Nivîsar

Gernasê gelê Kurd Yasar Kemal çû ser heqîya xwe

Sitêrkek xurîcî li asîmanê Kurdayetîyê. Ewladê gernasê gelê Kurd, rûyê sipî yê gelên Turkîyê, lehengê edebîyata cîhanê, romannivîsê hotsa Yasar Kemal ,di nexwesxaneya ku têde tedawî didît,koçê dawî kir u ji nav me veqetîya.

Yasar Kemal bangewazê mafê mirovan u her wiha hewara Kurdên belengaz u bindest bu. Ew li Turkîyê kekê hemu kesên qelem bidest bu, sanazîya hunermendan, kubarîya nivîskaran bu.

Yasar Kemal bi salan di nav tekosîna demokrasîyê de jî, cîh girtibu.Bi xebat u çalîkîyên xwe, ewî, gelek pênasan kiribu yek kirasekî u li bedena xwe kiribu.Tekoser, demokrat, Kurdperwer, mirovhiz, romannîvîs, sîyasetmedar u edebîyatvanek bijare bu Yasar Kemal.

Mala te ava Yasar Kemal ku te, li du xwe, ji me re u ji zarokên me re, gelek berhemên hêja u binirx hist.

Jîyanek paqij u zelal, sifetek qedirbilind u delalbu Yasar Kemal.

Yasar Kemal, her çend bi eslê xwe Kurd jîbu, lê sedem ku bi Kurdî ne dizanî, hemu berhemên xwe bi zimanê Turkî afirand u her bi Turkî çap kir.Lewra ye ku ew yek ji nivîskarên herî mezin ê edebîyata tirkî bu. Nemir Yasar Kemal li dervayî Kurdistanê,ango li Çukurovayê, sala 1923’yan ji dayîk bu, u hemu jîyana xwe li navçeyên Turkîyayê derbas kir.

Lê her çend behremê wî bi Turkî jî hatibin nivsandin, dîsa jî, babet u mijara berheman pirani li ser ês u kêse u alozîyên jîyana Kurdan bun.Serpêhatîyên gelê kurd, hoy û sêweyê jîyana bav û kalên wî, destan û çîrokên Kurdî ji roman nivîsandina wî re bûne babetên sereke. Romana wî ‘Ince Memed’ bi 40 zimanan hatîye wergerandin. Roman ji alîyê Abdullah Hesenzade ( Mela Ewla Heyyaqî) ve di sala 1983 yan de bi soranî bi navê ‘ Hemedok’ hatîye wergerandin.Dema ku Mela Ewla, romanê wergerand, b imin re sêwirî u got lazime em Yasar Kemal ji bo vî karî agadar bikin.Helbet Mamosta Mela Ewla romanê ji Farisi wergerandibu Kurdi-Soranî.Min pistî du salan dema vegerîna welêt,bi rê u sêwazek xwe geyand Yasar Kemal u jê re behsa vî karî kir. Gelek sa bu u hema got ‘ez bi dil u can u serfirazîyeke mezin belenî dikim ku roman çap bibe.Lê min du nudxe ji vê wergerê divê ku di arsîv amin de jî cî bigrin.’ Min erênîya Yasar Kemal geyande Mamosta.Lê, êdî haya min jê nebu ka gelo werger geyiste destên wi yan na.

Pistî çend salan em rojekî di salvegera nemir Mehmed Uzun de rastî hev hatin.Min jê pirs kir, mixabin ku heta wê rojê jî werger negeyistibu destê wî.Pasî wexta ez bawerim ku roman peyda bu u geyiste wî.

Yasar Kemal soresgirêki bi bawer bu.Ew ne tenê di edebîyatê de, her wiha di kar u barên siyasetê de jî, mêrxasek bijare bu. Di salên 60`î de di naf refên ( TIP) Partîya Karkerên Tirkîyê de cî girt. Pistî ku TIP hate daxistin, Yasar Kemal nekete nav tu rêxistineke sîyasî.Lê ew her tim dilxwaz u pistgirê doza Kurdayetî bu.Sedem vê yekê gelek caran hate rexnekirin, lêli himber van rexneyan tu carî ser dananî u her bi daxuyanî u hevpeyvînên xwe qala rewsa Kurda kir u pistevanîya azadîya Kurdan kir.

Gelek kes wî rexne dikirn ku çim ali ser doza Kurdan bi taybetî disekine. Lê Kurdan jîg elek caran digotin ku ‘madem Kurda çima xizmeta edebîyata Kurdan nake, yan bi Kurdî n anisine. Helbet Yasar Kemal weki gelek Kurda ew jî asimîle bibu u ne dizanî bi Kurdi binivsîne. Ev yek qederek xirap bu.Zimanê Kurdî zimanek qedexekiri bu. Bi zimanek qedexe roman nivîs karekî hêsan nebu.Birîneke res bu u ewî jî ji vê birînê para xwe wergirtî bu.Lê, mejîyê Yasar Kemal her Kurd bu u ew ta ebed jî, her Kurd ma.

Yasar Kemal, di nav edebîyat u çanda Tirkî de mezin bû. Ji gazinkirin û rexneyên ne lirê, gelek caran dilês uû xemgîn dibu.

Yasar Kemal di salên 90’an de, li Ewropayê di warê dîplomasiyê de jî car-caran hin helwestên qenc anî ziman.Ewî her dixwest ku bala cîhanê bikisîne ser valakirina Kurdistanê û siyaseta zordar a dewleta Tirk .Demekî sedem daxûyanî u beyanên wî, dewletê derheqê wi de doz vekirin u wî dadige kir. Yasar Kemal di dadigehan de jî, bi wêrekî xwe di parast u dewletê riswa dikir.

Di van salên dawî de, resamê Kurd yê hêja Ehmed Günestekin,bibu pal u pistê Yasar Kemal. Di P3esengahek Ehmed de em disa rastî hev hatin.êdî gelek kal bibu u bi zehmet birêve diçûya.Ehmed her çîl azim bu xizmeta wî dikir. Sed caran mala wî ava be.

Pistî ku rêzdar Kemal Burkay vegeriya,xwestibu ku wî bibîne, lêh inek nexwes bu dema ku R3zdar Kemal Burkay li Stenbolê bici bibu. Pasî ku Kemal Burkay vegeriya Enqerê ez bêjim ku nebu nesib ku herdu hevalê kevin ( ji dema TIPê ve heval bun) derfet peyda bikin ji bo hev dîtinê.Kemal Burkay jî xwest ku wî bîbine u derbasîyek bide wî, lê mecal nebu, Yasar Kemal êdî ji axaftin u guftugoyê ketibu u doktorên wî destur ne didan ji bu vê yekê.Lewra nexwesek pir bêhal bu.

Hîvîdarim ku jîyan u xabatên wî wek çirayek, her tim dinav miletê Kurd de bijî u bibe ronakder ji bo nivsên pês.Jîyana Yasar Kemal bibe nimuneyek ji bo hemu mirovan, bi taybetî jî, jibo rewsenbîr u nivîskaran.

Serê gelê Kurd saxbe.Serê malbata edebîyata Turk sax be.

Ruyê pergala asimilasyonist ( pisaftkar) res be. Serê binemala wî sax bî.

Rohê te sad be Yasar Kemal.

Oxira xêrê be Yasar Abê..Tu yê neyê jibîr kirin. Kurd bi te sanazin,rihet razê.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button