Nûçe

Gelo, teqîna Enqerê karê kê ye?

C e m a l i

Li Enqerê duh (17 Sibat) teqinek teze çêbû, 28 kes mirin û dora 60 kesî jî birîndar bûn. Ev bûyer li navenda Enqerê, nêzî meclîsê, li ber bînayên eskerî çêbû. Yekî li tenist basên eskeran trampêleke tijî bombe teqand.

Serokwezîr Davutoglu got, ev kes xelkê Sûriyê ye û endamê PYD ye û PKK û PYD gunekar kir.

Serokê PYD Salîh Muslîm got tu eleqeyê me bi vê bûyerê nîn e, bila Tirkiye vê bûyerê bo êrisên xwe neke mane.

Serokê KCK Cemîl Bayik got, dibe ku Kurdên metropolan ev tist kiribin, ji ber kiryarên dewleta Tirk li Cizîr, Sûr û ciyên dine…

Gelo kî rast dibêje? Ev teqina Enqerê plana kê ye û bi destê kê çêbû?

Bi raya min, di rewseke hanê da gelek rêxistin û dewlet dikarin karekî usa bikin.

Yek DAIS e. DAIS rêxistineke hov e û dikare karên usa bike. Lê bi raya min ev bûyer ne karê wan e. Ji berk u, DAIS çiqas hov û êrisger be jî heya îro dijî dewleta Tirk bûyerên usa nekir. Belê El QAIDE û DAISê li Tirkîyê gelek karên terorî kirin, lê ew ne dijî dewleta Tirk û hêzên wê bûn; dijî biyaniyan bûn (wek Amêrika, Ingiliz û Elman), dijî Kurdan û hêzên mixalîf bûn (wek bûyerên Diyarbekir, Enqere-Gar).

Ji ber ku DAISê bi demeke dirêj ji Tirkiyê alikariyeke bas dît. Îro jî Tirkiye herçiqas carina li DAISê laf û gefan bixwe jî tucar serê DAISê nake, lê serê PYD dike. Ew jî gor dilê DAISê ye.

Bas e, dibe ku ev tist bi destê PYDê bê kirin? Bu raya min ew jî êhtimaleke zaîf e. Di vê demê da herçiqas Tirkîye dijî PYD ewqas semate dike, heya êrisan dibe ser, dîsa jî ji bo PYD feyde tune ku êriseke han li Enqerê pêk bîne û maneyan bide destê dewlet û hukumeta Tirk ji bo êrisên teze û mezintir…

Ji xwe Salêh Muslîm got, ‘Tu eleqeyê me bi vê bûyerê nîn e.’ Bi raya min Muslîm rast dibêje.

Lê PKK û gotina Cemil Bayik?

Xuya ye Cemîl bi vê bûyerê kêfxwes e. Nabêje me kiriye, lê davêje ser Kurdên metropolan. Dibêje ji bo kiryarên hêzên dewletê li bajarên wek Cizîr, Sûr û yên dinê, dibe ku Kurdên metropalan aciz bûn û karekî usa kirin…

Lê ev ne gotineke makûl e. Teqîna enqerê karekî gelek profesyonel û organîze ye. Xuya ye berhemê rêxistinên xudî tecrube, yan jî îstixbaratên mezin in. Kurdên metropolan eger bixwazin jî xwe bi xwe nikarin karekî usa bikin.

Lê adetê PKKê ye, dema kustinek yan buyereke han çêbe, ger nekiribe jî carina digre ser xwe, carina jî davêje ser xelkê Kurd…

Carina li ezman çûkek biimre û bikeve, dibêjin me kust! Ango heval ji kustinê gelek hez dikin, vî karî wek soresgerî dibînin. Carna jî, dema bedêl giran be, nagrin ser xwe û dibêjin, ‘me nekir, lê xelkê xwe bi xwe kir!’ Ango bi vî avayî kes û rêxistinan ditirsînin.

Ango, herçiqas Cemil Bayik ji vê bûyerê kêfxwes be jî mirov îro nikare bêje ku ev teqina Enqerê bi destê PKK hat kirin.

Wekî din kî ma?

Gelo dewletên wek Îran û Sûrî naxwazin û nikarin tistekî usa bikin? Belê, him dixwazin, him dikarin.

Ji ber kû îro Tirkiye li Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser rewsa Sûriyê bi wan herduyan ra hatiye himberê hev. Tirkiyê destê xwe kir nav serê Sûriyê, alikariya mixalefeta Ereb a Sunnî û radikal kir û bû teref. Hukumeta Esad û Îran jî çiqas ji wan bê destê xwe dikin nav Tirkîyê û tevdidin.

Îran û Sûriye dikarin ji bo van karan hin Rêxistinên taseron, ango destik bi kar bînin û tînin jî.

Wekî din? Wekî din jî disa li vî welatî û li der welat aktor hene ku dixwazin û dikarin karên usa bikin. Di dema borî da li Tirkiyê ji bo tevlihevî gelek provokasyon çêbûn, da ku hin kes wan bikin mane û dest daynin ser hukim…

Wekî din?

Nuha hûnê bêjin, ‘Êdî çi ma?’

Ma ma… Ev bûyerên han wek romanên Agatha Christie ne. Herçî kesê ku berê sik distîne ser xwe, pirî caran ne curmkar e. Curmkar li dawiya çîrokê eskere dibe, ku xwe dike û davêje ser yekî din…

Tê bîra we? Du sal berê, dema hukumeta AKP dixwast bi alîkariya Amêrîkê û Yekitiya Ewrûpê êrisî Sûriyê bike, hin giregirên MITê, yên Wezareta Derva û hin mustesarên din hatin ba hev û serokê MITê got: ‘Ji bo ser mane derxistin ne mesele ye! Ezê çend kesan bisînim wî alî sînor û bila çend saroxan (fuzeyan) bavêjin vî alî…’

Nuha jî dibêjin ji wî alî sînor çend gulle hatin li erdê Tirkiyê ketin û dewleta Tirk ew kir mane û bi topan erdê Sûriyê û hêzên YPG bombebaran dike. Ev teqîn jî dikare bibe mane û lesker bikeve axa Sûriyê û cî û warên Kurdan li wir dagir bike.

Belê, gelo teqîna Enqerê karê kê ye?

Êhtimal ev in, lê binêrin û eger hêsan e biryara xwe bidin…

* * *

Pirseke din: Tirkîye bikeve ser kara xwe çi ye, ango ji bo gel û welat feyde heye?

Bu raya min tu feyde tune. Lê carina dînek kevirekê davêje birekê, çil baqil nikarin derînin.

Hitler kî bû, çi kir û dawî çi bû?

Saddam kî bû, çi kir û dawî çi bû?

Li vê dinyayê dînên ku dewlet îdare kirin û dikin, ne tenê ew bûn.

Carina zordest bi destê xwe bela tînin serê xwe û bindest ji wan xilas dibin.

Emê binêrin, dawiya vê çîrokê çawa be?..

18 Sibat, 2016

Dengê Kurdistan

Back to top button