Nûçe

HAK-PAR; ‘Cejna Remezanê pîroz be!’

Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Fehmî Demîr bi munasebeta hatina cejna pîroz a Remezanê peyamek belav kir.
Peyama Serokê Gistî yê HAK-PARê weha ye;

Hevwelatîyên hêja,

Meha remezanê bi dawî hat. niha em cejnê dijîn, pîroz dikin. Çawa ku di meha remezanê de hestên me yên pistevanî û empatîyê digêjin astek bilind, her wiha di eyd û cejnan de jî, divê bawerîya me a bi azadî, biratî, astî û hezkirînê xurttir bibe.

Heyf û mixabin ku îro, li Asya, Efrîqa û Rojhilata Navîn di wargeh û erdnîgarîya mislimanan de, pevçûnên dînî, mezhebi û etnîki bi dijwarî berdewam in. Tundîya di nevbera mislimanan de jî, di dome. Hêzên emperyalist û kolonyalist, welatên Islamî bihevre didin ser, bi sedemên bêbinyat û pûç û vala gelên müsliman bi desthev didin kustin.

Pevçûn û terör û serên xwindarên ku îro li Suriye, Misir, Yemen, Irak, Afganistan, Iran, Turkistana rojhilat, Tîmûr, Sudan, Somali, Çad, Cîbutî bi tundî dewam dike û xwinê dirjîne, azadî û jîyana wan gelan jî, dixe bin xeterek mezin.

Rêxistinên dijwar û terörist, yên wekî DAIS;ELQAIDE, TALIBAN û hêz û rêxistinên pêrû û duvikên wan, yên li ser reda welatên islam, li ser navê ‘Islamê’ qetliam û tevkustinên nedîtî pêk tînin. Ew hêzên xwinrêj ne tene li dijî kêmanî û hurgelên ciyawazên ne islam, her wiha li himberê mezhebên ciyawazên islamê jî xwinrêjîyê dikin, bi kustin û qelandinek mezin çalakiyên xwe didomînin. Ya balkês ewe ku ew xwe wek hêzên ‘islamperwer’ dihesibînin û qaso li ser navê islamê tevdigerin.

Tû hereket û tevgerek ku qesta jîyana mirovan bike, ew ne heqxwaz û rewaye. Tu tevgerek teroristî ne pîroze. Ne qabile ku mirov tevgerên teroristan qebul bike û hekdar bîbîne. Lewra tu armancek pîroz nîne ku di rêya encamdanê de xwîn were rêtin. Tu amancek yan bawerîyek, xwîn rijandin û kustinê napejirîne, heqrewa nabîne.

Dewletên nîjatperestên wekî îran û Surîye ku xwe wek’ Islam’ qebul dikin, her roj bi dehan Kurdên ‘misliman’ qetil dikin yan bidarve dikin. Kurdên bindestê van dewletan hê jî dibin nîrê zordestiyê de ne. Çeteyên DAISÊ, li Iraqê hêrisê Kurdên Êzdî û Turkmenan dikin, zilm û tedahîyê li wan dibarînîn. Her wiha heman hêz li Surîyê jî, li Kobanî, Efrîn, Hseke û Helebê li himber Kurdan, çalakîyên xwe yên dirinde û mirovkuj didomînin. Gelo mirov çawa dikare ji vê hêza xwinrêj re bibêje ‘islam’. ?

Hevwelatîyên hêja,

Divê bas were zanîn ku terör û dijwarî bi deste kî were encamdan û her wiha kî bibe amanca tevgerên xwinrêji dijwar û terörist bile be;Partiya me, Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR, hergiz van rê û sêwazan ne pejirandîye û tu carî jî rewa nabîne. Me hetanî îro bi qederê hêz û karina xwe nerazîbuna xwe li himber tevgerên terörist dîyar kirîye û em terörist û xwînrêjan bi tundî sermezar û riswa dikin.

Geli misilmanan,

Wan hêzên ku bi teröre mezin dibin û terörê di afirînin, wan hêzên ku xwe bi pêvçun û teklihevi û seran li serpe digrin, wan hêzên ku li ser navê maf û berjewendîyanmirovkujîyê dikin;bas nas bikin û pistevanîya wan nekin. Iro tenê rêya çareserkirina pirs û kêse û pirsgirekên di nav derdorên ciyawaz de, astî, guftugo û diyalog e. Dinê Islamê jî, vê yeke salix dide.

Bi vê sedemê, ez cejna gelême û cejna hemû mislimanên bindest û cefakes, pîroz dikim û hêvîdarim ku ev cejin bibe gava pêsîn a damezrandina jîyanek dadwer, wekhev, ast û azad li welatên bindest û mezlûmên misliman. 18. 07. 2015

Fehmi DEMIR
Serokê Gistîyê
Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR

Dengê Kurdistan

Back to top button