wan bi zagon û sezayên awarte û taybet jiyana xwe di zindan û sirgonê de diqedan din, û di gelek caran de jî wan bi sezayê kustin û bi darvekirinê jî jiyana xwe ji dest didan.

Ev rêxistinên li gelek dewletan bela wela bibûn, ta sala 1983 a nûçeyên wan li hemû alavên ragihandina cîhanî di sernavên pêsî de bûn, pasê hêdî hêdî navê rêxistinin nû li sûna wan cîh digirtin, mina partiya Xwedê ya libnanî, rêxistina Elqa,îdê, partiya Hemas ya filestînî, partiya Xwedê ya tirkî û gelek rêxistinên din.

Çaxê em armancên van rêxistinan hevberî hev bikin, em dibînin ku cûdabûneke pir mezin di nav wan de heye, û ya herî daxwazên wan erênî û orte bûn ji bo miletê Ereb û Tirk, biraderên Misilmanan bûn, lê yên din bê armancên eskere hatine dameziandin û naskirin.

Dema li Misrê sendûqên dengdanê bûn dadwer, rêxistina biraderên Misilmanan serkeftinek mezin bi dest xist, ji lewra dewletên bakurê beja Afrîqayê û dewletên Ereb li Asiyayê û hin dewletên mina Tirkiyê û Libnan û Isra,îl û Eyranê jî ketin metirsiyanek mezin de, ku li gor gûmanên wan dibe biraderên Misilmanan li rojhilata navîn sahinsahiyêke mezin mîna ya Osmanî damezirînin.

Ji ber vê tirsê amancên van dewletan hemû li dijî biraderên Misilmanan bûn yek û gihistin hev, û bi hevkariyeke bê hempa dikarîbûn bi hezarên mehne û sedeman soresekê li dijî desthilatdariya wan rakin, û li gor bawerî û pilana wan di demeke pir kurt de gereke desthilatê ji dest vê rêxistinê derxin û miletên xwe ji wan û nerînên wan yên çewt û li dijî mirovatiyê rizgar bikin.

Pistî vê pilanê û bidûrxistina biraderên Misilmanan ji nav hofk û panava siyasî ya ku nêzîkî sed salî têde çalakvan bûn, dewletên mezin yên ku li cîhanê lîstikvanên sereke ne, û bi alîkariya çend dewletan li rojhilata navîn ku ew jî bi wan re hevkar in, gaveke jîr avêtin û pêwistiya wan bi biafirandina rêxistinin din hebûn bo cihê biraderên Misilmanan û rêxistinin din dagrin, û mîna wan bibin asteng di pêsiya her pêsketinekê de li nav miletên rojhilata navîn, ji bo wan bikin qehremanên sedsala bîst û yekê, û di rêka wan de ser, kustin, malwêrankirin, bêparî, talan û sewat para van miletan bimîne,

Ev rêxistina ku nû afirandine navê wê dewleta islamî li Iraq û Samê ye (DAIS), ya ku ew hêviya gelek nezana ye.

Belê, îroj besek mezin ji miletê rojhilata navîn ji biraderên Misilmanan re dibêjin kaxezên we sewitîn, tevî ku we çend partî di bin navin din de jî damezirandin, lê ta niha we ti welat ji me re rizgar nekirine, dema we bi dawî hat û sedsala we qediya, oxir be ji we re, sedsala bîst û yekê ya DAISê ye.

[email protected]

13.06.2014

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button