Gelo civaka demokrat heye ku helbijartin bi aramî serkeve?
Di 1.Çirîya pasin 2015 an de carik dim helbijartin heye. Gelek partîyên legal xwe amede dikin ku bikevin helbijartinê. Partîyin ku xwe bi navê Kurdistan didin naskirin li ser vê lîsta helbijartinê tunin. Tenê mirovin HAK-PARê dibêjen em partîya kurdanin. Ji ber ku Kurdistan’ bi fermî qedexe ye. Bo kurdan pir tistên qedexe hene. Tistên qedexe ji bi raya xwe ji holê naçin dûr.
Piranîya civaka kurdan jî bi serê xwe ne demokratte. Ji ber ku gelek partî,grub û mirovên welatpariz ji kurdan hene û rindîya hevdû naxiwazin. Pirani wiha dibêjin:’Ez im ha ez im.’ Bi teybetî PKKê û AKPê kurdên Kurdistana Bakur dîl girtine.
Ez îsal havînî du mehan li gud û bajarên Kurdistana Bakur gerîyam. Min bi gundîyan, karkeran,mamostehan,parêzgehan û xwendekarran ra qezî kir. Riranî me li ser rawsa kurdên bakur qise kir. Navbera wan mirovan de ji hemû partî û gruban de mirov hebûn. Min hemû mirov bêdeng gudar kir. Pistra min daxiwazin xwe anî ziman.
Mirovên ku ba PKKê ne wan hemûhan bi dengekî bilind daxiwazên xwe gotin. Vê demê ji alêyê PKKê serê qirês destpêk kiru û alêgirin PKKê pistê PKKê digirtin. Mirovên ku ne ba PKKê ne pir caran bê deng diman. Anjî bi dengekî melul rexne dikirin.
Ez bawar dikim ku va serê qirês rewsa kurdan seran ser xireb dike. Hemû gundên Kurdistana Bakur vala bûn. Niha jî dibe ku bajarên Kurdistana Bakur vala bin. Va jî sasîkî mezin ne.
Çima mirovin ku dijî serê qirêsin hemû bi hevra li kolanan namesîn? Navbera gelê Kurd de li dijê serê qirês derketin,bûye hewca. Bi hevra li kolanan mesandin pistê serxazan disekîne.
Ango va hewcayîya dijê ser derketin dibe sedema yêkbûna kurdan û azad bûna welat. Di vê meca de karekî giran û pêvîst dikeve ser milê HAK-PARê. Dema ku HAK-PAR li pas vê doza bi dil û can bimîne,dibe dawerra asitîyê.
Bi vî awayî li Kurdistana Bakur û li Tukiye yê helbijartin bi aramî serdikeve.