Gênosîda Ermemiya, Lê ya Êzdiyan çima nayê bîranîn?
Van roja li seranserê chanê komkujiya Ermeniyan ku di alyê dewleta Osmaniyê va hatiye kirin tê bîranîn. Ew qewimandin bûyareke res e di dîroka mirovayê da. Ew neheqîke mezin bû ku gelê Ermenî hate kirin .
Wan sala tevî Ermeniyan civaka Êzdiyên Serhedê jî ketin li ber wî sûrê xezebê, gund û warên wan hatin sewtandin, talankirin, bi hezara evdên bê sûc û gune hatin qetilkirin.
Lê kes komkujiya Êzdiyan bîr nayne, derheqa komkujiya wan da xeberdan tune.
Werin em Êzdiya jî bîr bînin
Dîroka Êzdiyan ya dewra Osmaniyê dîroka fermana,qetilyam û komkujiyan e.Ji wê dîrokê xûna bi seda hezara evdên bê sûc û gune diniqite. Him zulma dewleta Osmanî, him jî dîn-dijminatiya hinek axa, beg û dîndarên Kurda yên nezane kevneperest, jiyan li êlên Kurdên êzdî kiribûne doje. Êzdî welatê kal-bavên xwe-Kurdistanê da, bê welat bûbûn, kî alî da direviyan wê qetil û antagonîzma olê xilaz nedibûn.
Ji despêka sedsala 19 an Êzdiyan, xazma Êzdiyên Serhede gumana xilazbûna xwe împêratoriya Rûs va girê dan. Ew welat ji xwera wak ciyê xilazbûnê didîtin. Li dewleta Rûsiya, kîderê seva dîn û hebandinê, kesî zordestî li kesî nedikir, fermanên kustin, talankirin, zêrandin û cudatiyê tune bûn, ew yêr bi rastî jî civaka Êzdiyan ra xilazbûn bû. Ji bo wê jî Êzdiyan xwe wê dewletê girtin. Hudûdên Rûsiyayê nêzîk bûbûn, Qers û Îdir jî ketibûn bin perê Rûs, tek Êzdiyên Wanê ji wî hidûdî der mabûn. Ya wan jî, dema wan ra derfetên ewlekariyê nediman direviyane welatê Rûs. Hukumdarîya Rûs, ku ji nav kurda û Kurdistanê terefdara qazancke xweyî li wan derdiket, hela gelek cara alîkariya aborî jî dida malbetên mihacir.
Herba hemcihaniye ewlin û serketina sorisa Oktobirê li Rûsiyayê herêmê da her tist ser û binî hev kir. Hêzên Rûsa ji wê deverê kisiyan çûn. Herem bû warê anarxiyayê, ser û dewa, meydana konflîktên olî. Ermenî û Kurdên êzdî ketibûn devê xezeba roma res. ordya Tirka, û alayên Hemîdiya yên talançî, wek lêya mirinê xelkên ne musulman dabûne ber xwe dajotin. Dewsa hêzên dewleta Rûsiyayê qewatên Ermeniyan dijî leskerên tirk serê mirin jiyanê dimesandin. Êzdiyan jî mecbûr ji bo xwe parastinê komên çekdar saz kiribûn tevî Ermeniyan dijî Tirkan ser dikirin.
Serokên Êzdiyên Rûsiyayê bextê êlên xwe gelê ermenî va girê didan. Rûs çûbûn, rêyeke xilazbûnêye din êdî Êzdiyan ra ne mabû.
Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Êzdiyên Îdirê /Surmeliyê/, Qersê û Wanê jî dest qirr ‘ birr, zor û zehmetiyên Osmaniyê û fanatîkîn cîye olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîstin, destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.
Ewê ku komkujiye xilaz bûn, ji ber bi kokêva qirbûneke nû sekinîn. Leskerê tirkayî giran bi deha hezaran pêsda dihat. Eva êdî ji bo ermeniya (usa jî êzdiyan) pirsa mirin-jîyanê bû. Hemin ew para Êzdiyên Serhedê ku revyabûne wê heremê wê bi carekêva dest piya biçûna, bihatana qelandin.
Pêwîst bû bi qewata xwe xwe xweyîkin.
Serokên Êzdiyan yê wê demê Ûsiv beg û Cangîr axê ev qeziya rind texmîn dikirin, bang li Êzdiyan dikirin ku ew jî tevî hêzên Êrmeniya bibin û bi çi cûreyî hebe xwe xweyî derkevin.
Leskerê Tirka sê enya ra berbi Ermenistana îroyîn diksya, aliyê Serderebadê, ku navbera wê û Yêrêvanê 50-60 km e, werra bikevne Yêrêvanê, bajarê Gumuryê ra, Axbaranêra bigihîjne Yêrêvanê û Qerekilîsê ra hêzên hersê eniya tev li hev bibin, ji ser rêya xwe her tistî paqijkin, wêrankin û herin bigihîjne Bekûyê.
Tirka jî bawar nedikir ku li ser rêya xwe karin rastî hêzeke qewat bên.
Sala 1918 a meha gulanê emrê Ermeniya da bûyarên dîrokî pêk hatin : serê Serderabadê, Bas Aparanê û Qerekilîsê . Di serê ji bo Serderebadê û Bas Aparanêye eyan da, kîderê leskerên Tirka bi sosretî dan der, 700 siyar û gelek peyayên êzdiyan bi serokatîya Cangîr axa û Ûsiv begê bi mêrxasî ser kirin.
Eger Tirk li wê heremê da serketana, halê herî dijwer wê yê êzdiyan bûya.
Sala 1918a axlêvê ji aliyê Gumuryê va leskerên tirka hatin gihîstin û ketine gundên êzdiyan yên berpala çiyayê Elegezê /Salên 1830-1840 Êzdî revyabûn wura û ew gund ji xwera sên kiribûn/ . Bîranîna da tê gotin, ku kîna leskerên Tirkan berbi Ermeniyan ewqas mezin nîbû çiqas berbi Kurdên êzdî. Tistê ecêb anîne serê xelkê wan gunda û mhacirên Êzdî yên ji herêma Qersê revyayî, û li bal merivên xwe stiar bûbûn. Koka xelkê wan gundan anîn. Kîna hatiya ewqas pir bû ku zilamê gundan civandin û nava sevekê da newala navbera gundên Camûsvana Mezin (niha Elegez) û Pampa Kurdî ( niha Sîpan) bi sedan bi hovane kustin (serjê kirin). Bêtirî sed zilamî tev erebê talan lê barkirî, bi destê zorê ajotine kûraya Tirkiyê û bê ser berate unda kirin. Heta kevirê li ser goristanan skênandin, kumeytên goristanana hilsandin.
Têmûrê Bro /80 salî), dadwarê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê, pirtûka xwe ya bîranîna Serbihatiya Malbetekê’ da dinivîse, ku dayka wî: Zelîxe, sedê wan bûyara bûye û di derheqa wan bûyarên xezeb da jêra gilî kiriye.’Rojekê dayka min Zelîxe û jintiya xwe Xezê dema ji ser kaniyê vedigerin /wan rojê xezeb/ rastî eskerekî ordiya tirka tên. Herd pîrek tirsiyayî disekinin. Ew esker bi kurmancî wanra dibêje: ‘Gelî xûska, ji min netirsin, hûn xûskê minin, ez tu tistê xirab nakim, ji bo em jî, hûn jî Kurd in, dê-bavê me yekin. Dilê min ser we dêse. Sureke pir dizîva heye ezê wera bêjim. Zilamên gund dizîva agahdar bikin, bira îsev ji gund derên, xwe vesêrin, birevin, qetleke mezin ê biqewime’. Dayka min jinapa Xezalê va têne mal wê surê Apê min Elo û gundiyên oda meda civyayî ra dibêjin, evana bawar nakin, dibêjin: ‘Tirk dixwezin me-zilama gund derxin, ku namûsa pîrekê mera bilîzin’.
Dayka min ji bo gotinê eskerê Kurd bawar kiribû bi cûrekî bavê min qayîl dike vedisêre’.
‘ Dayka min tim bîr tanî, ku ew sev, di nav dîroka gund da seveke bi qetil- xûn û res bû’.
Nîvê sevê dest bi bûyarên ecêb dibin. ‘Tirka karê xweyî res kirin’. Axîn û ofîna birîndara, girî û qûjîna pîreka, dengê çêrê eskerê tirka û teqîna çeka heta sibê ker nabe. Sibê pîrek û gundiyên sax mayî qetileke giran li ber çavê xwe dibînin: lasên zilamên gund e kustî, eblûkirî nava berf û ava axlêvê da. Geleka lasê miriyê xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirî bûn.
‘Ji pey çend roja ra eyan bû ku wê sevê tirka 72 zilamê gund kustibûn Ji mala me 7 zilam wê sevê bûbûne qurbaniyên xezeba tirka: Apê Elo, Lawê wî yê tayê tenê-Nado, nebîyê wî yî 18 salî-Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawê Çeto-Sefo û Ûsib’.
Tirk hatibûn nêzîkî gundê Aparanê bûbûn. 60 km mabû bigihîjine Yêrêvanê. Hêzên Ermeniya bêtaqet bûn pêsiya wan bigrin. Ew wek serê Bas Aparanê di dîroka Ermeniya da eyane. Wî serî da qewatên Cangîr axa û Ûsiv begê gihîstin hêzên Ermeniya u bi tevayî pista leskerê Tirka skênandin, berî wan dan ji herêmê dûr xistin.
Dewya sala 1917 a li bajarê Tilbîsê serok û rêvabirê Ermeniya hemcivîna xwe derbas kirin, biryara siyasî hat girtîn. 27 ê meha îlonê organa karkir bi navê tifaqa Ermeniyaye Netewî hate demezirandin .Ûsiv beg jî tevî gelek sîyasermedar û giregirê ermeniya çû Tilbîsê. Sala 1918 a dewleta Ermeniya hate elamkirin. Beg meclîsa wê da hat bijartin. Ji bîranîn û nivîsarên serokên dewletê, gotarên rojneman û belgeyên arsîva tê xanê ku Beg meclîsê da wek sîyasetmedarekî têgihîstî, rewsenbîrekî fikirzelal, zanekî leskerî, pêsewitekî civaka xwe tev geryaye. Teva qedrê wî zanibûne û fikira wî ra hesab rûnistine. Endemê komîsîya karê koçbera bûye. Timê çûye gund û nehiyan, li nav lesker. Di warê cîkirin û alîkirina koçbera da karne hêja kiriye.
Beg qîmetekî mezin dida dostaniya tevî gelê ermenî. Bi sabûn û mizgînî demezirandina dewleta ermeniya pêswezî kir û bi hizkirin kete nava meclîsa we.
Dewleta Ermeniya ku sala 1918 a hate demezirandin halê aborî, siyasî, kûltûriyî pir giran da bû. Deranîna gundîtîya Ermenistanê himberî sala 1913 a, sala 1919 5,8, ya senayê 12,0 cara kêm bûbû, wî wextî da aqara erdê çandinyê 3-4 cara, hesavê heywanê gir 75 %, pêz 77%, hespa 71% kêm bûbû.
Ji her dera hêsîrê Ermeniya hilsiya bûne Ermenistanê, desta Araratê. Ji bo evda mecalên jiyanêye here sade jî nîbûn. Ne ciyê jiyanê hebû, ku lê bisitirin, ne xwerin, ne jî mecalên xezmetguhdaryê yên here pêwîst ji bo jiyana evda. Malbet wêran dibûn, zarok sêwî û bê xwedî diman. Ji dest nexwesiyan, xelayê, xelkê bêstar qir dibûn.
Nivîskarê ermeniyayî mezin Hovhanês Tûmanyan welatê xwe warê sînê, girî û sêwiya’ nav dikir
Di nav wan mihacira da bi hezara Kurden êzdî jî hebûn.
Nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî, ku yek ji wan mihaciran û sedê wan rojên dijwar bû, di pirtûka xweye Bîranînêd min’ 5 da dinivîse, xelk ji bêstariyê, birçîbûnê, nexwesiyan qir dibûn, ku ji wê keresetê xilazbin bi zor û zemetiyan direviyane bajarê Tilbîsê. Ji hidûdên Gurcistanê derbazbûn pir zehmet bûn.
Gurcisstanê hidûdên xwe girtibû. Di nav Azeriya û Ermeniya da jî pevçûn, dew û dozên olî hebû.
Zarokên sêwî, evdên bêsitar, malbetên feqîr li ser her gavê dihatin dîtin.
Sêwîxana da cî tunebû.
Sêwîyê wê qetlymê bûn rewsenbîr û ronakbîrên meye mezin Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl û gelekên din….
Berî wê qir-birê, li împêratoriya Rûsiyayê û wîyalêta Wanê da, bi bîranînên mezinan û belgeyên dîrokî 80 î zêdetir gundên Kurdên êzdî hebûne, ji wan 13 gund li navça Axbaranê, 27 gund li Surmelîyê-Sînekê, 16 gund li Qersê, 18 gund li Wanê, 6 gund herema Bayazêtê desta Çûxûrê (7), hinek gund jî li Îranê, ku dîsa ew hereme Di gelek gunda jî kurdên êzdî û musulman tev jîtine. Hesabê êzdiyên wan devera berî revê û pistî revê tuneye. Çiqas gihîstine Ermenistanê, çiqas wextê revê, rêda û çiqas di dijweriyên jiyanêye salên 1918-1920 ji xelayê, nexwesiya, bêsitariye qir bûne ne dîhare.
Sala 1921 ê hesabê êzdiyan li Ermenistanê nêzkaya 8,5 hezarî bû. Bi texmîna me û lêkolîn didine îzbatkirin bawarkî ewqas jî bûne qurbana wê keresetê…
Min ji gelek mezina bihîstîye, ku sala 1918 a ji pey serê Bas-Aparanê ra nexwesiya xolorê dikeve nava êzdiyên wê deverê. Hesabê mirya ewqas pir bûye ku pêra nedigîhandine lasê mirya bispêrne axê.
Çawa me berê jî got parlamênta dewleta ermeniyaye ewlin da nûnerê êzdiya Ûsiv begê Hesen axa bû. Belgeyên arsîva, usa jî bîranînên sedên bûyaran didine zanîn ku Beg wek serokê êzdiyên rûsiyayê çawa berî revê ûsa jî dema parlamêntariya xwe karekî pir mezin û hêja jiyana êzdiyên deverê da kirye.
Wi wek endemê parlamêntê, evdekî zana, û di nav civak, rewsenbîrî û mezinên Ermeniyan da bi nav-deng û naskirî her mecal daye xebatê ku alîkariya ji dewletên din dihat standin bigihîje mihacirên Êzdiyan ji. Hewl daye ku mhacirên Êzdî gund û qiclên vala da zû cî-war bibin, pirsgirêkên wan ecele bên çareserkirin.
Gerekê bê sêkirandin ku herd serokên Êzdiyên Serhedêjî: Cangîr axa jî û Ûsiv beg ji malbetên zengîn bûn. Wana ew zengînî heta dewyê daye ji bo ji mirinê xilazkira hêsîrên wê qetlyamê.
Û herd jî dewra Sovêtê da bûne sihîdê qetlyema Stalîne dewî
Ji wan rojên res êdî devedevî sed sal buhur ye
Hê jî Êzdî nikarin heseb ji wan zulmkara bixwezin yên ew zulm anîn serê kal-bavên wan.
Ew kerayê heta kengê wê bidomîne?
Eskerê Boyik