HAK-PAR: ‘NEHÊLIN KU XÊRNEXWAZ BIGÊJIN MIRAZÊ XWE’

Bereya xêrnexwaz a sazûmana dijberê mafên rewayên miletê Kurd, vê carê jî, li Silêmanîyê, Helebçe û Çemçemal, bi kiryarên xweyên qirêj ve derkete pêsberê miletê Kurd. Li navçe hin nistecî daketin kolanan û li dijî hal û mercên xirap xwestin dengê xwe bigêjînin bîr û raya Kurd. Lê mixabin ku bi gesepêdana terorîstan 10 kes hatin kustin û brîndar kirin. Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji brîndaran re jî, sifayê xêrê dixwazin.
HAK-PAR van xirapkaran, van rêxistinên terorîst û xêrnexwaz bi tûndî sermezar û tifûbaran dike.
Bêguman sedem bi Pandemîya ku cîhanê dagir kirîye li hemu derê cihanê qeyranên aborî û civakî hatine pês. Li basûrê Kurdistanê jî, her kes dizane ku hikûmeta federal a Irakê erka xwe a yasayî neanîye cî û diravê kivsekirîyê rewa a besê Kurdistanê nesandîye. Lewraye ku gelê navçe rastî tengasî û çetnahî û neçarîyê buye.
Helbet ji bo çaksazîya jîyaneke bextewar, ji bo labirdina hal û mercên xirap, mafê hemu kesî heye ku xwepêsandanên girseyî pêk bînin. Ev yek mafeke sîrûstî û rewa ye. Lê bi hîç sêweyek mafê tu kesekî nîne ku çalakîyên demokratîk û rewa ji armanca xwe derîne û welat xera bike, welat bixe nav alav û sewatê, wêran û talan bike û xwînê birjîne. Mixabin ku desteyek ji rêxistînên terorîst û provakator li Silêmanîyê teklî xwepêsanderan bûn û xwestin ku vê çalakîya bêtawan a nistecîyan, bikin fersendek kû dijminên Kurd dest deynin ser destkevtîyên Kurdistanê û her wiha statûya sîyasî a basûrê Kurdistanê têk bibin.
Dinya alem bas dizane ku hetanî niha serokatîya herêma Kurdistanê, ne tenê li hûndir, belkî li seranserê Rojhilata Navîn nîmûneyeke pesinyare ji bo emcandan û rêvebirina demokrasiyê û fireh kirina maf û azadîyên netewî. Bêguman, hikûmeta Basûrê Kurdistanê ji bo demokrasîyê kela û sikaneke giringe li Iraqê û li hemû navçe.
Li ser van bûyer û rûdanên xêrnexwazan, partîyên hevkarên hikûmeta basûr biyekdeng û hevaheng helwest û kiryarên terorîst û xirapkaran riswa û sermezar kirin. Her wiha, gelek kesên welathiz û rayedar û rewsenbîrên Kurdistanê û rêxistinên medenî û xêrxwaz jî, vê provakasyonê wek dijayetîya mafên netewî, beyan kirin.
Endamê serwerî û desteya rêveber a YNK (Yekîtîya Nistimanîya Kurdistanê) Ete Serawî di pêsanîyek de, di derheqê bûyerên xêrnexwazan de wiha got;’Mixabin ew kesên ku îro li Silêmanîyê van karên xirap û nelirê dikin alîgirên PKK’ê û kevne PKK yî ne. Miletê Silamanîyê bi salane ku li van kesan xwedî derket û wan hewand û sitirand. Lê PKK mil bi milê Hasfî Saabî û hin kesên terorîst bu sebeb ku li bajarê me, îro provakasyonek çêbu.’
Çapemenîya PKK’ê rageyand ku ‘li Basûr Serhildan’ heye. Helbet ew xirapkarî û neyartîya ku ew qal dikin serhildaneke li dijî mafên netewî û rewayên miletê Kurd. PKK di bereya xêrnexwazan û dijminên miletê Kurd de cîh girtîye û wekî mase û xizmetkarek dijminan di têkbirina statûya sîyasîya heyî a basûrê Kurdistanê de roleke mezin dileyîze. Lewraye ku lazime miletê Kurd li himber van leyîstikên dijminan hisyar be û yar û neyarê xwe, êdî bas nas bike. Miletê Kurd divê rênede ku xirapkar bigêjin mexseda xwe.
Her wiha îro ji hemu rojan elzemtir û gringtire ku hemû Kurdên xêrxwaz û welatperwer, mil bi mil û hevaheng li hemû destkefti û maf û berjewendîyên Kurdistana federe xwedî derkevin û wan bi parêzin.
Eskereye ku PKK jî, gesepêder û aktoreke van rûdanên provakatîf e. Eger PKK xwe wek rêxistinek Kurd û Kurdistanî hesab dike divê ji xizmeta dijminên Kurd derkeve, ji bo dehatûya azad a miletê Kurd bixebite. Lazime alîgirên PKK çekê xwe dirêjî azadîya Kurdistanê nekin. Eger nîyeta wan heye ku careke jî be bi miletê Kurd re qencîyêk bikin, bila çekê xwe deynîn û li desthilata rewaya hikumeta basûrê Kurdistanê rêz bigirin. Divê PKK dev ji van xirapkarîyan berde, rêyeke xêrxwaz bibjêre. Zêdetir hêz û karina Kurdan berhewa neke, heder neke. Kurd ne xercê bîna û avahîyên hêzên dagirke û dijminê Kurd in.
Banga me li welatperwerên Kurd ew e ku, bi hîç sêweyek rê nedin terorîst û provakator û xêrnexwazan heta ku di armanc û helwestên xweyên kirêt de, ser bikevin. Roj roja xwedîlêderketina mafên netewîyên miletê Kurd e. Roj roja parastina statûya federal a basûrê Kurdistanê ye. Miletê Kurd li himber xirapkaran bêdeng namîne.
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, bereya xêrnexwaz û dijberê Miletê Kurd û her wiha xûlam û noker û xizmetkarê dijminên netewa Kurd sermezar dike. Geli xêrnexwazan; Êdî destê xwe ji pêsîra miletê Kurd vekin. Bizanin ku tu hêzek nikare pêsî li azadî û serxwebûna Kurdistanê bigre. Doza Kurdistanê wê biserkeve. 10.12.2020
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ
A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Dengê Kurdistan