Nivîsar

Gelo çima zimanê kurdî zêde pêsde naçe?

Jîyana mirovan de xebitandin sigorta ye û bo miletan jî ziman sigorta ye. Jîyanê de pere ne hemû tisten û bê pere jî jîyan nahê domandin. Bê pere jîyan mîna derd û qûlê girane. Bi teybetî mixanete û berxwe ketine. Bo vê yekê Kurd jî li Kurdistanê mejbur mane ku bi zimanekî bixebitn. Di vê rewsa de Kurd li welatê xwe bi zimanê xwe xebitîyane,pere girtine û jîyana xwe dane domandinê. Ji kurdan hindik kes jî bûne xebatkar,cotkar û hindek kes jî bûne dewlemend. Gelek kes jî perwerde bûne û bûne parêzger,hunermend,doxtir,nivîskar û mamoste.

Lê belê di sala 1299 an de li Rojhilata Navîn de sazûmana Osmanî tê damizrandin û wakû qirês pêsîra kurdan va dizeliqî. Bi teybetî dibin beleyê serê kurdan. Wakû tê zanîn malbata Bedîrxanan di dîroka kurdan de;alîyê zimande nav û denge.

Bedirxan Pasa ji malbata Mîrê Botan e. Kalikê Bedirxan Pasa „Abdulezîz „ li Amedê walîtî kirîye.Celaleddin Bedirxan xwedîyê alfabe kurdî ye û li surgunê sala 1933 an de nivîsîye. Malbata Bedirxanan ji dest Osmaniyan zahf xirebî dîtine.Osmaniyan ew bo kedên(menfaat)xwe yên qirês sandine herban û surgunan.Di sala 1839 an de Bedirxan Pasa bi Osmaniyan va dijê ordiya waliyê Misirê ser kirîye û ser wenda kirîye. Bi hezaran leskerên Kurd hatine kustinê.

Dawîya serê Misirê de Bedirxan Pasa dixweze dijê Osmaniyen ser bike. Bo vê yekê di navbera mîr û begên kurdan de peymana yekgirtina kurdan çêdike û dijê Osmaniyan ser dike. Lê mixwebin dawîyê de jî ser wenda kirîye. Osmaniyan,Bedirxan Pasa û malbata wî bi xwe ra birine Stenbolê. Li Stenbolê 10 salan surgun mane.

Tê gotin ku Mir Abdulrrezak Bedirxan jî bo Kurdistana azad û serbixwe xebitiye û ba helbestvanê Kurd bi nav û deng’ Hacî Qadirê Koyî’perwerde bûye.Mir Abdulrrezak Bedirxan ji zimanê kurdî bêtir Fransizî,Ingîlîzî,Rusî,Erebî û Tirkî bas zanîye.Di dawîyê de ew jî ketîye dafa Osmanîyen û li Musulê sala 1918 an de ji alîyê Ittihat û Terakkî va hatîye kustinê. Wa jî xwe nîsan dide ku Osmanîyan hemû deman dijê zimanzanayên Kurd dijminatîya xwe kirîye. Rewsa cîhanê tucar rê nedaye ku Kurd bigên mafên xwe. Herbê yekemînê cîhanê di navbera salên 1914 ‘ 1918 an de li Rojhilata Navîn bûye. Bi peymana Lozanê,sala 1923 an de Kurdistan bûye çar parçe û sala 1924 an de Qanûna Tevhîdî Tedrîsat hatîye derxistin.Bi wî awayî hemû medreseyên zimanê kurdî qedexe kirine û zimanê tirkî kirine beleyê serê kurdan.

Gelo Kurd welatê xwe de bi kîjan zimanî jîyana xwe bidomînin? Tucar mecelik din nehistine ku li ber kurdan. Ji miletê Kurd gemeresionê ku tirkî nezanîye ew jî çûne ser dilowanîya xwe. Niha jî 25 milyon Kurd hemû tirkî dizanin û bi zimanê tirkî dixebitin;bûne karker,cotkar parêzger,hunetmend,doxtir,nivîskar û mamoste. Piranîya wan jî bûne karker û cotkar. Ji 25 milyon Kurdan gelik kes jî kurdî nizanin. Jîyan bi vê rewsa de tê domandin. Bo vê yekê hînbûn û axavitina zimanê kurdî bûye zimanê hobey. Li Kurdistana Bakur zimanê kurdî ji hewcatîyê derketî ye.

Barê serbar jî li dervayîya Kuristanê jîyandine. Nêzika 7 milyon Kurd li Stenbolê,Edenê,Mêrsinê,îzmirê û welatên Ewropa yê dijên. Bo 7 milyon kurdan jî zimanê ejnabîyan zahf girîngin û jîyana wan de wakû derma e. Ji ber ku jîyan bi wan zimanê ejnebî va dimesê. Bo vê satemi zimanê kurdî,jîyana kurdên dervayî Kuristanê ra pêvîstîya xwe naparêze.

Min li jûr nivîsandîye ku’ sîgorta miletan jî zimane’miletik hemû tistên bi qîmet(welatê xwe,çanda xwe,nasnama xwe,perwerdebûna xwe)bi zimanê xwe dikane biparêze. Dema ku ziman perwerde nebe,ew milleta nahê naskirin û parastin. Ez dibêjim ku:’Mirovên ku zimanê dayêka xwe nizanin,ew mirovana li kolanan mîna mirovên tazîne.’ Ez bi dil sah me ku li Kurdistana Basûr zimanê kurdî niha biserbixwe ye û bo me kurdin parçeyên din jî wakû nimûneye.. Li ser sê parçeyên Kurdistanê welatê kurdan,zimanê kurdan,çanda kuran û perwerde bûna zimanê kurdî qedexeye.

Daxweza min waye ku welatparizên Kurd û sîyasetmederin Kurd li ser rewsa zimanê kurdî zêde mijûlbibin. Miletê Kurd jî bi perwerde bûna zimanê kurdî tê naskirin û parastin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button