Gora Evdalê Zeynikê ji nû ve hat çêkirin

Dengê Kurdistan/Resat Heliz -Agirî
Di roja 18ê tebaxê de li gundê Melehesen a Dutax/Agirîyê gora Evdalê Zeynikê bi sêweyekî nû û tekûz hat çêkirin û ji serdanê re hat vekirin. Li ser gorê, dengbêjên Agiriyê yên navdar wek Dengbêj Memo, Dengbêj Cesîm û Dengbêj Silheddîn tevî cimaetekê amade bûn. Dengbêjan stranên Evdalê Zeynikê gotin. Meleyan tevî cimaetê ji ruhê Evdal ra dua xwendin, helbestên stranên Evdal hatin xwendin. Li gund ji bo besdarên merasima gora nû xwerin û konsereke stranan hat pêskês kirin. Raya hemû besdaran derbarî gora nûçêkirî ya Evdalê Zeynikê de ew bû ku, divê bi gora wî re tevayî hemû goristan wisa bê çêkirin ku bibe baxçeyekî bi gul û gulistan. Ew bibe ciyekî dîyar û pîroz ji bo hezkiriyên çanda kurdî û hunera dengbêjiyê. Hezkiriyekî stran û muzîka Kurdî Mehmûd Camlibel jî derbarî rol û hunera Evdalê Zeynikê da axifî. Li vir lêkolîner Fehmî Atmaca pêsniyaz kir ku li navenda Agiriyê komeleyek bi navê “Komeleya Evdalê Zeynikê û dengbêjiya kurdî” komeleyek bi taybet bê vekirin. Pêsniyaz ji aliyê civaka hazir ve bi kêfxwesî hat pejirandin.
Dengê Kurdistan