Nivîsar

Gerekê culet bin

Dema Sovêtê gunda da kolxoz u sovxoz hatibun demezirandin, yanê erd, sewal: pez, dewar, hesp çi heywan hebun, tiraktor, erebe, avayî, bi gilîkî her tist yê kolxoza yan sovxozan bun. Xelkê gund jî nav wanda dixebitîn . Ji pey salên 70 ‘î ra kolxoz-sovxoz pir mezin bun, her yek bu xweyê bi deha hezara serî pez, dewar, hesp u sewalê din, bi hezare hêktar erd, bi seda tiraktot, bêçer, erebê berbir, hacetê gundîtiyê, avayî u tistên gundîtiyêye mayîn.

Salê nodî welatê Sovêtê hilsiya. Ne ku tenê komarê dewletê yê berê ji hev basqe bun, lê fabrîke, zavod, bank u desîxanê din ku dewra sovêtê da wek hebuna dewletê hatibun demezirandin hukumdarên nu pê ketin ecele hilwesandin, nav hevda bela kirin.

Eva babetekî lêkolînêyî dine…

Wê demê Wezîreta komara Ermenistanê ya Malhebuna Gundîtiyê, ez jî wek pêsekzanekî wî warî (aboriya malhebuna gundîtyê) tevî komîsyonekê sandime nehyê Komarê. Nehya Aragasê, kîderê 11 gundên kurdên êzdî hebîn, ku hebuna Sovxozan nava gundiya da belakin para me ket. Her tistê sovxozan bi bihakî arzan, deynî, didane gundiyan. Sîtuasyake nenormal çê bubu. Geleka /payê xelkêyî pirê/ nedixwestin tista hildin. Digotin: „Ez ku van tista hildim, lê pasê wê çawa be?’

Hinek jî culet, çi ber wan diket, ser xwe dinivîsîn u dibirin mala xwe. Qet ji bîra min naçe, min ji yekî pirsî: ‘Tu ewqasî dibî, lê pasê?’

Camêr kenya, bersîva min da: ‘Pasê çi, xwe min nakujin, zef-zef wê hinekî ji min bistînin. Vê tevlihevyê u xiringêlê da ‘Yan kerê bemire yan xweyê kerê’…

Zilam rast bu. Pasê perê sovêtê bêqîmet bun. Deynê gundyan bu sifir u niha jî ewê ew hebun bê tirs u pirs, culet xwera hildan bune zengîn u xweyê gunda…

Min çima ev hemu nivîsî. Niha Kurdistanê, xazma Basur u Rojhilat da kawos u tevlihevî ye, serok u rêvabirê Kurda, tevî siyaseta aktive rast usa jî gerekê culet bin, hêz jî heye, çi maf Kurda ra dikeve, bi culet bixwezin, hidin u elamî cihanê kin. Çi hildan ewê jî Kurda ra bimîne. Pasê kê zane ‘Kerê bemire yan xweyê kerê,’

Vî serê hilwesîna dewletênSuryayê u Ireqê da, ku sucê dîktatorya hukumdarya wan bu /ew neyarê gelê Kurd bun/ gelê kurd bedelê mezin da u giranî hê jî ser mile kurdan e. Niha jî deshilatdarê cihanê bi qewata kurdan dixwezin, dagerkira biparêzin, hidudên wan yê berê xweyî bikin u dîsa surê wan ser sere Kurda bihêlin. Kurd gerekê wê neheqiyê qebul nekin, îro gotina xwe bêjin, îro dijî wê siyasya neheq derkevin. sibê wê dereng be.

Tistê Kurda yê undakirinê nîne.

SERXWEBÛNA KURDISTANÊ hîstin hîvya rehma dilê cînar, ‘xêrxwez’, der-doran u siyasya cihanê serxwebun tucar nayê.

12.02.2016

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button