Nûçe

HAK-PAR: ‘ ÊDÎ BESE.! ÇEKA RAWESTÎNIN ‘

JI BO RAYA GISTI û ÇAPEMENÎYÊ

‘ ÊDÎ BESE.! ÇEKA RAWESTÎNIN ‘

Roja semîya borî ( 01.08.2015) Encûmenîya serokatîya Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR li Enqerê civîya û derheqê rûdan û buyerên vê dawîyê de ray û pêsnîyazên xwe bi belavokek pêskêsî raya gistî kir. Dîtin û rayên encûmena serokatîyê a HAK-PARÊ wiha nin:

Di van rojên dawî de li Turkîyê û li Rojhilata navîn buyer û rûdanên balkês û giring diqewimin.

5 endamên daîmî yên Yekîtîya Miletan û Almanya hevdîtin û gengesîyên bi Îranê re, yên derheqê berkêsanên nûkleer de bi dawi anîn û bi Îranê re lihev hatin.

Bêguman çareser kirina bi sêweyek astîyane a nakokîyên ku ji sala 1979 û hetanî îro di navbera DYE ( Dewletên Yekbuyîyên Emrîka) û îranê de hebun, herçend Israil û Erebistana SûÛdî û çend dewletên din, nerihet kiribe jî,li gorî me,pir giringe û sedem ku xwedî hêz û potansîyelek base di rêya guhertina mercên heyî de,her wiha gaveke dîrokîye jî.

Li gor peymanê,Iran qewil û waad dike ku wê çekên nûkleer çêneke, dewletên rojava jî qewil dikin wê asteng û ambargoya li ser îranê bidawî bînin.Ev yek hindik jî be, wê bikare agirê herêmê hinek sar bike.Digel vê yekê wê derî li rêyên çareserîyên astîyane yên pirsgirekên herêmê jî, veke.

Daxûyanîya wezîrê devreyê Rusyayê Sergey LAZAROV ku derheqê vê peymaê de dibêje:’ Ev peyman,wê astengên li pêsîya dewleta Îslamî û Koolîsyona berfireh a li dijî hin komên terorist ku piranîya wan bêmane nin,wê beralî bike’ balkês e.

Li du vê peymanê,di navbera DYE û Turkîyayê de jî peymanek hate çêkirin kul i gor vê, baregeya INCIRLIK vere vekirin û deletên koalisyoner wê bikaribin wêderê bikar bînin.Di heman dem de,Turkîye jî,li himber DAISÊ dest bi operasyonan kir û tewra xwe guhart.

Her wekî ku tê zanîn,DAIS Iraq û Surîyê kiriye gola xwînê û ji bo gelên herêma Rojhilata Navîn jî ev hêza terorist ukevneperest û xwinrêj xeterek mezin e.DAIS li basur û rojavayê Kurdistanê jî helmetên xwinrêj pêk anî û li vê dawîyê de niyet heye ku van kiryarên xwe yên qirêj rabiksîne Bakurê Kurdistanê jî.DAIS ewil li Amedê, di xwepêsandana HDPê de bombeyek teqand û gelek kes hatin kustin û birindarkirin,vê dawîyê j ili Surucê jî bombeyek teqand ku di encama vê kiryarê de nêzik 40 hevwelatîyên Kurd hatin kustin.

Em tewra nu a dewleta Turkîyê ku li himberê DAISÊ dest bi operasyonan kiriye,bas û giring dinirxînin.Bi vê minasebetê em careke din bi tundî vê rêxistina kevneperest û terorist tifubaran û riswa dikin.

Pistî ku peymana di navbera Turkîye û DYE hate bestin,-her çend bi amanca guhertin û berteref kirina raya heyî a dewletên rojava derheqê Turkîyê de be jî- bombebarana û operasyonên ku Turkîye li dijê DAISÊ pêk tîne, li gorî me hêjayê aferînê ne.Lê mixabin ku dewleta Turk di heman dem de, bi hinceta hin çalakîyên dijwarên PKKê,barga û binkeyên PKK yên di nav sînorên Basûrê Kurdistanê de jî bombebaran kir û bu sedemê kustina çend kesên bêguneh li navçe de.Her wiha destpêka van operasyon û emelyatan bu sedemê ku astiya navxwehî têk here û xera bibe.Serda jî wisan xuya dike ku dewlet dest bi siyasetek dijwar dike ku di salên 90’an de bikarhatibu û gelek girseyên welat jê xesarê ditibun.Ev yek sik û gumanên mezin xistîye nav civakê û li gor me ev rêveçûn û pêvaja ne çareye û wê bibe sedem buyer û r3udanên neheq û nexwaz.

Em bawerin ku gelê Turkiyê û bakurê Kurdistanê ku bendewarê sazkirina astîyê ne,wê van siyasetên ku xencî xwinrêtin, kustin û bombebaran kirinê tu rêyek nadin ber xwe,jidil bi sopînin û em bawerin ku wê wan di fersendek here nêzîk de van siyasetên ku ji tundî û dijwarîyê xwe xwehî dikin; seza bikin.

Gelên Turkîyê dibêjin: Êdî bese û li himber ser û pêvçunan peyama astîyê didin xuya.Gelên Turkîyê di helbijartina 7’ê Heziranê de, sedem sazkirina astiyek rasteqîn pistgirîya HDP’ê kirin û ji seda 13 deng dan û bi vê yekê 80 nuner ji HDP sîyandin meclisê.Lê mixabin ku PKK hemu war û qadên demokratik dike ciwarê tundi û sedadiyek kor ku sud nade tu hêz û gel û qewmeke li Turkiyê.Vaye 30 sale ku ev sêwaza PKK’ê neguherîye.Gelo ev sêwaz bikêrî kî tê.?Bê guman ku ev rê û sêwaza PKK di seride xesarek mezin dide tevgera heqxwaz a gelê Kurd.Em fikara dikin ka gelo vê carê w êli encama van buyeran çi bi qewime.

Pisti ku bi sedan lesker û sivil û gerila werin kustin gelo hunê bi çî ruyî li dor maseyek bicivin û hunê ji malbatên kustîyan re bêjin çî.?Hunê çawa vê hesabê bidin û hunê ji vî webalî xwe çawa rizgar bikin.?

Em wekî HAKPARÊ bangê herduk alîyan dikin û dibêjin :’ Êdî bese.çekan rawestînin.’

Partîyame ,Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR,ji roja ewil ve,pistgirîya rê û sêwazên bêçek û bêsedad, û her wiha em bune terefdarê guftugoyek siyasi.Me xwest ku çek rawestin û siyaset bipeyive.Partiya me her tim li dijî ser û tundîyan rawestîya. Niha ku tundî û dijwarî dîsa serê xwe rakirîyê , em careke din ji dewletê û ji PKK’Ê hêvî dikin ku dev ji tundi û dijwarîyê bedrin.Ne giringe ka gelo ki ewil destpêkir yan ka kî biheqe yan neheq e,werin avek li vê agirî bikin.Em bangê herdu alîyan dikin û dibêji ev pêvajoya tund xesarê dide hemu kesî.Werin çekan rawestînin û bi rêyek astîyane careke din dest bi guftugoya siyasi bikin ta ku pirsgirekên heyî werin çareser kirin.

Lazime ku PKK guhdarîya gelê Kurd û Öcalan bike û bizûy3i dev ji serê çekdarî bedre û çekên didestê xwe binax bike.Lewra heta ku çek bi desta bin astî dixeterê deye û pêk nayê.Serê çekdari hatina Kurd û Tirkan res û tarî dike.Ji bo herdu gelan jî ya bas ewe ku siyaset û jîyan ji çekan û ser û pevçunan dur bikeve û normalîze bibe.Lazime çek ta ebed binerd bibin ku astî were welat.

Di rojhilata navînde ku îro dibin bandura tundî û ser û pevçunan de ye,divê destkevtiyên gelê Kurd yên li rojava û basur bi basî werin parastin û tevgera heqxwaz a gelê Kurd were berfireh kirin.Gelê Kurd li basur rêya serxwebunê daye ber xwe û li gorî raya partîya me ev yek heqê xwzahî yê gelê Kurd e.Em pistevanê vî qonaxê nu ne.Her wiha di heman dem de,helmetek reskirina rêzdar Berzanî û PDK-I jî dest pêk iriye ku hergiz ev yek nayê pejirandin. HAKPAR rê nade ku heq û berjewendîyên gelê Kurd werin windakirin.HAK-PAR bi dil û can li kêleka rêzdar Berzanî û KDP-I ê ye.Lewra reskirina serok Berzanî, betalkirina xeyalên gelê Kurd e ku bi serxebuna Kurdistanê ve dixemilin.

Dîsa Partîyame tîne bîra AK PARTÎYÊ ku, tevgera bi hinceta berteraf kirina ‘teror’ û tundîyê, heq û berjewendîyê û azadîyên demokratik divê dorpêç û binpê neke.Bi vê hincetê nabe ku mafên gelê Kurd werin girew ( ipotek) kirin.Lazime ew hewesa beri çend sala ku AK PARTÎ cehd dikir ku vê pirsgirekê çareser bike, careke din pasve were û ji bo çareserkirina Pirsa Kurdayetî hemu hêz û derdorên Kurd wek nuner û teref werin pejirandin û besdarê vê pêvajoyê bibin.

Bi sedem û fersenda ku asti têk çûye û tundî destpêkiriye,hin hêzên nijatperest û soven qala daxistina partiyan dikin û behsa pasvegirtina ‘destnelêxistin’ a hin mebusan dikin.Ev yek xeterek here mezine û wê bibe sedemê hin pirsgirekên nutir.HAK-PAR li diji van helwestane. HAKPAR dawe dike ku parlemento bi yek carî daxistina partîyan qedexe bike.

HAKPAR divê ku, pêvajo a bi navê ‘pêvajoya çareserîyê’ ku bi mexseda bêçekkirina PKK bi guftugo dimesîya,careke din were ceribandin û guftugo bi çi mexsed û armancêk be bile be, pêgavek giringe û divê neyê terikandin.

Tevger û çalakiyên provokatif xesarê dide armancên pîroz.Pêvajoya kul i bakurê Kurdistanê di navbera MIT û Öcalan de didomîya encamê bas bi dest dixist.Lazime ev rojev tê neçe.DAIS li Surucê kiryarek xwindar pêkanî û pêre PKK jî du polêz kustin.Çima gelo.? Ji bo çî û bi çî heqî ev çalakî hat li dar xistin.? Ev çalakî di encamde bikêrî çî û kî hat,lazime PKK vê yekê ronî bike.

Ji berê ve, Partîya me , rêya çareserîyê di federasyonek demokratik de dibîne û vê rêy3e diparêze.Li gori me rêya here rast û çareserkirina pirsgireka Kurdi ev e.Ji geyistina vî qonaxî çek û ser ne hewcenin. Rê û sêwazên demokratik besin û bikêr tên Lewraye ku em li dijî sêwazê ewlekarane û militaristin. Divê dewlet dev ji vê siyaseta çewt bedre û demokrasiyek berfireh biparêze.

Tundî û dijwarî ji kuva were bila be,ne qabilê qebulê ye.Tu mexsad û armancek nemaye ku jibo encam êserê çekdari, tundi û dijwarî pêwist be.Yên ku di warê pêkanîna astîyê de dilsozin, divê navberek deynin navbera xwe û çekdarî û tundiyê.Eger na helwesta astîy3e wê bê bingeh bimine.

Lazime hemu kesên demokrat û astîxwaz li dijê tundrev û dijwariperestan bibin yek û li dijî tundkirina pêwendîyên nav welat rawestin û bêçekbuyinê biparêzin.Divê pistevanîya tundrev û dijwarîperestan neyê kirin.

Mixabin ku HAK-PAR ne bawere ku PKK û dewlet bi vî aqilê tundiperes astiyek pêk bînin.Bi raya me pirsa astiyê tê qurban kirin di rêya siyasetê de.Heyfe û serme ku pirsekpiroz wek astîyê were heba kirin.

Diyare ku hikumet îro li devre û li hundir dinav gelemseyek serxwaz deye. Ev yek xeterek mezine li ber derê Turkiyê.Bang û bangewazîya hikumetê a di warê ser û militarizmê de ne rewa ye û ji aqil dure.Nabe ku hikumet ji mafê mirovan, ji demokrasi û dadweriyê dur bikeve.Nayê qebul kirin ku hikumet bi hinceta berali kirina hin helwestên tundperestan dev ji fireh kirin û xurtkirina demokrasi û azadiyan bedre.

Her wiha lazime ku PKK jî bi zuyi çekê destê xwe deyne û binax bike.Eger ev yek pêk neyê, astî jî pêk nayê.Binax kirina çekan bi mafê herdu gelane. Lewra çekdar3i dehatuyan herdu gelan ji res dike.

Ser, bombe,kustin, xwin û xwêdan û histêr rêtin ji bo çareserkirinê ne rêyên rasteqinin.Berevaci ev rê,dibin sedem ku pirsgirek mezintir û girantir bibin, û çareserkirin bibe bê imkan û guncan.

Kurtasi sedem ku asti pêk were û qadek bê ser û pevçun were revebirin, lazime hikumet operasyon û emelyatên diji PKK’ê rawestine.PKK jî dive di heman demde çekê xwe ji dest deyne û ji bo binaxkirina çekan dilsoz û jidil be.03.08.2015

Encumena Serokatî a Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button