Nivîsar

Gelo KCK çima li dijî yêkitiya Kurdên Suriyê ye?

Dewleta Suriye jî yek dagirkerên Kurdistanê ye. Besek ji gelê me di nav tixubên vê dewletê, di bin zilma netewî ya rejîma BAASê da dinale. Gelê Kurd di vê welatê da ji hemu maf û azadiyên demokratîk, mirovî û netewî bê par e. Rejima BAAS a diktator, welatê Suriyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bona hemu gelên Suriyê kiriye zindaneka res û tarî. Lê belê bi hemu zilm û zordariya xwe ve nikariye pêsiya xebata azadî û demokrasiya gelên Suriyê bigre.

Tê zanin, bayê ‘Bihara Ereb’ an jî bi gotina soresgerên Misirê ‘Soresa Ereb’navçeyê Rojhilata Navîn û Efrîqayê Bakûr hêjand. Rejimên diktatorên vê navçeye ketine ber pelên sores û guhartinê. Hinek ji wan rejiman hatin ruxandin û di zibildana dîrokê da ciyê xwe girtin. Hinek jî wekî pelên payizê dilerizin. Ku, yek ji wan diktatoriya BAAS a Suriyê ye.

Berxwedana gelê Suriyê, ku nêzikê 10 meh berê niha, ji niverastê meha Adara sala 2011’an da destpêkiri bû, roj bi roj berfirehtir dibe. Karbidestên dewleta Suriyê, guh nadin dengê gel û bîrûrayê cîhanê, ku daxwazê azadî, demokrasî û mafên demokratîk û netewî dikin. Hêzên ewlekariya rejima BAAS ji bona pêsî lê girtina berxwedana gel, bi siweyê ne mirovane êrîs dikin ser xelkê, jin û zarok, xort û pîr didine ber fîsenk û roketan, dikujin, birîndar dikin, digrin û zindanî dikin. Lê belê herku berxwedana gel berdewam û bi hêztir dibe, rejima BAAS jî di warê navnetewî da bi tenê dimine.

Bê guman xaka Suriyê her usa bûye qada serê dewleten navçe û dewleten mezin wekî Dewleta Yêkbûyî ya Amerîka (DYA), dewleten Rojava, Rusya, Çîn û dewleten mezin yên dinê. Serê du bereyên navnetewî îro li xaka Suriyê bi tundî û germî berdewam e. Bereyek ji Îran, Suriyê û Hizbullahê Lubnanê pêktê, ku Rusya û Çîn pistgiriya vê bereyê dikin. Bereyê din jî ji Qatar, Tirkiyê, Arabistanê Sudî û dewleten Kendav pêktê, ku DYA û piraniya dewleten Ewrupî pistgirî li vê dikin. Serçaveyê hemu helwestên siyasî û diplomasî û hewlan, ji vê berberekanî ye.

Îran pistgiriyeka bi hêz li rejîma BAAS dike. Karbidestên rejîma Cumhuriya Islamî ya Îranê gelek caran bi eskere ragihandiye, ku ‘Parastina rejimên Suriye, Lubnan û Iraq yên heyî heta sorê me ye, em derbareyê guhartina rejimên hanê bê deng namînin.’ Karbidestên Îranê, ne tenê vê yêkê ragihandin, her usa bi hemu hêzên xwe va, bi rêka siyasî, diplomasî, alikariya aborî û çekê va, pistgiriya rejîma BAASê kir û dike. Ji ber ku bi rêvabirên rejîma Îslamiya Îranê bas dizanin, ku bi rûxana rejîma BAASê va, bereyê Îran-Suriyê-Hizbullah têkdiçe. Iran di navçeye Rojhilata Navîn da tene dimine û bandora vê dewlete li heremê lawaz dibe. Ji bona vê yeke jî bi hemu hêzên xwe va pistgiriya rejîma BAAS dike. Bi gotineka dinê çarenusa rejimên BAAS û Îslamiya Îranê, girêdayiya hevdu ne.

Guman têda nine, bereyê Îran-Suriyê-Hizbullah nexwazin statuya heyî li navçeyê Rojhilata Navîn bê guhartin. Bereyê dinê pistgiriya berxwedana gelê Suriyê û daxwazên wan dike, lê belê ev jî nexwaze statuya heyî bi bingehî were guhartinê. Ku, statuya heyî sedema bingehin a bindestiya gelê Kurd e. Dabes kirina welate me di nava 4 dewletên dagirker da berhema statuya hanê ye.

Dibêjin Rustemê Zal Kurd e. Lê Kurd ne Rustemê Zal e. Ango Kurd qasê Rustemê Zal bi hêz nîne, nikare bi tenê statuya Rojhilata Navînê bigore. Bayê ‘Bihara Ereb’, bi ser herêma da girtiye û statuya heyî dilerizine. Ku ev yêka hanê bi qezenca Kurdan e û Kurd divê peswazî û pistgiriya vê proseya guhartinê bike, bibe aktoreka çalak. Daku bikare armancên xwe yên demokratîk û netewî bêxe destê xwe. Mercekî serekî ji bona ku di proseya guhartinê de Kurd bibe aktoreka çalak, yêkitî û hevkarî û yekhalwestiya me ye.

Birayên me yên Kurdên Suriyê, di vî warê da, bi hevkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê gavên girîng avêtine. Piraniya rêxistinên welatparêzên Kurdistana Rojava û ronakbîr û nivîskar û kesayetiyên nistimanperwer di meha Cotmeha parsal da hatine ba hev û Encumena Nistimanî ya Kurd li Suriyê’ pêkanin, bername û rêbazeka rast û maqul ji bona xebata xwe ya azadî û demokrasiyê danîn. Kurdên Kurdistana Rojava yên derweyî welat jî çend roj berê li Hewlêr kom bûn û pistgiriya xwe li Encumena Siyasî ya Kurd li Suriyê nisan dan. Dostên Kurd ji van gavan dilxwes bûn, hinek dewlet û hêzên navçe jî dilres…

Pir mixabin Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî ji yêkitî û hevkariya Kurdên Rojava ne rehet e. KCK pisti konferansa Hewlêrê aciziya xwe ji konferansê, bi belav kirina ragihandinek ve eskere kir. KCK, di ragihandina xwe da konferansa Hewlêrê wekî bombeyek di bine ‘yekitiya Kurdan’ da hatiye teqandin nisan dide û di vî warê da rexneyeka ne heq li Serokatiya Herêma Kurdistanê digre.

Usa xuya ye, bi rêvabirên KCK, bilî ji heval û hogirên xwe, gelê Kurd gêj û nezan dizanin, ku derevê usa dikin. Ji bona hemu kes eyan e, yên ku xwe li derweyê Encumena Nistimanî histiye û besdarê Konferansa Hewlêrê nebûye Partiya Yêkitiya Demokrat (PYD) e û PYD jî liqa KCK ye li Suriyê. Ango yên ku li Suriyê bombe li binê yekitiya Kurdan danine, KCK bi xwe ye ne kes û hêzên dinê.

Li vir da pirsek tê pêsiyê. Gelo hemu tist weki rohaniya rojê eskere ye û piraniya gelê Kurd ji hemu bûyer û pêshatiyên Kurdistana Rojava agadar e, KCK çima usa dibêje?

Bi baweriya min sedema vê halwesta KCK stratejiya wê ya çewt û ligel rastiya serdem nakok e. KCK (an jî PKK) bi salan e ‘diji emperyalîzm û dagirkeriya Tirkiyê û Îsraîl, di bereyê Îran-Suriyê da ci digre û pêsniyar dike, ku hemu Kurd di vê bereyê statuparêz da ci bigrin. Pistgiriya KCK û PYD li rejima BAAS û êrîsa alîgirên PYD bo ser xwepêsandanê Kurd li Efrinê jî her ji ber vê stratejiya ne bi xêr e.

Statuya, ku îro li Rojhilata Navîn heye, bo qezenca Kurdan nîne. Buyer û pêshatiyên siyasi ya navçeye ji nisan didin, ku her dirz û lerzek, ku bibe sedema sist û lawaz bûna statuya heyî bo berjewendiya gele Kurd e. Ji ber vê yêkê ji Kurd divê zînhar pistgiriya çu bereyek neke, ku statuya heyî diparêze.

Qeyrana siyasiya Suriyê ber bi serê navxweyî diçe, rê li ber tedaxula derekî vedibe. Birayên me yên Kurdistana Rojava jî xwe ji bona hemu tist, tistên xer û ne bi xer amade dikin. Çekê here girîng û bi hêz a Kurdên Rojava yêkiti û hevkariya wan e. KCK-PYD jî divê dev jê pistgiriya rejîma BAAS berdin û di eniya welatparêziyê da ci bigrin.

Eger na, KCK û PYD li hember dîrokê rûres dibin, ku ez çu car nexwazim Kurdek li hember dîrokê da sermezar û rures be.

Ji AKNEWSê hatiye wergirtin

Mesud Tek

Balkêş e ?
Close
Back to top button